Jinên koçberên Idlibê di nav konan de sebzeyan diçînin

Jinên ku fêrî çandînî û axê bûne tu caran nikarin bêyî çandinî jiyana xwe bidomînin mînaka vê jî jinên koçberên Idlibê ne. Her çiqas di nava konan de bijîn jî li dora konên xwe baxçeyên biçûk çêkirine û di nav de şînahî û sebzeyan diçînin.

 
SOHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib – Jinên kocberên Idlibê ji ber ku ji cih û warên xwe yên têr şînahî koçber bûne, li kampan ji bo bîranîna xweşbûna rojên xwe yên xweş ên ku bi çandaniyê ve mijûl dibûn, li kampên Idlibê di nav konên xwe yên li erdên çiyayî yên ne diyar de cureyên sebzeyan çandine da ku rengekî xweş bidin herêmê û bêhna wan jî fireh bibe. Bi destpêkirina werza zivistanê re dema çandina sebzeyên zivistanê hat. Fatîma El-Şeyba ya 35 salî bi lez tovan anîne û axa dora konê xwe yê li Dêra Hesen ê li Bakûrê Idlibê amade dike ji bo çandina şînahî û sebzeyên zivistanê.
“Dîmenê dar û gulên xemilandinê ji konê kêm nabe”
Fatîma El-Şeyba der barê xwesteka xwe ya ji bo çandinî û behremendiya xwe ya bijartî de wiha dibêje: “Min her tim ji çandinî û mujilbûna axê hez dikir. Min li dora konê xwe hemû sebzeyên havînê çandine da ku hinekî xwebaweriyê bi dest bixim, nemaze di nav bihayên zêde yên sebzeyan de li sûkan. Bacan, firingî û îsot ji sebzeyên herî girîng in ku di nava konên koçberan de piranî hatine çandin. Her wiha bexdenûs jî lê çandin. Dîmenê dar û gulên xemilandinê jî ji konan kêm nebû, ji bilî hin cureyên sebzeyên zivistanê ku dê piştî demek kin dest pê bike wek xes, pîvazên kesk, sîr, îspenax, çivîk û yên dinê niha dema çandina wana e em ê biçînin.”
“Tê de sebze û şînahiyan diçînim”
Fethia El-Sidîq a 50 salî jî yek ji wan e, penaberî û koçberiyê xwesteka wê ya çandiniyê ranewestandiye û ew jî li dora konê xwe yê ku li wargehên sînorî yên Kefer Lûsînê ye çandiniyê dike got: “Temenê min mezin e kesekî min tune ye ku ji min re bibe alîkar û hewcedariyên min ên jiyanê ji bazara dûrî kampê bikire. Ji ber vê yekê min dest bi çandina sebzeyan kiriye da ku ez ewqas rê neçim û kengê min xwest nêzî min e ez ji xwe re bînim. Di dema çandiniyê de ez hinek zoriyan dikşînim ji ber ku ev herêm tijî kevir û axa hişk e. Min jî ew ax û kevirên biçûk û mezin paqij kirin heta ku ji bo çandiniyê guncaw bûye û ez tê de sebze û giyayan diçînim.”
“Siya van şînahiyan atmosferek nerm dide konan”
Obeyda El-Hasram a 38 salî, ji gundê Kafrûma koçber bûye û li gel malbata xwe nîştecihê kampa Kêlî ya Bakurê Idlibê bûne dibêje: “Ez bamiya, qerî û çewlikan diçînim, ji ber ku ev zêde avê naxwazin. Em bi zor dikarin ji bo vexwarin û bikaranîna malê avê peyda bikin. Me bi çandiniya sebzeyan re nîvê pêdiviyên xwe yên rojane peyda kir, ji xeynî vê yekê şitlên sebzeyan li tenişta konan em belav dikin. Siya van şînahiyan atmosferek nerm û hênik diafirîne û nahêle ku toz û tîrêjên tavê li konan bidin.”
“Ya herî girîng ew e ku jin hildiberînin”
Pispora derûniyê, Faten El-Suweid a 40 salî, xebata çandiniyê ya ku jin di nava konên kampan de dikin  nirxand û ji gelek aliyan ve weke gavek pir girîng bi nav kir û got: “Ya herî girîng ew e ku jin hildiberînin. Wan ji enerjiya neyînî  xilas dike û enerjiya erênî zêde dike, hestek bextewariyê dide wan, nemaze bi dîtina nebatên kesk  hişê mirov rehet dibe û ji bo jiyanê teşeyek xweş dide mirov, nemaze piştî hemû şert û mercên dijwar ku mirov derbas kirine.”
Li gorî Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî nêzî 12.4 milyon Sûriyeyî ji ber bêewlebûna xwarinê êşê dikşînin. Salên pevçûnên domdar bandorê li jiyana komên herî xeternak û hewcedar li wî welatî kiriye û her wiha zirar li rewşa wan a xwarinê, di nav de jin û zarok hene kiriye. 
Bernameyê destnîşan kir ku dê û bav ji her demê zêdetir bi taybetî niha piştî bihayê xwarinên bingehîn 29 caran ji nirxê berî qeyranê bilindtir bûye, têdikoşin da ku zarokên wan xwarin bixwin.