Jinên pêşeng hewl didin tevlibûna jinan di qada aborî de zêde bikin

Madiha Raslan bi armanca zêdekirina baweriya jinan bi xwe û tevlibûna wan di warê aborî de, di Cotmeha borî de, piştî ku komele di bin navê "Meclisa Lubnanî ya Rêveberên Jin" de di sala 2018’an de hat avakirin, kar dikir, "Komeleya Jinên Pêşeng" ava kir.

CAROLÎN BAZZI
Beyrûd- Seroka komeleya "Jinên Pêşeng" Madiha Raslan destnîşan kir ku divê jin ji hêza xwe ya guhertinê bawer bin û wiha got: "Em di bilindkirina dengê jinan de li Lubnanê dereng man lewre em bi dijwarî dixebitin da ku beşdariya xwe di warê aborî de zêde bikin
"Me komele ji bo kesayetek hiqûqî û serxwebûna aborî bi dest bixe ava kir"
Der barê armanc, çalakî û projeyên pêşerojê yên komeleyê de, seroka komeleya "Jinên Pêşeng" Madiha Raslan ji ajansa me re axivî û got: "Me komeleya bi navê "Jinên pêşeng" ava kir, ji ber ku em dixwazin baweriya jinan zêde bikin. Dema jin ji xwe bawer bikin û xwe li cihê rast bidin nasîn bêguman wê her kes bi wan bawer be. Wê amaje kir ku armanca tomarkirina komeleyê bidestxistina kesayetiya zagonî û serxwebûna darayî bû.
Wê her wiha got: "Armanca komeleyê ew bû ku jinên Lubnanê tevli biryarên aborî bike, nemaze di nav dezgehên aborî de her wiha statû û wêneyê wan baş bike. Piştgirî bide wan da ku derbasî nav desteyên rêveberiyê di sazî û dezgehên aborî de bibin û bikevin beşa giştî û taybet û deng û daxwazên xwe ragihînin. Di dawiyê de em jin nîvê civakê ne û nîvê aboriyê em pêk tînin û em dixwazin dengê xwe bidin bihîstin, ruxmî ku em li Lubnanê ji bo bilindkirina dengê jinan dereng man jî. Em hêvîdar in li gorî guhertinên ku çêdibin jin mafên xwe bi dest bixin û li cihê ku divê lê bin.
"Ev çalakiyên herî girîng ên jinên pêşeng in"
Der barê xebatên komeleyê de jî dibêje: "Komeleyê ji destpêka damezrandina xwe ve gelek kargeh û atolyeyên rahênanê li dar xistine ku jin fêrî birêvebirina karûbarên giştî û çawaniya amadekirina bûdceyê li welat dikin. Ez bawer dikim ku di vî warî de me bi kêmanî bi endamên komeleyê re pêşketinek berbiçav bi dest xistiye. Her wiha em beşdarî hin biryaran dibin di nav qeyranan de, wekî qeyrana ku em tê de dijîn, nemaze krîza dîplomatîk a vê dawiyê ya bi welatên Kendavê re ku rasterast bandorê li hinardekirina Lubnanê kir ku jin beşek ji wê tên hesibandin.
"Jin berpisyariya namzedî û dengdayînê hildgirin ser xwe"
Madiha Raslan ji aliyê namzedî û dengdayînê ve hesabê beşdarbûna jinan di hilbijartinên li pêş ên parlamentoyê de dike û dibêje: "Em hêvîdar in ku di hilbijartinên li pêş ên parlamentoyê de em guhertinek bibînin, ji ber ku berpirsiyarî li ser milên jin û mêran e. Di hemam demê de hêviya me ew e ku jin xwe hilbijêrin û bi xwe bawer bin, bizanibin ku ew dikarin guhertinan pêk bînin. Nemaze piştî guhertinên radîkal ên ku çêbûn û hê di saziyan de nehatine teyîsandin lê ev guhertin di mejiyê mirovan de çêbûye. Ya pêwîst û tê xwestin jî ev e û em hêvîdar in ku ev mijar derbasî hilbijartinên parlamentoyê bibe û hejmara jinan di parlamentoyê de zêde bibe, nemaze piştî nebûna kotaya jinan. Ji ber vê yekê berpirsyariya jinan li pêşberî mêr heye ew jî ev e ku pêşî bibe namzed û piştre dengê xwe bide jinan.”
Der barê komên ku ji aliyê komeleyê ve tên hedefgirtin de jî wiha dibêje: "Endamên komeleyê sê kategorî ne ew jî ev in: Jinên karsaz, kesên xwedan pîşeyên azad wek parêzer, endezyar û dermansaz û kategoriya sêyem jî ew jinên ku di saziyên mezin de bi bandor in.  Ew difikire ku ya sê koman dike yek ew e ku hemû hewce ne derfetên veberhênana nû bibînin. Van her sê koman di damezrandina pargîdaniyên nû de berjewendiyek parve dikin.
