Jinên Heratê digihîjin hilberîn û derfetên kar

Li Efganistanê bandora Talîbanê kêm bûye û piştî biryara vekişandina leşkeran a (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hewldanên ji bo jiyana asayî tên dîtin. Bi vekirina kargehên nû yên li Heratê ku duyemîn bajarê mezin ê welat e, tê xwestin ku jin bi kotaya ji sedî 30 bikevin nav hilberînê.

PERWANE KÎBRÎT
Kabîl - Herat, piştî Kabîlê wekî bajarê herî mezin ê Efganistanê tê zanîn, tevgerên nû tên kirin ku beşdariya jinan di jiyana kar de zêde bibe û kar peyda bikin. Karmendên kargeha şîr û biskuvîtan ku ji hêla Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ve li bajêr hatine vekirin, ji sedî 30 ji jinan pêk tê.
Rayedarên Walîtiya Heratê diyar kirin ku ew ê li çar kargehên li bajêr nû hatine vekirin pêşiyê bidin xebata jinan. Li aliyê din Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê, diyar kir ku ji bo zêdekirina beşdariya jinan di jiyana karsaziyê de, herî kêm ji sedî 30 kotaya jinan dê li navendên ku nû hatine vekirin were sepandin. Rayedaran diyar kirin ku hewldanên wan ên ji bo afirandina karên nû yên jinan dê bidomin.
Li aliyê din, jinên ji Heratê, diyar dikin ku ew ji ber afirandina derfetên kar gelek kêfxweş in.