Jinên koçber bi firotina cilan debara xwe dikin

Jinen koçber ên di kampa Roj a nû de ku dikeve rojhilatê bajarê Minbicê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo dabînkirina debara xwe ya rojnane cilan difroşin, ji ber şert û mercên dijwar û nebûna derfetên kar.

SÎLVA EL-IBRAHÎM
Minbic – Di sala 2017'an de kampa Roj a nû li gundê Rism El-Exder li bajarê Minbicê, ji bo malbatên ji gundewarên rojhilatê Helebê ji ber şerên di navbera rejîma Sûriye û DAIŞ'ê de reviyabûn, hat avakirin. Derdora 3200 koçber lê bi cih bûne û di 549 konan de hatine belavkirin.
Welîda El-Casim a 50 salî ku ji Dêr El-Hafir ku dikeve rojhilatê Helebê koçber bûye, ev pênc sal in digel hevjîn û 8 zarokên xwe di kampê de dijî, wiha dibêje: "Berî ku DAIŞ devera me kontrol bike, jiyana me pir bi ewle bû. Me bi çandiniyê û karê min ê dirûtinê debara xwe ya rojane dikir. Lê piştî ku di sala 2013'an de DAIŞ'ê devera me kontrol kir, derfetên kar neman. Ji ber vê yekê, me ji neçarî dev ji mal û mikên xwe berda, bêyî ku em tiştekî bi xwe re bibin. " 
Welîda got ku ji ber nebûna derfetên kar cilan difroşe û wiha axivî: "Tiştên ku rêxistin didin me têra dabînkirina pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê nakin. Ji ber vê yekê û ji ber ku temenê hevjînê min mezin e û nikare kar bike, min dest bi kar kir da ku ez malbata xwe xwedî bikim. Min yekem car cil bi deyn ji firoşgehên Minbicê anîn û piştî firotina wan min heqê wan da."
Welîda diyar kir ku yek ji keçên wê nexweş e û wiha axivî: "Tevî ku temenê keça min 20 salî ye, nikare nan bixwe û ew hewceya dermankirin û pabendbûna bi parêzek diyarkirî ye. Her wiha pêdeviyên wê yên taybetî hene ku tevî zêdebûna nirxê buhabûnê divê ez jê re bikirim. Lê ji ber qedexeya çûn û hatinê û girtina dikanên cilan, karê min pir asteng bû."
Welîda da zanîn ku ew ji saetên serê sibehê heya 12'ê danê nîvro kar dike û wiha pê de çû: "Ez cilan di kampê de pêşkêş dikim. Niştecihên kampê rojane nikarin biçin bajêr ji bo kirîna cilan. Gelek jinên din jî hene ku di kampê de cilan difroşin. Ez cilan bi bihayekî erzantir ji bihayêna sûkê difroşim."
Welîda teqez kir ku divê her jin xwe bispêre xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez ji rêxistinên pêwendîdar dixwazim ku derfetên kar ji jinan re peyda bikin di hundirê kampê de. Piraniya jinên di kampê di dirûtinê de jêhatî ne lê ji ber nebûna mekîneyan nikarin kar bikin."
Emîna El-Eklî ya 50 salî ku ji bajarokê Meskena yê dikeve gundewarê rojhilatê Helebê koçber bûye, ji bilî karê xwe yê paqijkirina kampê, cilan jî difroşe, wiha dibêje: "Em 40 karker in ku di paqijkirina wargehê de dixebitin. Em dibin du tîm, yek serê sibê û ya din jî êvarî."
Emîna anî ziman ku karkerên paqijkirinê di Hezêrana 2017'an de dest bi karê xwe kirine û tîma yekemîn ji 8'ê sibehê heya 12'ê nîvroyê dixebite, tîma duyemîn ji 12'yê nîvro heya 5'ê êvarê dixebite û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Rêveberiya kampê ev kar peyda kir da ku paqijiyê biparêze û alîkariya mirovan bike ji bo dahata xwe bi dest bixin."
Emîna da zanîn ku piştî ji karê xwe yê paqijkirinê vedigere, cilan difroşe û wiha got: "Ev du sal in ez di karê firotina cilan de dixebitim. Ez cilan ji bajarê Minbicê dikirim û li gorî rewşa darayî ya şêneyên kampê difroşim. Lê ji ber qedexeya çûn û hatinê, ez nema dikarim cilan bînim."
Emîna dibêje ku armanca wê ew e ku li hemberî hemû mercên dijwar li ber xwe bide û wiha pêde çû: "Divê her kes li hemberî mercên jiyanê yên zehmet li ber xwe bide da ku jiyana xwe bidomîne."