Jinên bazara li ber hilweşînê ye: Ev 45 sal in em li vê bazarê ne

Firoşkarên Bazara Jinan a li Kassalayê, li hember biryara hilweşandina bazarê gazinan dikin û dibêjin “Ev 45 sal in em li vê bazarê ne. Me dest bi vî karî kir da ku zarokên sêwî mezin bikin. Em dixwazin bi rûmet bijîn.”

MÎRVET EBD EL-QADIR

Sûdan – Li Kassalaya ku paytexta eyeleta Kassalaya li rojhilatê Sûdanê ye, dengên jinan hê jî ji nava stargehên kevnar û demkî bilind dibin. Vê carê ne dengê kirîn û firotinê ye, ew qêrîneke bêhêvî ya ji bo mayîna li ser piyan e.

Li wir li ‘Bazara Jinan’ ku yek ji bazarên herî kevn û germ ên Sûdanê ye, jin bi fikar in. Bajar ji ber biryareke dijwar a rayedarên herêmî ya hilweşandina wê deverê, di nav rewşeke aloz de ye. Ev biryar ne tenê dar û qumaş e, her wiha têkoşîna jiyaneke tevahî wêrankirî ye jî. Ev bazar ne tenê cihek e; ew ji bo bi sedan malbatan çavkaniyeke jiyanê ya rastîn û ji bo jinên ku pir zû wateya windakirinê fêm kirine, ango jinên ku barê lênêrîna zarokên sêwî li ser milê wan e, penagehek e.

Sûka El-Saksak: Bîranînek ji pelên xurmeyan û heriyê hatiye hûnandin

Ev bazara ku li gel xelkê Kassalayê bi navê ‘Sûk El-Saksak’ tê naskirin, li dilê bajêr, li nêzî bazara mezin û îstasyona veguhastina giştî cih digre. Ew demeke dirêj e ji bo rêwî û serdêran bûye cihekî girîng. Ne tenê ji bo kirînê, ji bo bêhngirtina bêhna mîrateya çandî jî.

Di her quncikekê de çîrokek heye; berhemên destan ên ji pelên xurmeyan ku ji hêla destên westiyayî ve hatine hûnandin; çente û kelûpelên malê yên bi destan hatine çêkirin û rengên gundewarî nîşan didin. Zêr û zîvên kevneşopî, berhemên heriyê yên ku germiya axê didin hîskirin, bêhnxweş û dûkelên bêhnxweş ên herêmî ku hewayê tijî dikin û standên ku biharat, giyayên dermanî, xwarinên kevneşopî û kelûpelên jinan pêşkêş dikin.
 

Bazar bîranîna kolektîf a bajêr e

Ev bazar bîranîna kolektîf a bajêr dihewîne. Di destpêka hezarsala nû de bazar şewitî û xewnên firoşkarên xwe di nava pêlên agir de winda kirin. Her wiha wan ew ji nûve ji nava xweliyê û bi destên xwe ava kirin. Bi salan xewna wan a sereke ew bû ku rayedarên herêmî belgeyeke fermî bidin wan ku nîşan dide ew cih yê wan e, da ku keda wan xwedî navnîşaneke fermî be.

Rayedarên herêmî diyar kirin ku biryara hilweşandinê ji bo tekûzkirina bazaran, bedewkirina navenda bajêr û hêsankirina herikîna trafîkê, beşek ji planeke berfireh e. Her çend ev gotin li ser kaxezê mantiqî xuya bikin jî, di rastiya erdê de ew tê wateya koçberkirin û bêwar hiştinê.

Di meha Çileya borî de bi dozeran rojhilatê bazarê hilweşandin. Ev yek di demekê de pêk hat ku nûçeyên xemgîn derbarê firotina erdê ji aliyên nenas re belav dibûn, tiştekî ku birînên jinan û hesta wan a niheqiyê kûrtir kir.

Firoşkaran banga alîkariyê kirin

Ji ber ku tu cihê wan ê din ji bilî kolanê nemabû, bi dehan firoşkar di nav de kal û pîr, nexweş û astengdar, di 13'ê Îlonê de dest bi çalakiyê kirin. Wan rêyeke sereke ya li Kassalayê girtin. Ev ne xwepêşandaneke siyasî bû, her wiha bangeke çaregerî ya ji bo alîkariyê bû jî. Çalakvanan daxwaz dikirin ku hilweşandin bê rawestandin an jî bi kêmanî, cihekî alternatîf bi bihayên ku rewşa wan a darayî li ber çavan digre, ji wan re bê peydakirin.

Biryara hilweşandina bazarê

Li gorî çavkaniyan, rayedarên herêmî pêşniyara veguhestina wan ji bo bazara "El-Emiriya" kirin, lê kesên ku çûn wir bi dilek şikestî vegeriyan. Ne mişterî û ne jî çalakiyeke bazirganî li wir hebû û cihê nû bêpar bû ji wê zindîbûna ku wan bi 10 salan li vir ava kiribû. Encûmena Yasadanînê ya eyleta Kassalayê zû bala xwe dabû ser vê rîskê. Di sala 2019'an de wê firotina rasterast a parselên bazirganî yên li nava bazarê rawestandibû û veqetandina wê deverê ji bo rêxistina "Makers of Tomorrow" (Çêkerên Siberojê) heta agahiyeke din dabû sekinandin, lê belê ew biryar niha dîsa ket rojevê.

