Jinên Mexmûrê ji bo cilên Kurdî berê xwe didin Firoşgeha Sarya

Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê dema nêzî 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dibe ji bo cil û bergên Kurdî berê xwe didin Firoşgeha Sarya. Sarya dibêje: “Bi taybet dema Nêzî 8’ê Adarê dibe hemû jin tên ji fîroşgeha min qumaşê cilên Kurdî dikirin.”

HÊVÎDAR TALÎ
Musil - Ev bi salane li wargeha penaberan a Mexmûrê ya ser bi bajarê Musilê ve bi hatina meha Baharê re bi taybet dema nêzî Roja Jinên Cîhanê 8’ê Adarê dibe çêkirina cil û bergên Kurdî weke kevneşopiyekê lê hatiye. Ji bo ku ev kevneşopî bi dome li Wargeha Mexmûrê  Fîroşgeha cil û bergên Kurdî ev nêzî 5 salane di bin banê Meclîsa Îştar de bi taybet ji bo qomaşê cil û bergên Kurdî hatiye vekirin. Ev fîroşgeh bi navê firoşgeha Sarya tê nasîn piranî bi hatina meha Adarê re jinên wargehê ji bo kirina cil û bergên Kurdî bi kelecanekê berê xwe didin vê firoşgehê. 
Di derbarê eleqeya jinên Wargeha penaberan a Mexmûrê ya ji bo kirîna cil û bergên Kurdî Sarya Kara ya li fşroşgeha Cilên Kurdî meyze dike axivî.
“Firoşgeh di mehên Adarê de zêdetir kar dike”
Sarya Karaya ku ev 4 sale li vê fîroşgehê meyze dike diyar dike ku dema nêzî 8’ê Adarê dibe jin hemû tên vêderê qomaşan dikirin û got: “Ev fîroşgeh di bin binya Meclîsa Îştar de li ser esasê ji bo jin bi xwe debara xwe bike û xwe li ser lingan bigre hatiye vekirin. Ev çar sale ez li vê fîroşgehê meyze dikim. Dema dibe meha Adarê bi taybet dema dibe Roja 8’ê Adarê, Newroz û 4’ê Nîsanê piranî dema nêzî van rojan dibe firoşgeh hîn zêdetir kar dike. Piranî jin û jinên ciwan dema dibe nêzî 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji bo çêkirina cilên kurdî eleqeyek mezin ya wan çêdibe. Dema me qumaşên nû anî piranî jinên ciwan ji bo kirina wan berê xwe dan vêderê.”
“Roja 8’ê Adarê ji bo me gelek pîroze”
Saryayê bal kişand li ser giringiya roja 8’ê Adarê û eleqeya jinan ya ji bo cil û bergên Kurdî û wiha domand: “Roja 8’ê Adarê ji bo me rojek gelek giringe. Hem di aliyê cil û berg de, hem jî di aliyê jin de. Weke jin Roja 8’ê Adarê ji bo me gelek pîroze. Bi taybet rojên giring hemû ji bo me pîrozin. Piranî van rojan em qumaşan tînin jin jî eleqederek mezin nîşan didin. Piranî modelên cilên kurdî ji xwe Kurdî û Soranîne, bes piranî niha cilên geverî di nava me de giraniya wê heye. Ji ber ku ew cil di berê de dayikên me çêdikirin û li xwe dikirin, heta niha piranî ji ew cilin mode. Weke esnaf em diçin qomaşê xwe hemû ji bajarê Musilê tînin.”