Jinên Êlihê ji tunebûnê hebûnê diafirînin
Jinên Êlihê yên li dijî jiyana dijwar a qeyrana aborî li ber xwe didin, berhemên ku hildiberînin li bazaran difiroşin û debara xwe dikin. Jinên ku diyar kirin têkoşîna jiyanê didin, dibêjin ku ew gelek karan jî bi hevgirtinê dikin.
GULNUŞ ERGUL
Êlih – Jinên ku di hemû qadên jiyanê de dixebitin û dihilberînin, tevî ku bi gelek astengiyan re rû bi rû dimînin jî bi ser dikevin û bi astengiyan re têdikoşin. Jinên ku li Taxa Aydinlikevlerê ya girêdayî navenda bajarê Êlihê berhemên ku bi keda destên xwe hildiberînin difiroşin, ji bo li ser piyên xwe bimînin têdikoşin. Nêzî 10 jinên hilberîner ên ji gund û taxên Êlihê hatine, li sûka Taxa Aydinlikevlerê berhemên gundan difiroşin û bi vî awayî dahata aborî bi dest dixin. Her çend piraniya wan ji dîmengirtin û kişandina wêneyan hez nakin jî em derfet dibînin bi çend ji wan re hevpeyvîn bikin.
“Em di kirîna êmê ajalan de zehmetiyan dikşînin”
Ayşe Barkan a 60 salî ku ji bo firotina mast tê sûke, diyar kir ku bi ajalvaniyê re mijûl dibin, ji ber qeyrana aborî di kirîna êmê ajalan de zehmetiyê dikşînin û wiha dibêje: “Em li taxa Baglara navenda Êlihê dijîn û bi ajalvaniyê re mijûl dibin. Ez bi nimêja sibê şiyar dibim û destpêke çêlekan didoşim. Piştre ji şîrê ku didoşim mast çêdikim. Bihayên êm gelek zêde ye û em di kirîna êm de zehmetiyan dijîn. Jiyan pir buha ye lê ji ber ku em pirsgireka debarê dijîn, neçar dimînin hinek zehmetiyan tehemul bikin.”
"Ez mewîjan li sûkê difiroşim"
Kudret Alay a 55 salî ku li Gundê Hesarê yê Êlihê dijî û li vir xwedî rezên tirî ye jî dibêje ku li gund tiriyê xwe hişk kiriye û piştre ji bo firotinê aniye sûkê. Kudret Alay bi van gotinên xwe qonaxên çêkirina mewîjan vedibêje: “Em tiriyên xwe dişûn di nava tepsiyek mezin de rêz dikin. Ji bo astengkirina hatina mêş û kêzikan serê tepsiyê bi laçikek tenik dipêçin. Tepsiyê datînin cîhekî bi tav û 4-5 rojan ji bo hişkbûne datînin bin tavê. Germahiya bi qasî 24 pileyî ji bo hişkkirina tirî germahiyek îdeal e. Dema tirî bi temamî hişk dibin di qewazonek cam an jî di nava mertal de firaxeke cam a paqij an jî di konteynireke metal de em hiltînin.”
"Ez bi keda xwe dahata xwe bi dest dixim”
Kudret Alay da zanîn ku di hilberîna tirî de jin zêdetir ked didin û wiha axivî: “Jin hem ked didin, hem jî vê kedê wekî çavkaniya debarê pêşkêş dikin. Ez bi keda xwe dahata xwe bi dest dixim. Ez serê sibê saet di 06:00 de têm sûkê û tirî difiroşim. 9 zarokên min hene, hevjînê min kar dike û ez li ser piyên xwe disekinim, ji zarokên xwe û ji xwe re çavkaniya dahatê dabîn dikim.”
“Em jin û mêr piştgiriya hev dikin”
Jina 38 salî ku li bazarê fasulyeyên şîn difiroşe û nexwest navê xwe bide diyar kir ku li navende bajarê Elihê li taxa Beşevler bi karê baxçe û çandiniyê re mijûl e û wiha got: “Di karê baxçe û çandiniyê de mêr û jin piştgiriya hev dikin û di baxçe de em fasulyeyên şîn, xeyar û bamye diçînin, herî zêde em fasulyeyên şîn diçînin. Di meha Tîrmehê de em dest bi çandina wan dikin û av didin. Piştî ku dibe dema komkirina wan, em kom dikin û berhemên xwe dibin bazarê. Sibehan herî dereng em di seat 6’an de li bazarê amade ne û di seat 11’an de em belav dibin. Zivistanê em îspanak û pîvazên şîn diçînin. Ev zebzeyên ku weke yên zivistanê tên zanîn em zivistanê jî di bazaran de di firoşin.”
"Ez ji bo jiyanê têdikoşim”
Ber bi payîzê ve gel fasûlyeyên şîn ji bo çêkirina konserveyê bi kar tîne, lewma vê demsalê firotina me pir baş dibe. 5 zarokên min hene û hevserê min niha naxebite. Hevserê min berê aşpêj bû, ji ber nexweşiya xwe dev ji kar berda. Ez di kirê de dijîm, ji ber vê yekê ez neçar im ji bo bijîm têbikoşim. Ji ber ku jiyan pir biha ye û em pirsgirêka debarê dijîn.”