Jinên Amedê bi hev re ava firingî û îsotan çêdikin

Amadekariyên jinên Amedê yên ji bo meha zivistanê didomin, yek ji wan jî çêkirina ava îsot û firingiyan e. Jinên ku ji destpêkê heta dawiya xebatê gelekî ked didin, bi hev re bi awayekî hevpar dixebitin û barê karê li ser milên xwe sivik dikin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Bi dawîbûna mehên havînê re, amadekariyên zivistanê yên jinan bi hemû leza xwe didomin. Jinên ku hilberînên xwarinê yên wekî sebzeyên hişk, helîseya balîcanan û ava firingî û îsotan amade dikin, berhemên xwe ji bo zivistanê dikin torbeyan davêjin sarincokan. Jinên ku li Amedê ava îsotan çêdikin, karê ku bi rojan e li ser dixebitin bi şêweyeke hevkar dikin. Ava ku bi dehan jin bi hev re çêdikin, bi hiştina hefteyek li ber tavê amade dibe. Ev amadekariyên ku tên kirin, demdirêj e û kedeke cidî dixwaze.

"Em bi hev re dixebitin"

Ayşe Çelîk diyar dike ku ew salçeya îsot û bacanan her sal vê demsalê çêdikin bi cîranên xwe re zexîreyên xwe yên zivistanê amade dikin û dibejê ku wan ji bo zivistanê di mehekê de her tiştê pêwîst çekirine. Ayşe Çelîk got; “Ya em niha çêdikin jî ava îsotan e. Ez bi cîranên xwe re jî îsotan hûr dikin û dûre ava wan derdixin. Em her sal vî karî li bexçeyê xwe bi hevkariya hev çedikin. Ger cîranên min nebûna, min ê bi tenê zehmetî bikişanda. Her kesê ku dibîne ez li vir dixebitim tê alîkariya min dike.”

"Em bi xwe îsotan amade dikin û dixin makîneyê"

Ayşe Çelîk, ji aliyekî ve îsotên li ber xwe hûr dike û ji aliyê din ve jî pêvajoya çêkirina salçeyan bi vî awayî şîrove dike: “Ez destpêke îsotên ku min ji bo salçeyê kirîne dikim du felq, piştre wan bi awayekî baş dişûm û dixim tûrikan. Piştî ku di tûrikan de hinekî zuwa dibin, em wan dixin makîneyan û hûr dikin û dibe av. Em ava wê tînin malê û hefteyekê li balkonê li ber tavê dihêlin. Piştî ku hefteyek li ber tavê zuha dibe em dixin kûpan. Ez her sal vî karî dikim. Bêguman dema ku vê yekê dikim diwestim lê ew ji bo min karekî pir xweş e. Ez bi xebatên wiha kêfxweş dibim.”

"Berhemên amade hem biha ne, hem jî ne bi tendurist in"

Ayşe Çelîk diyar dike ku ew ava çêdike, bi rehetî bi kar tîne û bi vî awayî hewceyî kirîna berhemên amade nabe û wiha got: “Em ji bilî îsotan ava firingiyan jî çêdikin. Em firingiyan bi heman şêweyê hûr dikin ava wan dertînin û li ber tavê zuha dikin. Ez tenê têra xwe çêdikim zivistanê di her xwarinê de bi kar tînim. Mirovên din ji derve dikirin. Baweriya min bi berhemên li amade tune ye bawer nakim baş bin lewre ne xwezayî ne û di mercên paqij de çênabin wekî din jî pir biha ne. Lê ez berhemên ku bixwe çêdikim bi hêsanî dikarim bi kar bînim. Hem bi tendurist in hem jî bihayê wan kêmtir e.”