Jinên di firinên Misrê de dixebitin meha Remezanê zêdetir qezenc dikin

Ji bo Nur Al- Sabah Mihemed û tîma wê ya di firinê de dixebitin karê wan bi taybetî di meha Remezanê de zêdetir dibe

Navenda Nûçeyan - Jinên li gundên nêzî bajarê Benî Suaf ê Misrê dijîn, nanên ku ji aliyê cîranên wan ve tên çêkirin didin ser tepsiyan û hêkên malan, sebze û penîr jî digrin ji bo biçin bajarê Qahîreyê ku 158 km. dûr e li trênê siwar dibin.
Di meha Remezanê de, yên ku rojî digrin ji bo fitarê gelek xwarinan çêdikin û ji bo Remezanê erzaqên xwe di berê de tinîn. Lê belê meha Remezanê ji bo jinên ku di firinan de nan çêdikin tê wateya  qazencek hîn baştir.
Nur Al- Sabah Mihemed li gel keç û bûka xwe ji bo ku li Qahîreyê li sûkê ji bo nanê gund û tiştên din ên gund bifiroşin di nava hefteyê de du caran rêwîtiya trenê ya du saet û nîv dikin. Şevê seat 10’an de dikevin rê, zarokên xwe li gund dihêlin, nan û tiştên din ên di destên xwe de dema difiroşin şeva dinê careke din vedigerin gund.  
Dema vedigerin Beni Suef pereyê ku qezenc kirine li jinên ku nan çêkirine û xwediyên tiştên din belav dikin. Buka Nur Al- Sabah Noura Hassan dibêje: “Ji bo ku em bikaribin debara xwe bikin, gelek dixebitin û em hêz didin hev. Ev jin jî alîkariya mala xwe dikin ev jî tiştek gelek baş e.”  
Çavkanî: Middle East Monitor