Cihekî dîrokî tê rûxandin

Emnê Qurayîş a 80 salî bi çavên ku ji ber barê salan westiyane rûniştiye û bi dengekî lerizok da zanîn ku ji sala 1971'an ve li vê bazarê ye. Ev der cihekî dîrokî ye. Emnê ya ku xalîçeyên ji pelên xurmeyan, dara Talh, bêhnxweş û kelûpelên xwarinê difroşe, bi hesteke têkel a serbilindî û xemgîniyê diaxive: “Min zarokên xwe bi dahata vê bazarê mezin kirin û îro jî ez debara xwe bi vê derê dikim.”

'Talh' dareke bêhn xweş e ku ji darên akasyayê yên li Sûdanê pir in, tê bidestxistin. Ev dar bi bêhna xwe ya xurt û xweş a dema şewitandinê tê naskirin û pêkhateyeke sereke ya ‘serşûştina dûmanê ya Sûdanî’ ye, ku rîtueleke kevneşopî ya bedewiyê ye ji bo jinan. Ev pîrejin, ji bo dabînkirina debara malbata xwe, bi saetan di bin tava tûj de, birçî û tî heta êvarê rûdinê. Emnê dema hilweşandinê wiha vedibêje: “Ji nişka ve rayedar hatin, standên me şikandin û bêyî ti hişyariyekê kelûpelên me wêran kirin.”

Emnê ne bi tenê ye. Bazar cihê karê nêzî 160 jinan e. Ew bi çavên tijî rondik dipirse: “Nizanim ezê bêyî kar çawa bijîm.”

Mîrateya dapîran du caran diçe ber agir

Kalsûm Muemed El-Nûr ku ev 45 sal in li vê bazarê kar dike, behsa mîrateyeke dike ku ji bazirganiya sade wêdetir e: “Em ev 45 sal in li vê bazarê ne; me dest bi vî karî kir da ku zarokên sêwî mezin bikin. Em dixwazin bi rûmet bijîn.”

Kalsûm Muhemed El-Nûr tekez dike ku ev bazar nîşana mîrateya dapîran e, ku li herêmê bi navê "Al-hububat" tên naskirin. Kelûpelên wan ji gundewarên Kassalayê tên û bi keda wan a dijwar tên firotin. Kalsûm lê zêde dike: “Nûnerên hemû eşîrên Kassalayê li vê bazarê hene. Em bûn yên ku bîr kolan û av bi xelkê vî bajarî re parve kirin.”

Ev du car in standên wê tên şewtandin

Ev hilweşandin ne yekemîn ezmûna dijwar a Kalsûm Muhemed El-Nûr bû. Berê jî sê standên wê şewitîbûn û zirarek mezin a darayî dabûn wê, dîsa jî Kalsûm ew ji nû ve ava kirin û li ber xwe da. Îro ev hilweşandin êşa wê kûrtir kiriye. Dibêje ku “Wan stand bi serê me de hilweşandin û em bi kelûpelên xwe ve reviyan. Ev salek e em her roj dibhîzin ku dê ev cih bê firotin. Ev hilweşandin wek redkirineke ji aliyê jiyanê bixwe ve tê hîskirin.”

Kalsûm Muhemed El-Nûr bi tena serê xwe debara 6 keçan dike û ji nexweşiyên şekir, tansiyona bilind û kêmdîtinê dikşîne. Kalsûm rayedarên herêmî tawanbar dike ku tazmînatê didin hin jinan, lê yên din bi tenê dihêlin da ku bi çarenûsa xwe re rûbirû bimînin.

'Tu cihê me nema ku em debara xwe lê bikin'

Huda Muhemed ku ev 5 sal in li wê bazarê kar dike û tenê ew debara malbata xwe ya mezin dike, çîroka xwe bi dengekî nizm vedibêje. Piştî bihîstina biryara hilweşandinê, ew bi westandineke mezin çû dadgehê da ku berevaniyê li stola xwe ya biçûk bike, lê bi destên vala vegeriya. Huda wiha got: “Tu cihê me yê din tune bû ku em biçinê, êdî me nikarîbû kar bikin an jî tiştek bixwin.”

Cihê ku jinan debara xwe dikirin hat windakirin

Mijara Bazara Jinan ji bo rayedarên herêmî dibe ceribandineke mirovî ya rastîn. Ev ne tenê mijareke tekûzkirina bazarê an estetîka bajêr e. Ew pêdivî bi hevsengiyeke nazik a di navbera yasayê û mafê bi hezaran jinên ku ji bo jiyaneke bi rûmet têdikoşin de heye. Jinên ku di nava şert û mercên dijwar ên aborî yên welêt de, ji bilî cîhekî biçûk ji bo peydakirina debarê û xwedîkirina zarokên xwe, tiştekî din naxwazin.