Jinên İdlibê ji ber neheqiya mûçeyan ji mafên xwe bêpar dimînîn

Jinên İdlibê ji ber cûdahiya mûçeyan ya di navbera zayendan de bi gelek zehmetiyan re rû birû dimînin û êş dikişînin.

SUHÊR EL-İDLİBÎ
İdlib- Cûdahiya mûçeyên herdû zayendan li İdlibê bandorek mezin li ser bihêzkirina asta newekheviya aborî di civakê de dike. Tevî hemû xebatên Rêxistin û komeleyên ku piştgiriya jinan li İdlibê dikin bi daxwaza wekheviya di navbera herdû zayendan de ye lê tevî vê jî hîn newekhevî heye. Jinên Îdlibê jî ji ber vê newekheviya mûçeyan gelek zoriyan dikêşin.
“Saetên kar û westandin wekheve lê cûdahî di mûçeyande heye” 
Jina bi navê Saadiya Al-Manfox a 27 salî ku di Rêxistinên civaka sivîlde dixebite û koçbereke ji bajarê Xan Şîxûnê ye, ew bi hevjînê xwe yê bê kar û 4 keçên xwe re li bajarê İdlibê dijî, saadiya di beşa pirsnameyê de dixebite, derbarê mekenîzmeya karê xwe de wiha dibêje: “Ez û komek hevalên xwe yên jin û mêr em kar dikin karê mejî vekolîna rewş û niştecihkirina mirovî yên ku serlêdana navendên Rêxistinê dikin da ku rewşa wan ya jiyankirinê nas bikin û pêdiviyên wan lêkolîn bikin, her wiha karê me ji saet 8’ê sibehê despê dike heya 3’yê piştî nîvro berdewam dike û em dixebitin da ku di karê xwe de serkeftîbin û tiştên ku ji min tê xwestin ez pêktînim. Di dawiya meha yekem de dema ku muçe dan ez matmayî mam ji ber ku muçeyê min qasî nivê yê muçeyê mêrên ku em bi hevre di heman qadê de kar dikin bû. Ez bi çavên xwe dibînim ku ez têm zelimandin lê ez nikarim tişkî bikim. Ez di pirsim ji ber ku em jinin wisa li me tê kirin û mafê me winda dibe tevî ku em di karkirinê de ji mêran bêtir hewildanan dikin û biser dikevin.”
Li İdlibê cudakarî li dijî jina di hemû beşên xebatan de tê kirin, her wiha jin rastî sîstemeke berfireh ya cudekariya li dijî mafên aborî yên jinan tên, ev jî ne ji ber cudahiya asta xwendinê an jî temen û tecrûbeyan ne tenê ji ber ku jinin.
“Di dabeşkirina mûçeyan de edalet nîne”
Jina bi navê Mûna Abd El-Xenî 30 salî ew mecbûr dimîne ku di saziyek ya piştgiriya civakî de bi mûçeyên kêmtirî mûçeyên mêran kar bike û wiha dibêje: “Piştî mirina hevjînê min ji beriya 5 salan da ku ez xwedî li malbata xwe derbikevim di saziyekê de karek dit û muçeyê wê ji yêê mêran kêmtire, ez qet naxwazim dest ji karê xwe berdim pêdiviyê min bi vî karî heye ji ber ku alternatîfek baştir tune ye. Eve neheqiyek mezine li beramberî me jinan tê kirin ji ber em ji jin ji mêran bêhtir kardikin û bi karê xweve girêdayîne lê dema dibe dema muçe dayînê bê edaletiyek mezin heye.”
Jin di gelek karên ku wezîfeyên wan bilinde dixebitin lê belê ji mêran kêtir muçe digrin û derfetên jinan yên di wezîfeyên bilinde xebitin vê cudahiyê dide diyarkirn û cûdahiyê di rola jina di kar û civakê de dide berçavan.
“Tevî zanist û pîşeyên jinê lê mûçe kêm digre” 
Lêkolînera civakî Cûmana El-Kurdî ya 42 salî hewildan û westandina jina di karde ku mûçeyên kêmti ji yê mêr digre rexne kir û wiha got: “Raste di demê niha de em gelek jina di wezîfeyan de dibînin ev jî piştî ku jin di warê zanistê de zane bû û ji hêla Navendên perwerdekirin û hêzdarkirinê yên ku li İdlibê belav bûne jin fêrî gelek pîşeyên cihêreng û gelek jêhatîbûnan kirin lê mûçe hîn jî kême û ne li gorî saetên karên ku dimeşînin.”
Her wiha Cûmana Elkurdî cûdekariya li dijî jinan bi sîstemên siyasî, civakî û aborî yên serdest li herêmê, bi adat û kevneşopiyên ku qalibên rolên jin û mêran kontrol dike ku rola wan di biçûkxistina jinan de heye ve girê dide.
Cûmana pêşinyar dike ku kar ji bo perwerdekirina jin û civakê di çarçoveya siyaset û tedabîrên rêxistinî de ku bandor a ferqa mûçeyên zayendî misoger dike pêkanîna pîvanên çavdêriyê di nav saziyên cih rengde bixebite. 
Li gorî Neteweyên Yekbûyî jin ji mêran kêmtir pereyan qezenc dikin û ferqa mûçeya zayendî li seranserê cîhanê ji sedan 23 ye. Her wiha wekheviya zayendî û bihêzkirina jin û keçan paşde vedgere ji ber berdewamiya têkiliyên newekhev yên hêzê yên dîrokî û di navbera jin û mêran de berdewam dike. Xizanî, newekhevî û bêparbûna di gihandina çavkanî û derfetên kar ku tecrûbeyên jin û keçan sînordar dike, Pêşveçûn di kêmkirina vê valahiyê de hêdî dimeşe û her çend wekheviya heqdestê zayendî bi berfirehî hate pejirandin jî pêkanîna wê di pratîkê de zehmet bû.