"Jin û ciwan îro pêşeng in"
Madiha Raslan dibîne ku jin di nifşa ciwan de weke veberhênerên yekem in û dibêje: "Di sala 2019’an de me bi Change Makers re hevkarî kir û çend roj beriya şoreşa 17’ê Cotmehê me Festîvala Change Maker organîze kir. Konferans bi sernavê "Jin û ciwan îro pêşeng in" hat lidarxistin. Ji ber ku em dihesibînin dema jin bibin sermayedar, wê veberhênanê li nifşên ciwan bikin, ji ber ku nêrînek wê heye û xwedî ezmûn e, dikare ciwanên Lubnanî rêber bike û derfetên kar ên nû ji wan re biafirîne. Ew jî bi riya şîrketên ku ew ava dikin e, ji ber vê yekê me jinên Lubnanî vexwend ku bibin veberhênerên yekem di warê ciwanan de.”
"Jazzmin bi vî awayî çêbû"
Der barê projeya xwe ya yekem de ku ji ramanek veguherî projeyek bêhempa de dibêje: "Ji demek dirêj ve ye, ramana projeya Jazzmin li gel min hebû, paşê min pêdiviyek di nav komeleya jinên pêşeng de hîs kir ku pêwîstiya jin û karsazên Lubnanî bi platformek ku bikaribin berhemên xwe bifroşin û hinarde bikin heye. Bi vî rengî, Jazzmin, ji dayik bû. Wê diyar kir ku piştî teqîna li Beyrûdê, hejmareke mezin ji endamên encumena me ziyan dîtin, ji ber ku piraniya wan karên hunerî û firotinê dikin. Hemû kargeh û dikanên wan zirareke mezin dîtine. Paşê me alîkarî kom kir ku ji bo nûjenkirina ofîs û dikanên xwe alîkariya wan bikin û di heman demê de min derfet dît ku vê şîrketê ava bikim.”
Ew di berdewmiya axaftina xwe de wiha dibêje: "Bi rastî, min endamên desteya rêveber vexwend û wan li ser fikra projeyê agahdar kir. Mebest jê ne komkirina pereyan bû lê belê  nivîsandina çîrokek nû ya serfiraziyê bi xebata tîmê re bû, ji ber vê yekê dirûşma "Jazzmin" ew e "Yes For We"  Erê ji bo me hemûyan e. 
Wê diyar kir ku ev proje wek firotina bi perakende ye û sermayedar û yên ku tê de dixebitin hemû jin in. Ew projeya yekem a bi vî rengî ye li cîhanê ye û em şanaz in ku dê fikrên bi vî rengî ji Lubnanê derkevin. Li Jazzmin em hemû berhemên ku Lubnanî di hinardekirina wan de bi ser ketine difiroşin, her tişt nirxek zêde li cem me heye ava dike. Madiha Raslan dibêje ku ew ji serkeftina projeyê tevî hemû qeyranên ku Lubnan tê re derbas dibe kêfxweş e û diyar dike ku ev proje bûye cihê razîbûna gel
Komele bi "Ez Lubnanî me" beşdarî pêşangeha Dubai Expo bû"
Di çalakiyên dawî yên ku komele beşdar bû de, beşdarbûna wê di Expo 2020 Dubai de, bi sernavê "Ez  Lubnanî Erebî me" ku di Cotmeha borî de hatibû destpêkirin. Madiha Raslan got: "Ji bo me girîng e ku em aboriya Lubnanê bi aboriya Ereban re bi riya jinên karsaz girê bidin. Derfetên veberhênanê yên pir mezin hene ku em dikarin bi hev re biafirînin. Pirên ku em dikarin bi hev re ava bikin hene û ya herî girîng jî jin bi xwezaya xwe parêzvanên aştiyê ne û ev e tişta ku em dixwazin ji tiştên li welatê me diqewimin li cîhanê belav bikin. Dem hatiye ku em bala xwe bidin ser aştiyê û pêşvebirina karsaziya xwe û ramanan bi pêş bixin û nûjeniyê bikin, em vê yekê dikarin bikin. Em hemû kesên eleqedar vedixwînin konferansa me ya di 27’ê Çileyê, li pavilyona Lubnanê ya li Expo ya Dubaiyê. Ev civîn ji bo danûstandin û avakirina dostaniyên nû ye. Ez di wê baweriyê de me ku ew ê di qonaxa pêş de ji bo jinên Lubnanî bibe xaleke veguhertinê. Di konferansê de em bala xwe didin ser sê armancên sereke, ew jî geştiyarî û mêvanperwerî ye. Nemaze diyardeya mêvanan li Lubnanê di van demên dawî de zêde bûye em kêfxweş in ku vê ezmûnê bigihîkônin derve, nemaze ku piraniya malên mêvanan ji aliyê jinan ve têne piştgirîkirin.”
"Dixwazin ezmûnên xwe veguhezînin derve"
Madiha Raslan diyar kir ku ew dixwazin ezmûnên xwe veguhezînin derve û bi jinên din re pevguherînin û wiha bi dawî kir: "Bêguman pevguhertina çandî girîng e û divê em vê yekê ji ber rêjeya beşdariya wê di aboriyê de û zêdebûna hilberîna navxweyî, çi li Lubnanê çi jî li derveyî welat kêm nebînin. Dê pêşbirkek ji bo şîrketan bê kirin û ji van şîrketan yek wê bi awayek serkeftî bê ragihandin û jinên pêşeng jî bên xelatkirin.”