Jinên li Îdlibê bi sabûnên bêhnxweş çanda xwe diparêzin

Îdlib ew bajarê Sûriyeyê wekî bajarên din xwedî pîşeyên cuda ye. Yek ji wan jî çêkirina sabûna destan e. Piştî şerê Sûriyeyê, wekî gelek deran ji ber bihabûnê jinên ku vê pîşeyê dizanibûn dest bi çêkirina sabûna Xar kirin.

 
SUHÊR EL-ÎDLIBÎ
 İdlib- Bi bihayên zêde yên paqijkerên li Îdlibê re, hejmarek jin li malên xwe berê xwe didin çêkirina celebên sabûna Xar ku bi awayên hêsan ên kevneşopî û bi hewldanên kolektîf di nav endamên heman malbatê de çêdikin. 
Suheyla El-Tebal a şêst salî, dibêje ku çêkirina sabûna Xar a malê yek ji pîşeyên kevn e li Sûriyeyê û wê ev pîşe ji dê û dapîra xwe girtiye, wan jî berê li malê çêdikirin.
Der barê rêbaza çêkirina sabûna malê de dibêje ku zeyta zeytûnê di tasek mezin de tê danîn û gav bi gav av bi hîdroksîda sodyomê tê zêdekirin. Dûre zeyta Xar lê tê zêdekirin û baş tê helandin heya ku têkel hev digre û dûre di qalibên mezin de ku jê re dibêjin sabûn tê rijandin
Îdlib bi darên xwe yên zeytûnan navdar e
Îdlib, ev bajarê Sûriyeyê ku bi darên xwe yên zeytûnê navdar e, kesên ku dizanin ji vê çandiniya bi bereket a darên zeytûnan sabûna Xar çêdikin ku ji hêla kalîte, bêhna xweş û sûdên tenduristiyê ve sabûneke cuda ye.
Hin jinan çêkirina sabûna Xar ji xwe re kirine pîşe û bi wê debara malbat û zarokên xwe dikin. Layal El-Ayan a 40 salî, piştî ku gelek zehmetî di aliyê buhayên madeyan de dît, dudilî nebû vê tecrube bike û dest bi çêkirina sabûnan bike. Jixwe her kîloyek wê ji 35 lîreyên tirk zêdetir e yanî bi qasî 17 hezar lîreyên Sûriyeyê ye. Layal dibêje ku bihayê sabûnê berî şer hinekî maqûl bû lê di roja îro de gelekî zêde bûye.
Çêkirina sabûnê ji bo wê bû riya debarê
Layal El-Ayan ji xesûya xwe fêrî çêkirina sabûnê bûye lewre xesûya wê berê li malê çêdikir.  Dibêje ku niha dem hatiye ew bi xwe çêbike, bi rastî jî dê bawer dike ku dê serkeftî be bêyî ku alîkariya tu kesî bixwaze dê karê xwe bike.
Layal El-Ayan diyar dike ku wê her dem bi hevserê xwe re difikirî ka dê çawa alîkariya wî bike da ku debara jiyana xwe bikin. Bi taybetî ji ber ku ew tu pîşeyan nizanibû, tiştek nedihat hişê wê. Piştî demekê pîşeya wê ya çêkirina sabûnan hat bîra wê û dest bi vî karî kir. Çêkirina sabûnan êdî bûye çavkaniya debara jiyana wan ku nikare dev jê berde.
Li aliyê din Semîra El-Hesûn a 38 salî ku koçber e îtîmada xwe dide ser kirîna sabûna Xar ji jinên ku li malê sabûnan çêdikin re ji ber ku ew ji ya sûkê baştir e. Li ser vê yekê dibêje; “Bêhna Xar a xwazayî bala mirov dikşîne, mirov dixwaze bikre. Ev sabûn ji bo por pir baş e nahêle porê mirov biweşe.
Bi sedsalan e li Sûriyeyê tê çêkirin
Li gorî hinek dîroknasan çêkirina sabûnê li Îdlibê bi sedsalane heye. Yekem car danasîna çêkirina sabûnê ji aliyê Şêx El- Rebwe El-Dîn Dimaşqî ve hatiye kirin, wî gotiye ku ew li Sûriyeyê tê çêkirin û li gelek welatan tê hinardekirin
Pispora bedewiyê Sîba El-Salih a 32 salî li ser sûdên sabûna Xar axivî û wiha got: “Sabûna Xar ji kevintirîn cureyên sabûnan e. Bajarê Heleb û Îdlibê di vê yekê de navdar in, ew ji madeyên xwezayî tê çêkirin, ji ber vê ew ji rûyê mirov re gelekî baş e.”
Sîba El-Salih ji her kesê re pêşniyar dike ku sabûna Xar bi kar bînin ji ber ku ji rû û porê mirov re gelek baş e.
Tevî ku şerê li Sûriyeyê ketiye sala xwe ya yanzdehemîn jî dîsa jinên Îdlibê bi keda xwe  îsbat dikin ku ew dikarin pêdiviyên xwe yên jiyanê bi cih bînin.