Jinên ku debara xwe bi nan dikin

Jinên ku li Mûşê heta êvarê di germa havînê de jî di tenûrê de dixebitin, dixwazin ku jin serfiraz bin û hewceyî kesî nebin.

BINEVŞ STÊRK

Mûş – Li Mûşê kargeha bi navê ‘Nan’, ji bo debara jinan bûye hêviyek. Li vir serê sibê zû tenûr tên vêxistin û dest bi çêkirina nan tê kirin. Jinên ku ji bo debara xwe bikin serê sibê zû tên tanûrê, ji bo ku gel nanê germ û teze bixwe, zend û bendan ba didin. Ji bo wan jiyan zehmet e, lê dîsa jî ji ber ku dikarin li ser piyê xwe bisekinin, dev ji têkoşînê bernadin.

Debara malbatên xwe dikin

Jinên ku li ber tenûrê nan dipêjin, di heman demê de civat dikin û alîkariya hev dikin. Yek ji van jinan, bi hevjînê xwe re dixebite yek jî bi keça xwe re tê tenûrê û heta êvarê li ber tenûra germ nan dipêje. Ji bilî nan, kate jî tê çêkirin. Ev nan û kate, ji derveyê bajêr re jî tên şandin. Jinên nanpêj, ji me re behsa jiyan û armancên xwe kirin. Fatma, Xanimşa û Menekşe, ji bo debara malbata xwe serê sibê saet di 7’an de li ser kar in. Heta saet 5’ê êvarê li ber tenûran li ser piya nan dipêjin.

Ew û keça xwe bi hev re dixebitin

Menekşe jî anî ziman ku debara wan nabe û wiha got: “Em serê sibê di 7’an de tên û di 8’an de dest bi çêkirina nan dikin. Em ji bo zarokên xwe tên vir. Em dixwazin jin hewceyî mêran nebin. Şikir her tişt ji destê jinan tê. Êdî pêdiviya wan bi mêran tuneye. Ez û keça xwe li vir dixebitin. Ez dixwazim ku jin hewceyî mêran nebin. Bila her tim destê wan dirêj be. Jin jiyan in. Her tişt li ser milê jinan e. Em saet di 8’an de dest bi kar dikin. Malxweyê min nexweş e. Cîhekî ku malxweyê min tê de bixebite tuneye. Lewma ez dixebitim.”

‘Bila jin serfiraz bin’

Menekşe xwest ku jin serfiraz bin û wiha pê de çû: “Xwedê taqetê bide wan û bereketê bike canê wan. Gelek kes ji min re dibêjin nexebite, lê ez guh nadim gotinên wan. Ez ji bo îdareya malbata xwe kar dikim. Meriv ji bo xwe, zarokên xwe û malbata xwe bixebite, xêr e guneh nîne.”

Bi hevjînê xwe re dixebite

Jina bi navê Fatma, dayîka 5 zarokan e û bi hevjînê xwe re li tenûrê dixebite. Fatma diyar kir ku gerek niha li mala xwe û di nav zarokên xwe de bûna, lê ji ber ku debara wan nabe, ji neçarî dixebitin. Fatma anî ziman ku di hundir de sebra wan nayê, dixwazin tavkariyek bidin malbata xwe û wiha got: “Havînan pir germ e, em li ber tenûrê pir acis dibin. Lê em neçar in bixebitin û debara malbata xwe bikin.“

Debara 12 zarokan dike

Xanimşa ya ku bi tevî keça xwe li tenûrê dixebite, da zanîn ku 12 zarokên wê hene û tenê yek ji wan zewicandî ye. Xanimşa wiha got: “Jin, jiyan in. Em ji bo pêdiviyên xwe tên. Ji bo ku hewceyî mêran nebin, dixebitin. Ez dixwazim ku jin serfiraz bin. Hewceyî kesî nebin. Ji destê wan çi tê, bikin. Ji min re dibêjin neçe nexebite, lê ez guh nadim wan.”