Jinên Helepçe tama xwarina xwe bi nebatên li firoşgeha Buşra xweş dikin

Jina ciwan Buşra Ezîz Helepçe firoşgeha nebatên hişkirî yên tamê didin xwarinê û ji bo dermanan jî tên xebitinadin vekiriye.

 
MİHRİBAN SELAM KAKEYÎ
Helepçe - Li navçeya Helepçe ya ku bi xwezaya xweş tê nasîn, jin li ser pirojeyên aboriyê dixebitin û li gorî derfetan kar dikin. Jina ciwan Buşra Ezîz ji xwe re firoşgehek tiştên hişkkiriye wiha dibêje: “Ji nîvoro heta mexrebê firoşgeha min vekiriye. Ez bi karê xwe gelek keyfxweşim û ev kar ji bo min ne kareke ewqas zehemete. Rojane ez bi xwe pêşwaziya dîdaran dikim û hemû pêwîstiyên wan amade dikim. Dema jinan berhem û karê xwe bi xwe hebe bi rêya kar dikarin dabara jiyana xwe bikin. Beriya niha şerm bû ku jin kar bikin, lê niha li ev cihê ku min firoşgeh lê vekiriye em dibinin piraniya wan di wan firoşgehên wisan de jin heta şevê kar dikin. Ez bi karê xw gelek keyfxweşîm xwesteka min ewe hemû jin kar bikin bila êdî jin derbikevîn ji derve bi kar kirinê xweşiktiyên derdora xwe bibînin.”