Jinên ciwan bi pareyek kêm kar dikin

Gelek jinên ciwan li Başûrê Kurdistanê zaningehên bilind temam kirine û ji ber bê kariyê hemû di malên xwe de bê karin û li benda rojekê ne ku bi damezrin û karê xwe bikin. Hinek ji wan jî da ku neminin di malê de di karên ku peryê wan kême ne de kar dikin.

HEWAR MİHEMED
Silêmanî-  Di roja 1’ê Gulana sala 1886’an karkerên Amereka nerazîbûna xwe li beramberî karkirina saetên zêde yên kar dan nîşandan û daketin kolanan daxwaza mafê xwe yên karkrina 8 saetan kirin. Ev nerazîbûn bû sedemê li darxistina kongreya navdewletî ya karkeran û bi pejirandina çend biryarên din 1’ê Gulanê weke roja karkerên cihanê hat îlankirin. Bi boneya roja cîhanê ya karkeran jinên ciwan yên bajarokê Seyîdsadiqa girêdayî bajarê Silêmanî behsa roja karkeran dikin ku ew niha li qadên cuda yên kar de di kijan şert û mercan de çawa kardikin.
Li gora yasyên kar yên Îraqê li gora yasya jimara 81 ya sala 1987’an ku li herêma Kurdistanê kar dikin, li gora biryara 178 ya sala 2013’an di encama weziran de biryar hat dayin ku pareyên karkeran werin zêdekirin bibe 25 hezarê Îraqî heta 30 hezaran. Her wiha li gora madeya 67’an ya yasaya sala 2015’an, nabe ku karker di rojekêde ji 8 saetan zêdetir kar bikin.  
Li gelek bazaran de jin dû danên cuda di rojekê de kar dikin.  Her danek yê karkirinê 10 saetan kar dikin. Beşek kêm ji wan jî şev kar dikin ku her şevekê 5 saetan kar dikin, li beramberî ew karên ku jin dikin bi awayek giştî muçeyê wan yê mehekê di navbera 100-200 hezarên Îraqê dene. Eve jî li gora xwesteka xwediyê kar tê diyarkirin.
Jinên ciwan yên Başûrê Kurdistanê ku zanîngeh qedandine û hîna ji aliyê hikumetê ve nehatne damezrandin û di qadên cuda yên kar de kar dikin di roja cîhanî ya kerkeran de cudahiya di navbera mûçeyê ku mêr û jin digrin de ji ajansa me JINHA re nêrinên xwe parvekirin.
Yên ku zanîngeh temam kirine bê karin 
Gelek ji wan jinên ciwan ku zanîngeh temam kirine bê karin. Yek ji bajarokê Seyîdsadiq ku kêmtir derfetê kar kirinê lê heye eve ji dibe sedem ku yên ku zanîngeh temam kirine nikarin kar bikin. Di qadên cuda yên kar de kar dikin kêm jine hene ku ji bo xwe firoşgehên taybet vekirine û bi rêve dibin. Lê belê ev nêzî 5 salane li vî bajarokî cihên bazarên cuda hatine vekirin ku jinên ciwan bi hêviyekê li van cihan dest bi kar kirine. 
“Mûçeyê ku em digrin têra pêwîstiyên me nakin”
Dide Osman yek ji wan jinên ciwane ku beşa zimanê Firansî temam kiriye û ku di qada firoştinê de kar dike dide diyarkirin ku ew muçeyê ku distîne têra pêdawistiyên wê nake û dibêje: “Min bi xwe zanîngeh temam kiriye ji ber bê kariyê ez mecbûr mam ku di qadên cuda de kar bikim. Niha ez li cihek biçuk kar dikim lê belê ew muçeyê ku ez ji vêderê digrim têra pêwistiyên me yên taybet nake.”  
“Di heman kar de muçeyê mêran ji yê jinan zêdetire”
Jina ciwan ya bi navê Şinyar Refiq ku beşa jimêryarî temam kiriye û li bazara Seyîdsadiq de kar dike dide diyarkirin ku: “Karkirina wan heta cihekê bi malbatê re dikarin bibin alîkar. Gelek ji karkeran ji bi şevan kar dikin ji aliyê civakê ve hinek caran rêgirî lê tên kirin. Di malperande dinivisîn bi taybet pêwistiya wan bi karkerên jinên ciwan hene, ji ber mêr bi xwe bi wî mûçeyî kar nakin. Ji ber jinên ciwan neçarin ku bi mûçeyek wisan kêm kar bikin, ji ber qet derfetek yê wan yê kar peydakirinê nine. Demê kar yê mêr û jinan wekheve lê belê mêr mûçeyê zêdetir werdigrin.”
“Weke mêran em kardikin divê em mafê xwe ji wan bistinin”
Jiwan Cebar jinek ciwane ku beşa zimanê Kurdî temam kiriye û maye bê kar ew ji neçar maye ku di qadek cuda de kar bike got: “Ji derveyî yên ku zanîngeh temam kirine, hinek jinên ciwan hene ku xwendina xwe temam nekirine lê belê gelek pêwîstiya wan bi kar kirinê heye, westana wê geleke û weke mêran em kar dikin divê li gara wê em jî mafê xwe bistinin.”
“Ji ber bêkariyê gelek kes di malê dene” 
Kejal Kerîma ku beşa Cotkariyê temam kiriye û niha di qadek cuda de kar dike dibêje: “Niha ew kesên ku zanîngeh qedandine ji aliyê Hikumetê ve nayên damezrandin. Ji ber wê em li mal di runin û di minin benda ka emê kengê bi damezrin. Dive em bi xwe li pey kar bigerin.”
“ Bê beramber ez berhemên kesan di firoşim”
Ew cihên kar yên bajarokê Seyîdsadiq ku jinên ciwan lê kardikin piraniya wan cihan xwediyê wan mêrin. Gulşen Slih ku bi xwe xwedîyê Firoşgehekê ye û di wê firoşgehê de Gulan di firoşe û karker jî têde kar dike dibêje: “Ji ber li vê derê ez bi xwe jinim kar dikim ez jinan fam dikim ji ber wê di 3 satên kar de mafê wan çiye ez didimê. Ew jinên ku karê dest yê rengin dikin di firoşgehê de ez bê beramber berhemên wan di firoşim.  Ew jinên ku li cihên dinê kar dikin bi mûçeyek kêm kar dikin.”
Li gora daneyên Sendikaya Karkerên Kudistanê, niha 37 hezar û 221 karker endamên sendikaya Karkeran ya herêma Kurdistanê ne, ji vê hêjmarê ji ji sedan 20 kêmtir jî jinin.