Jinên Botanê di navbera du sînoran de bêrîvaniyê dikin
Jinên bêrîvan ên li gundê Andaç ê li herêma sînor dijîn, her roj derbasî aliyê din ê sînor dibin ji bo ku sewalên xwe bidoşin. Jinên ku piştî bizinên xwe didoşin vedigerin gundên xwe dibêjin ku bêrîvanî bûye pîşeya wan û ji rêwîtî û karên bêrîvaniyê pir kêfxweş dibin.
Jinên bêrîvan ên li gundê Elemûn ê li herêma sînor dijîn, her roj derbasî aliyê din ê sînor dibin ji bo ku sewalên xwe bidoşin. Jinên ku piştî bizinên xwe didoşin vedigerin gundên xwe dibêjin ku bêrîvanî bûye pîşeya wan û ji rêwîtî û karên bêrîvaniyê pir kêfxweş dibin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Şirnex - Gundê Elemûn ê di navbera çar çiyayên Qilabana Şirnexê de cih digire. Ev gund bi xwezaya xwe her kesê matmayî dihêle. Jinên li gund dijîn, bêrîvaniyê dikin, mêr jî bi karê mêşên hingiv re mijûl dibin. Bi dehan jinên ku her sibehê zû radibin û berê xwe didin bêriyê, diçin erdên Iraqê, li cihê ku bizînên wan diçêrîn, wan didoşin û vedigerin.
"Em serê sibehê zû radibin"
Yek ji wan jinan Berivan Olmez, ev 15 sal in diçe bêriyê. Bêrîvan Olmeza ku dibêje sewalên ku tenê çavkaniya debara wan in hem li malê, hem jî li çiyê xwedî dike, digel jinên li gund siwarê traktorê dibe û ji bo dotina pezên xwe serê sibehê diçe bêriyê. Bêrîvan Olmez dibejê, “Ev 15 sal in ez bêrîvaniyê dikim. Em di saet heştan de şiyar dibin, li wesayîda xwe siwar dibin û diçin çiyayên ku bizînên me lê ne. Saetek şûnde jî heywanên me tên. Em wan didoşin û şîrê wan pak dikin û dixin nav bîdonan. Piştî dotinê, em rûdinin û qedehek çay vedixwin. Şîvanê me li gel sewalan dimîne. Dema ku karê me xelas dibe, em siwarê wesayîdê dibin û diçin mala xwe.”
"Her dem dengê bombeyan tê"
Bêrîvan Olmez, diyar kir ku ji ber ew li herêma sînor in, fêrî operasyon û dengên bombeyan ku tên avêtin bûne û wiha got: "Ev aliyê din ê sînor e lê ji me re ne pirsgirêk e. Ji ber ku ew ji gundê me pir ne dûr e. Ji ber ku sînor e, em her gav dengê bombeyan dibihîzin lê em natirsin. ”
"Bêrîvanî bûye pîşeya me"
Neslihan Acara ku salek e tê bêriyê dibejê demên gelek xweş derbas kiriye û kêfa min jê re tê. Neslihan Acar, bi lêv kir ku ew bi sewalên xwe re jî bêhnê digire û di axaftina xwe de wan tiştan tîne ziman: “Ev salek e ez têm vir, ez hewl didim fêr bibim. Ev aliyê din ê sînor e lê em qet natirsin, em fêrî karê xwe bûn. Em tên vir sewalên xwe didoşin. Pir xweş e, ez ji vî karî pir hez dikim, kêfa min jê re tê. Ew bûye pîşeya me. Em bi şîrê ku didoşin mast û penîr çêdikin. Yê zede jî dimîne em difroşin. Ez qet nawestim. Ez li vir wextê xwe derbas dikim. Bêrîvanî ji rûniştina li malê xweştir e.”
"Em li ser erdên Iraqê bêrîvaniyê dikin "
Yek ji jinên Bêrîvan Sultan Olmez jî dibejê: “Li vir em ji bo penîr û mast şîr kom dikin. Ji ber ku havîn hewa germ e, em sewalên xwe didin pêşiya xwe û diçin zozanan. Gundê me gundekî sînor e, em ji gund derbasî wî aliyê sînor dibin û bizinên xwe didoşin. Em li ser erden Iraqê bêrîvaniyê dikin. 15 sal e em tên li vir karê xwe dikin û diçin. Em bizinên xwe didoşin. Em hemû karên xwe li vir dikin.”