Jinên ku li Idlibê bê ewle dixebitin mafên wan nayê dayîn

Jinên ku di karên bê ewle de dixebitin û di karên ku tên îstîsmarkirin de ger qezayek kar derbas bikin nikarin mafên xwe bigrin. Ghadir Arafat diyar kir ku ji bo parastina mafên karkeran pêwîst e sendîka bê avakirin.

HADEEL AL-OMAR

Idlib – Şert û mercên aborî dibin sedem ku jin di pîşeyên dijwar û xeternak de bixebitin. Ji ber nebûna qanûnên parastina karkerên li Idlibê, jinên ku di karên ne ewle de dixebitin rastî birînên mayînde yan demkî tên.

Rania Al-Sadir a 33 salî ya koçber ku li bajarê Sarmada yê li bakurê Idlibê dijî, piştî emeliyata 5 mehan ji ber nexweşiya wê ya dîskê, tedawiya fizîkî dibîne. Rania Al-Sadir wiha got: “Ez li herêmê di kargeheke cîpsê de dixebitim. Ji ber xizanî û rewşa nebaş a jiyanê, em neçar in ji bo debara jiyana xwe ya aborî bixebitin. Dema ez dixebitîm ji ber ku stûnek bi ser min de ket, ez astengdar bûm. Tazmînata min jî nehat dayîn. Kardêr razî nebû ku tu lêçûnên dermankirina min bide. Hevjînê min jî ji ber coronayê jiyana xwe ji dest da.”

Rania Al-Sadir anî ziman ku tu qanûn ji bo parastina jinên li Idlibê kar dikin tune ye û got ku ew nikare dozê li xwediyê kargehê veke, ji ber ku tu peymana kar nîn e, ew jî mecbûrî tezmînat û mûçeya mehane dide. Rania Al-Sadir wiha got: “Ji ber ku deynê min kom bûn, neçar bûm eşyayên mala xwe bifiroşim da ku pêvajoya dermankirinê bi dawî bibe. Ez niha di nava şert û mercên pir dijwar de dijîm."

Qezaya kar derbas kir

Fadia Tobrukji a 29 salî ku li kampên li sînorê bajarokê Atma yê li bakurê Idlibê dijî, diyar kir ku dema di plastîkekê tesîsa vezivirandinê de dixebitî ji cihekî bilind ketiye destê wê yê çepê di çend ciyan de şikestiye. Fadia Tobrukji, diyar kir ku tu alîkarî û tazmînat ji kardêrê xwe negirtiye û diyar kir ku hemû îtîraz û daxwazên wê yên ji bo tazmînata qezaya kar hatine redkirin. Fadia Tobrukji got: "Ji ber ku ez neçar bûm lêçûnên dermankirinê bi xwe bidim ez rastî rewşên pir dijwar hatim.”

'Karker nayên parastin'

Fadia Tobrukji anî ziman ku ji ber saetên dirêj ên kar û mûçeyên kêm tên îstismarkirin û wiha got: “Tu rewşeke ewlekarî ya ku karkeran di dema xebatê de diparêze nîn e. Tu peymanek qanûnî ku karkeran diparêze tune ye. Ji ber ku peyama me ya kar nîn e, weke karkerên jin, em nikarin di rewşa birîndarbûnê de serî li dadgehan bidin û nikarin mafên xwe yên rewa bigrin. Divê ez li zarokên xwe xwedî derkevim û ji bo wê jî karek pêwîst e. Derfetên kar pir kêm in û ji ber vê yekê divê em di karên ne ewle de bixebitin. Ger tedawiya min bi dawî bibe divê ez dîsa dest bi xebatê bikim.”

‘Ji bo karkerên jin û mêr avakirina sendîkayeke girîng e’

Parêzvana mafên mirovan Ghadir Arafat bi taybetî kaosa li herêmê bi bîr xist û diyar kir ku karsaz bi vê kaosê zêdetir mirovan îstîsmar dikin. Ghadir Arafat, anî ziman ku jin di nava şert û mercên zehmet û westandina karkeran de bi mûçeyên kêm re rû bi rû dimînin û diyar kir ku ger karker rastî zerar û ziyanên fizîkî bên mafê wan nayê dayîn. Ghadir Arafat destnîşan kir ku divê zext li dadgehên edlî bê kirin da ku herî kêm mafên karkerên jin ên ku di kargehê de tên çewisandin bên bidestxistin û got ku ji bo karkerên jin û mêr avakirina sendîkayeke girîng e.