Jinên li Kirmanşahê mafê keda xwe nagirin
Di fuara “Mobîlya, awîze û malzemeyên ji bo razanê” ya li Kirmanşahê hat lidarxistin de, hejmara zêde ya jinan balê kişand. Jinên beşdar bûn ji newekheviya mûçe û zexten civakî bi gilî bûn.
JUAN KERAMÎ
Kirmanşah- Bajarê Kirmanşah ê Rojhilatê Kurdistanê jî yek ji wan cihan e ku xizanî lê zêde bûye û krîza aborî pêşî li felaketan vekiriye. Li bajarê ku hewl tê dayîn jin bi zextên civakî û referansên olî ji derveyî jiyana civakî werin hiştin, tevî her tiştî jî jin ji bo hebûna xwe di nava hewldanan de ne. Fiara “Mobîlya, awîze û malzemeyên razanê” ya ku di 8’ê Çileyê de li Parka Shahid hat vekirin û heta 12’ê Çileyê bidome, hejmara zêde ya jinan balê kişand. Gelek ji jinên li fiarê weke mudurên standê, şêwirmendên firoşkar, muhasebekar û kasiyeriyê dikin.
‘Mirov nikarin tiştek bikirin’
Tîna Karîmî, ya ku beşdarî fiarê bûye, ligel kuaforiyê, niha di şîrketeke mobîlyayê de weke şêwirmenda firoşkariyê dixebite. Tîna Karîmî diyar kir ku di sektora mobîlyayê de nêzî 4 sal in dixebite û wiha got: “Perwerdeya min di warê endustriyê de heta lîsansê bû. Piştî ku min perwerdeya xwe qedand ez li kar geriyam lê min li gorî xwendina xwe kar nedît. Dû re min dest bi kuaforiyê kir û ligel vê yekê ez li vê derê jî dixebitin. Ez şêwirmendiya firoşkariya vê fiarê dikim. Du sal in ez di warê fiara mobîlyayê de dixebitim.”
Tîna Karîmî diyar kir ku qezenca di kuaforiyê de li gorî salên berê kêm bûye û wiha got: “Berê baştir bû lê ev 4 sal in qezenc kêm bûye. Li bajar ji ber bêkariyê gelek jinan berê xwe dane karê kuaforiyê. Bazar weke berê baş nîn e û her diçe bi paş dikeve. Firotina li fiarê jî li gorî salên berê kêm bûye, mirov nikarin tiştek bikirin. Ji ber ku zêdetirî malzemeyan malên îthal in, bihayê wan her diçe zêde dibe. Eleqe ji fiarê re heye lê bi qasî ku hewce dike kirîn çênabe. Em dibînin ku welatiyên li bajarên Îsfahan, Yezd û yên din, ji şêniyên Kirmanşahê zêdetir dikarin berheman bikirin.”
Dîzaynkariyê dike
Priya Khandamî, ya ji bajarê Kirmanşahê li ser tecrubeya xwe ya xebatê ya bîst salan wiha got: “Min di warê psîkolojîk de dîplomaya lîsansê girt û weke bazarker bîst sal in dixebitim. Nêzî sê sal in em mudawîmiya fiarê dikin. Bi hevjînê xwe re bîst sal in em dixebitin, navenda me ya dekorasyona malê û dîzaynkarî û pêkanînê heye. Hevjînê min tu carî nebû asteng. Divê jin û mêr bi hev re mil bi mil bixebitin, tişta ku dihêle mirov di jiyanê de bi pêş ve biçe ev e. Li gorî min asta qabiliyeta jin û mêran yek e.”
Di mûçe de newekhevî heye
Yas Heydarî jî behsa tecrubeya xwe ya ji xebatên ku kirine kir û wiha got: “Pênc sal in ez di warê mobîlya, firotina awîzeyan, muhasebekariya rêze restoranan û firotina asesuarên selulîz de dixebitim. Di warê dîzaynkariya web de dîplomaya min a lîsansê heye lê mixabin min di wî warî de kar nedît û sermayeya ku ez wî karî bikim jî tune ye. Zêdetirî kesên ku di fiaran firoşkariyê dikin jin in. Sedema wê jî ew e ku nîvroj e. Ji aliyê cudahiya mûçeya jin û mêr ve di vê bazarê de zêde ferq tune ye lê li cihên din heye û mûçeyê jinan kêmtir e. Hinceta kardêran ew e ku jin mezinên malê nîn in, mesrefa wan a wekî din tune ye, mesrefa malê li ser milên wan nîn e ye.”
Hiqûqê xwendiye lê di fiarê de dixebite
Setera Derakhshan a li Tehranê dijî jî çavdêriyên xwe wiha anî ziman: “Ez ji hiqûqê mezûn bûme, nêzî deh salan e di karê mobîlyayê de dixebitim û di heman demê de dîzaynkariya cilan dikim lê niha debara xwe bi fiara mobîlyayê dikim. Ez di warên din jî di fiaran de xebitîm lê di warê xwendina xwe de nexebitîm. Li Îranê jin û mêr vê pirsgirêkê dijîn. Ev tenê ji bo jinan nîn e lewre ez dibînim ku mêrên di warê matematîkê de lîsansa bilind an jî doktora kirine jî karê xwe nakin. Di civaka me de her kes hema bibêje di beşa ku xwendiye de pîşeya xwe nake yanî her kes ji bo debara xwe bike di karên ku qet eleqe bi perwerdeya dîtiye re tune ye de dixebite.”
‘Em heman karî dikin lê wekhev nîn in’
Setera Derakhshan, jî bal kişand ku di hemanê xwebatê de mûçeya wekhev nayê dayîn û got: “Divê ez bibêjim ku mehaneya jinan lip gorî ya mêran pir kêm e. Tevî ku jin di gelek karan de ji mêran kêrhatîtir in jî ji ber ramana şaş a di nava civakê de rûniştiye, mûçeyê jinan kêmtir e. Mesela li şîrketa ku berê ez lê dixebitîm, miqdara firotinê bi ya hempîşeyên min ên mêr re eynî bû heta carna zêdetir bû jî lê mûçeyê mêran duqatî yê min bû. Ev qet adil nîn e ji ber ku min heman karî dikir lê nîvî wan digirt. Ji ber wê yekê ez difikirim ku ked, hewldan û xebata jinan zêde ye lê mafê xwe nagirin.”
‘Sînoran li pêş jinan datînin’
Setera Derakhshan jî behsa astengiyên li pêşiya jinan kir û wiha got: “Gelek jinên ku ji bo debara xwe dixwazin bixebitin hene lê hevjîn an jî bavên wan destûrê nadin. Di civaka me de ji bo jin bikaribe tiştek bike divê destûra hevjîn hebe û ev yek jî mirov nikare bipejirîne. Lewre divê her mirov tercîha xwe bike, tişta dixwaze pêk bîne. Divê destûra tu kesê di destên kesên din de nebe lewre her kes xwedî hêza hilbijartin û îradeyê ye. Gelek jinên xwedî behremendî û xebatkar hene lê ji ber van sînoran, nikarin derfetên xwe bi kar bînin û behremendiyên wan nayên dîtin.”
Setera Derakhshan bal kişand ku jin xwedî wî mafî ne ku di warê dixwazin bixebitin de bêyî astengî tişta dixwazin bikin û got ku divê zihniyeta heyî biguhere.