Jinên li Idlibê di karan de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin

Jinên Idlibê ji bo pêkanîna karên xwe rastî gelek zehmetiyan tên, yek ji wan zehmetiyan jî adet û paşverûtî ne. Herî dawî jî desthilatdariya ku li ser jinan tê meşandin tevgera wan sînordar dike û barê giran li ser milên jînan zêde dike.

SUHÊR EL-IDLIBÎ
 Idlib- Li Idlibê jin ji bo ku debara mala xwe bikin û alîkariya hevjînên xwe bikin di gelek karan de dixebitin û rastî gelek zehmetiyan tên. Jina bi navê Rîm Al-Mohamed a 32 salî ku koçbereke ji bajarê Hezarîn e û li bajarê Idlibê niştecih bûye diyar kir ku ew gelekî xebitiye ji bo ku karekî peyda bike. Ji bo alîkariya hevjînê xwe û malbata xwe di aliyê aborî de bike. Ji ber ku şert û mercên jiyana wan pir zehmet in, lêçûna xaniyê ku tê de bi cih bûne, ji îmkanên wan ên madî  zêdetir e ku li hember nebûna derfetên kar piştî ji derketina wan ji herêmê  û zêdebûna  lêçûnên di nav bihayên giran de  nehiştiye ku ew gelek pêdawistiyên bingehîn peyda bikin.
Di çûyîna karê xwe de gelek zehmetiyan dibîne 
Rîm El-Mohamed bi bîr xist ku di karê xwe yê firotina cilên hazir de gelek zehmetiyan dikşîne û got: “Ez di gihîştina karê xwe yê firotina cilên hazir li bazara Idlibê de gelek zehmetiyan dikşînim û di dawiya mehê de ez bi kêmbûna mûçe re rû bi rû mam. Ji derveyî derengdayîna mûçeyê mehane berpirsyariya kar jî heye.”
“Cihek bi ewle nîn e ku zarokên xwe lê bi cih bikim”
Sana El-Hemdan a 25 salî ji bajarokê Hasê koçber bûye û niştecihê bajarê Saliqînê ye dibêje: “Sê zarokên min ên biçûk hene û ji ber dema ku diçim kar tu cihên bi ewle nîn in ez zarokên xwe bibim ev yek dibe pirsgirêk, ji ber wê ez neçar dimînim dema diçim kar zarokên xwe bihêlim gel cîran û xizmên xwe.”
“Ji ber tacîza devkî ez ji karê xwe bêpar mam”
Sara Al-Rayan a 22 salî ku ew jî êşek cuda dikşîne û li nexweşxaneyeke wekî hemşîre dixebitî  tevî pêwîstiya wê bi kar heye jî malbatê ji ber tacîza devkî ew ji kar derxist û êdî nikaribû karê xwe berdewam bike wiha dibêje: “Ji ber dûrbûna cihê karê min ji cihê ez lê dimînim û ji ber nebûna wesayîdan ez neçar im riyên dirêj bimeşim heya bigihîjim cihê karê xwe û di van riyên dirêj de ez rastî tacîza devkî hatim ev jî bû sedem ku malbata min nehêle biçim kar.” 
“Heyet Tehrîr El-Şam navenda me ya li bajarê Idlibê girtin”
Raîda El-Îsmaîl jî gazinan dike û dibêje dema ku Heyet Tahrîr El-Şam ku Tirkiye piştgiriya wan dike ser navenda ku tê de kar dike de digrin zêdebûn û tevliheviya ku heram û qedexe dibîne û dibêje: “Di dawiya sala 2019’an de dema endamên ‘Heyet Tahrîr El-Şam’ navenda me li bajarê Idlibê girtin ji ber hin perwerdeyên tevlihev ên wekî çavdêrî, nirxandin û birêvebirina dozê û yên din û hemû ew kesên li navendê birin navenda xwe û wan neçar kirin ku sozek nivîskî bidin ku ev mijar dubare nebe. Ev yek bandorek mezin li ser xebata navendê kir. Pirsgirêkên li Idlibê jin rastî wan tên di vê xalê de ranawestin, belkî jin rastî rewşa ewlehiyê, topbaran, koçberkirina ji cihekî bo cihekî din, nebûna ewlehî û aramiyê, li gel newekheviya jin û mêran di mûçe û îmtiyazan de û pozîsyon de rastî neheqiyan tên.”
Gelek lêkolînan îsbat kirine ku jin di gelek karan de ji mêran pêşketîtir in
Mamoste Suheyla Marawan a 35 salî rexne li newekheviya derfetan di navbera jin û mêran de di beşên cuda de bi taybetî di warê perwerdeyê de dike û dibêje: “Bi dehan mamosteyên jin ji bo postên rênîşandaniya xwendinê întîxab bûn, di rêberiyê de û hemû cihê ku hatin tayînkirin mamosteyên mêr in. Çima mafê me nîn e ku em di civakê de bigihîjin postên îdarî û rêveberî tevî ku asta me ji ezmûn û şarezahiyên mêran zêdetir û zîrektir in.”
Tevî ku gelek lêkolînan îsbat kirine jin di gelek karan de ji mêran pêşketîtir in û hemû fedakarî û sekna ku jinan li Idlibê kirine û pêşkêş dikin jî; jêhatîbûn û dilsoziya bi karê xwe re ji bo serkeftinê îsbat bikin û piştgiriya malbata xwe bikin, hîn jî bi her curê cudakariyê rû bi rû dimînin û karê xwe bi hin karên ku pêşketin û afrîneriya wî sînordar dikin re bi sînor dikin.