Jinên Lubnanî bi xebatên çandiniyê krîza aborî kêm dikin

Ji ber rewşa aborî ya li Lubnanê civak di zorî û zehmetiyê de derbas dibe. Ji nîvî zêdetir şêniya Lubnanê bêkar in û ji sedî 60 di bin sînorê xizaniyê de dijîn. Her wiha rêjeya bêkariya jinên li Lubnanê bûye ji sedî 26.

 
KRISTIYAN WAKID 
Beyrûd – Lubnan li cîhanê bûye sêyemîn welatê deyndar û bi qeyrana aborî ya herî dijwar re rû bi rû ye. Ji bo vê yekê nexşerêyek cidî hewce dike ku karbidestên Lubnanê bikin lê heta niha ev yek nehatiye pêşkêşkirin.
Li gorî daneyên Sindoqa Diravê ya Navneteweyî, hilberîna navxweyî ya di 2019'an de gihîşt 53 milyar dolarî. Tê payîn ku di dawiya 2020'an de dakeve 18 dolarî.
Ziyanên sektora darayî ji 100 milyar dolarî derbas bû, di heman demê de hin pispor texmîn dikin ku Lubnan niha hewceyê nexşeya başbûnê ye û divê 63 milyar beramberî 26 milyar li ber destên wê hebe. Li gorî pisporên aboriyê, hemû bankayên Lubnanê niha bêçare ne. Deynê giştî yê dewletê di dawiya Îlona 2020'an de gihîştiye nêzî 95 milyarî. 
Li gorî Heyeta Neteweyên Yekbûyî rêjeya bêkariyê ya jinan li Lubnanê gihîştiye ji sedî 26. Ev jî tê wê wateyê ku niha 132 hezar jin li welat bêkar in ku ev yek, li gorî du salên berê ji sedî 63 zêde bûye.
Wekî ku digotin 'Pêdivî yan nûbûn', jin û mêrên li Lubnanê divê hemû pîşeyên xwe bi kar bînin da ku pêşî li têkçûna rewşa aborî ya li welatê xwe bigrin. Gelek jin, ji bo ku karibin rojane xwarinê çêbikin, biryar dan li her derên guncav ên malên xwe çandiniyê bikin.
Yên ku zeviyên wan ên çandiniyê tune ne, hewzên mezin çêkirin ji bo her cure dexl û sebzeyên wekî kartol, balîcan, pîvaz, rihan û genim pê av bidin. Ev jin, tovên çandiniyê bi cîranên xwe re parve dikin û ji her demê zêdetir demên şer bi bîr tînin ku bi zorî û zehmetiyan re bûne yek.
Bi zêdebûna têkçûna aboriyê, gelek malbatên li Lubnanê ji bo birçî nemînin, li her derê ku pêkan e û dikarin, çandiniyê dikin. Li ser banê xwe, li perçeyên biçûk ên erd û bexçeyan û li balkonên xwe tovan diçînin. 
Ji wan jinan yek jî Foz El-rês a 67 salî ye û bi hevjînê xwe re li gundê Hemlaya yê çiyayî dijîn. Ew xwedan pirtûkxaneyek biçûk in lê qeyrana aborî ew neçar kirine ku serî li karê çandiniyê bidin. Foz wiha dibêje: "Em li çiya dijîn, her wiha li kêleka mala me erdê me yê çandiniyê heye. Ji ber qeyrana aborî û buhayê zêde yê tiştan, me biryar da em dest bi çandiniya demsalî bikin. Zivistan ne dema cotkirinê ye lê di payîzê de zêde ava me heye, ji ber vê yekê ev ji bo mezinbûna kelem, fasûlye û sîr baş e û di biharê de ji bo mezinbûna bexdenûs, balîcan, lûbiya û sebzeyên bi pel baş e."
Li ser sûdên ku ji bilî vêya ji çandiniyê girtiye jî wiha dibêje: "Çandinî dibe alîkar ku em ji betaliyê dûr bikevin. Çandinî me zindî û çalak dike. Ev kar, bûye heval ji bo min û her wiha cureyek ji werzîşê ye jî. Di belavbûna nexweşiya coronayê de ji bo me dibe mijûlî û em malê dernekevin jî bêhna me teng nabe."
Jina bi navê Losîna Saroxniyan a temenê wê 34 jî ji gundê Hemlaya ye dibêje: "Qîrîna ku ji ber krîza aborî li Lubnanê bilind bûye, ji bo her kesê rewşeke dijwar e, hewzên çandiniyê jî li gel me tune ne ji bo wê me dar danîn ser hev û hewzek ji daran çêkir ku ev ji bo çandiniyê jî guncaw e. Em sebzeyên pêwîstiya wan bi amûrên taybet ên avdanê tune ye diçînin, wekî kelem, leymûn û kîwî." 
Losîna diyar kir ku hevjînê wê diravê Lubnanê yê nirxa xwe winda kiriye digire ji ber wê ew çandiniya sezbe û fêkiyan, xwedîkirina mirîşkan, ji bo debarê rêbazek gelekî baş dibîne û wiha dibêje: "Ji bo min karê çandiniyê baş e û zêde zehmetiyê jî nakşînim, ji ber ku ji bo alîkariya malbata xwe bikim ev rêbazek gelek baş e."
Losîna Saroxaniyan bi hêvî ye ku qeyrana li Lubnanê bi dawî bibe û her tişt wekî rewşa berê asayî bibe û wiha gotinên xwe bi dawî dike: "Mercên jiyanê yên dijwar çi dibin bila bibin, jin çawa ku karên din dikin, dikarin beşdarî sektora çandiniyê jî bibin û di vê qadê de hilberîner bin. Bi saya vê xebatê, ji bo mezinbûnê em alîkariya kargehên herêmî jî dikin."