Jinên li zozanê Orşe bi bêrîvaniyê debara xwe dikin

Jinên koçer ên derdikevin zozanan bi stranên ku dibejîn re pezên xwe didoşin, ji şîrê pez penîr û mast çêdikin. Bi wî rengî ew di warê aborî de azad in, bêyî ku hewceyê kesê bibin, di hemû waran de dikarin hewcedariyên xwe bi cih bînin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Colemêrg -  Jiyana dijwar a jinên ku diçin zozanê Orşe yê navçeya Gevera Colemêrgê berdewam dike. Jinên ku bi xwedîkirina hezaran pezê xwe, debara xwe bi çêkirina penîr û mast dikin. Jin di demsalên bihar û havînê de her roj heman karî dikin, tevî germa havînê li deşta ku ew bi kamyonê diçin û tên di bin germahiya rojê de dixebitin. Beriya ku dest bi bêriyê bikin çaya xwe li konên xwe vedixwin. Piştî ku jin çaya xwe bi stranan re vedixwin, dest bi karê xwe dikin. Piştî bêrî xilas dibe, ew li kamyona ku pê tên zozanan siwar dibin û berê xwe didin malê. Hinek jin, pez ji bo xwedîkirina zarokên xwe û hinek jî ji bo ku pêdiviyên perwerdeyê pêk binîn dikin û tevahiya rojê bi vî karî re mijûl dibin.
"Em şîr dikin penîr û difroşin" 
Yek ji jinên bêrîvan Turkan Unata dibejê ku ew saetên 11:00 sibehê de tên, bi saetan ki wir dimîne, bi şîrê pezê xwe zarokên xwe xwedî dike û wiha didomîne: "Piştî ku em şîrê pez didoşin, dibin malê û dikin penîr. Em gelek cureyên penîr çêdikin û ji bo zivistanê depo dikin. Li vir em tevahiya rojê li bêriyê bi pez re derbas dikin. Ev der û pezên me bûne debara me. Em bi şîrê ku distînin penîr çêdikin û difroşin. Min heta îro bi vî awayî li zarokên xwe xwedî kiriye. Em di vê karê de wekî mezinên xwe baş ji heqderketî nîn im lê dîsa jî em hewl didin bikin. Karê me pir zehmet e lê em bi rengekî ku îdare dike pêk tînin.”
"Pezê me deriyê debara me ye”
Bêrîvan Heybet Kaya diyar dike ku derketina bêriyê ji wan re bûye pîşeyek e, karê wan ê rojane tenê berî ye û wiha berdewam dike: "Mirovên din di nava rojê de li deverên din dixebitin, ev jî ya me ye. Em di nava rojê de, di demên diyar de tên, heya ku karê me xilas dibe em li vir dixebitin. Bi xwedîkirina mêşinan roja me derbas dibe. Ez vî karî ji dayika xwe fêr bûm. Niha li şûna wê ez dikim. Ji serî heya dawî li vir jin dixebitin. Jin bi salan e ku vî karî dikin. Hûn li vir biçin kîjan gundî, jinên ku vî karî dikin hene. Pezê me deriyê debara me ye. Ez ji bêriyê hez dikim. Em kevneşopiya xwe çanda xwe didomînin, em ajalên xwe xwedî dikin û vî karî dikin.”
"Bi şîrê pez zarokên xwe xwedî dikim" 
Sabîha Fîdan jî dibêje debara wê tenê bêrîvanî ye, her roj ji bo pezê kesên din bidoşê diçe zozanan, ji bo şîrê para xwe ya ji pezên ku ew didoşe digre jî dibejê: “Çar zarokên min hene. Hevjînê min mir. Bi vî karî, ez dikarim zarokên xwe xwedî bikim. Ez pezê kesek din didoşim. Ew jî şîrê pezê ku ez didoşim didin min. Ez bi vî rengî hewcedariyên mala xwe pêk tînim. Li vir karekî din tune ye ku em bikin, derfeta kar tune ye, ji ber vê yekê em vî karî dikin. Gelek jin wekî min bi heman karî qezenca xwe dikin.”