Jinên Bamyanî li hemberî astengiyan berxwedan û hêviyê ava dikin

Jinên li parêzgeha Bamyana Afganistanê dijîn bi destpêkirina çalakiyên aborî yên piçûk dikarin debara xwe û jinên din bikin. Jin bi vê rêbazê li hemberî astengiyên Talîbanê li ber xwe didin.

BAHARÎN LEHÎB

Bamyan – Ji Tebaxa 202’ê vir ve, dema ku Talîbanê Afganistan dagir kir, hewl tê dayîn ku jin ji jiyanê werin derxistin. Her roj ji bo jinên ku ji mafên xwe yên perwerde û kar bêpar mane, rojeke nû ya berxwedan û têkoşînê ye. Gelek jinên Efxanî jinên ku debara malbatên xwe dikirin, niha bi hezaran zehmetiyan dixwazin jiyana xwe derbas bikin. Lê belê, hinek jinan û heta hin mêran ji derfetên kêm sûd girtin û bi veberhênanên sînorkirî sazî ava kirin, bi vî rengî piştgiriya aborî dan jinên din.

Qedexe aboriyê zehmettir dike

Beriya Talîban were ser desthilatdariyê li parêzgeha Bamyanê sûkeke ku hemû firoşkarên wê jin bûn hebû. Van jinan cilên gelêrî, bi taybetî yên Hazarayan, çêdikirin û difirotin. Bi hewldanên xwe yên ku bi şev û roj berdewam kirin, wan gelek jinên ji gundan tevlî pêvajoya hilberînê kirin û beşdarî alîkariya debara malbatên wan bûn. Lê belê piştî ku Talîban hat ser desthilatdariyê, qedexekirina xebata jinan, zêdebûna xizaniyê, koçberiyên bi zorê û kêmbûna turîstên biyanî bû sedem û vê bazarê zindîbûna xwe winda kir.

Cil û qûmaşan difroşin

Ruxmê vê jî li bajarê Bamyanê li cihekî bazarek nû vebû. Li vir hinek jin dikanan birêve dibin, cilên cuda û qûmaşan difroşin. Di vê bazarê de jina ku bi çalak kar dike Kamele Ataî tiştên jiyane wiha diyar dike:" Di sala 2020’an de ez ji zanîngehê mezûn bûm û 7 mehan min kar kir lê piştî ku Talîban hat şûnde hemû derî ji jinan re hat girtin. Li ser vê jî min dikanek vekir û 7 meh in ez li vir kar dikim. Ev dikan ne tenê bi pereyê min hat vekirin qismek pereye min, qismek jî min deyn girt.”

Kamele Ataî motîvasyona xwe ya ji bo destpêkirina vê karsaziyê bi van gotinan anî ziman: "Dema ku bêkar mam li malê mam, ez ketim depresiyoneke giran. Min ev dikan vekir da ku ji vê rewşê xilas bibim û ji jinên din re bibim îlham. Min dixwest ên din min bibînin û cesaret bibînin û li ber xwe bidin."

 Çi kar ji destê we tê bikin

Kamele Ataî li ser binpêkirinên Talîbanê û civakê wiha got: “Heft meh in ez vî karî dikim û berhemên ku difroşim piranî cilên jinan in. Ez ji jinan destekê digrim lê mêr tu carî destekê nadin. Yekîneya fermankirina başiyê “emr-î bil maruf’ a Talîbanê xirabiyan dike. Bi hinceta nimêjê, dixwazin dikana min bigrin. Tevî van hemû zextan jî ez xebata xwe didomînim."

Kamele Ataî, di dawiya gotinên xwe de ji jinên Efgansistanî re wiha got: "Li malan rûnenên. Ji bo hûn ji depresyonê rizgar bibin çi ji dest we te bikin.”

Mînakên weke jiyana Kamele Ataî nîşan didin ku hê jî di nava hemû bêhêvîtiyan de ronî heye. Jinên Efgan, tevî hemû zext û bêparbûna ji mafên xwe, hewl didin ji bo xwe civaka xwe sûd bidin.