Jin qaliban dişkînin û tevli karên mekanîk dibin

Li Urdunê jin sînorê xebatê yê ku civakê ji bo wan diyar kiriye derbas dikin û meyla xwe ya ji bo karên cur be cur pratîze dikin. Berê karên mekanîk ji bo jinan nedihat pejirandin lê niha gelek malbat piştgiriyê didin.

DANA EBÛ AYAŞ
Urdun - Jinên Urdunî qalib şikandin û ketin qada endezyariya makîneyê ku bi salan e tenê ji mêr re ev kar dihat hesibandin. Der barê vê mijarê de ajansa me bi sê endezyarên mekanîkî re li ser tecrubeya wan di vî karî de hevdîtin kir.
Hevoka “jina jîr û jêhatî bi deh mêran e” hişt ku Selam EL-Eibêdî ya 26 salî ku di vî beşî de bixwîne û bixebite, wê di sala 2020’an de xwendina xwe bi dawî kir.
Li aliyê din Tesnîm EL-Bir a 27 salî ku wê jî di sala 2017’an de endezyariya makanîk li zanîngeha Muite bi dawî kiriye û dayike zarokekî ye, dibêje; “Min endezyariya makanîk dixwend, li kêleka wê jî min plan dikir ku endezyariya kêmîk bixwînim lê piştî wê min nêrîna xwe guhert ji ber ku min ji vî beşî hez kir, hîs kir ku ez ê tê de biafirînim.”
Heta niha civakên Ereb xebata jinan qebûl nedikirin ger ku bixebitîna jî diviyabû di çarçoveya reklamên televîzyon an jî karên malê de bûya ku zarokên xwe xwedî bikin. Gelo dê çawa be dema ku jin di endezyariya mekanîkî de kar bike?
Selam EL-Ibêdî dibêje; “Malbata min ev ramana min red nekir lê ev ne tê wateya ku min gotinên neyînî nebihîstin. Pir kesan digot dê dawiya te çi be? Tu yê li ku kar bikî? Dawiya te li bin erebeyan e? Li vir a girîng ji bo min ew bû ku di derbasbûna jinan a di vî beşî de ez hişmendiya civakê biguherînim.”
Her wiha malbata Nûr EL-Elan xwendina endezyariya makanîk red nekir. Ew dibêje ku tevî malbata wê ev raman qebûl kiribû jî dîsa pir gotin ji wan dibihîst. Gotinên wekî; “Tu yê rawestgeh vebikî? Em ê werin gel te seyareyên xwe çê bikin?” Wan ev mijar cidî nedigirtin, jinên ku di vî beşî de kar dikin ji mêran gelek gotinên neyînî dibihîstin ku digotin li malê rûnê baştir e, tu nikarî vî karî bikî, bi zarokên xwe re li malê bimîne, ev cih ne yê te ye.
Tesnîm EL-Bir dibêje; “malbat û hevjînê min gelekî alîkariya min kirin, bi taybetî bavê min di gelek mijaran de alîkariya min kir. Ez dibînim ku ev yek pir girîng e û dihêle mirov di karên xwe de biafirîne.”
Xebata jinan ne gef e
Piştî ku di civakê de hat rûniştandin ku mêr li hemberî jinan bi ser dikevin, di civakê de gelek rolên rêveberiyê bo wî hatin dayîn, mêr êdî bi çavekî mezin li xwe nêrî û ku xwe dispart hêza xwe ye laşî.
Selam Ibêdî dibêje; “Dema ku ez bi tena xwe di semînerê de amade bûm hevalên min ên mêr bi min re gotin tu li vir çi dikî? Ev ne cihê te ye, tu hatî cihê me ji me bigrî. Tevî vê yekê min karîbû di vî beşî de ji mêran bêtir xwe îsbat bikim û tevli gelek dewreyan bûm û bi rêxistinên cîhanî re yên girêdayî vî beşî beşdar bûm.
Nêrîna civakê sînordar e
Heta niha jî nêrandineke neyînî ji karên dest re hebû, mîna karkirina di endezyariya makanîk de nayê qebûlkirin tevî ku ji kevintirîn beşên endezyariyê ye.
Her wiha Selam Ibêdî destnîşan dike ku ev beş tenê di çêkirina seyareyan ve ne girêdayî ye wekî ku gel texmîn dike, berovajî wê ew branşekî mezin e û tê de gelek branş hene wekî enerjî û cemidandin ku ev mijar jî bi rojane em bi wan re didin û distînin. Ew beşeke ku ji jiyane me nayê qutkirin e, ji ber vê ew bi karê xwe serbilind e.
Karê min bandorê li ser mêyîtiya min nake
Têgeha mêyîtiyê bi kesayeta jinan û berhemdayîna wan ve girêdayî ye lê civak tenê mêyîtiyê bi awayê şeklî dibîne û girê dide.
Mêyîtiya jinan her dimîne, ji ber ku karê wê di kîjan beşî de dibe jî ev yek xwazaya wê nade guhertin û ji wê tiştekî kêm nake divê jin li her deverê xwe îsbat bikin.
Tesnîm EL-Bir teqez dike ku karê wê di warê makanîk de ji mêyîtiya wê kêm nake, kar cuda ye û mêyîtiya wê tiştek din e û dibêje; “Em di civakek wisa de ne ku mêyîtiyê bi mijarên sivik ve girê dide lê ez wekî jin dikarim di vî warî de kar bikim, jina ku dikare zarokan çêbike û wan xwedî bike dikare her tiştî bike.”
Em hêvî dikin ku di salên pêş de guhertinê bibînin
Li ser hêza jinan şerkirinê Nûr Elan dibêje; “Di civakên me de diviyabû ku jin şer bikin da ku mafên xwe bi dest bixin, astengî her li pêşiya wan tên danîn lê îro ew ne wek berê ne, dikarin di hemû waran de cihê xwe bigrin. Hêvî dikim ku di pêşerojê de guhertin çêbibe. Ez bawer im ku dê ev rastiya heyî were guhertin û baş bibe, li aliyê din em di serdema teknelojiyê de ne û kedeke fizîkî ji karmendan nayê xwestin.”
Der barê hêviyên xwe yên pêşerojê de dibêje; “Ger ku rewşa min a madî baş be ezê karekî taybet ê seyareyan bo xwe ava bikim. Belkî jî ez rawestgehekê çêbikim ku bi wê yekê bibim yekemîn jina ku li Urdunê projeye wê heye. Ez niha li karekî digerim lê ez rastî pirsgirêkek têm ku ew jî bicihkirina mêran ji bêdêla jinan di saziyan de ye. Dîsa jî ez bi hêvî me ku dê ev rewş were guhertin.”
Selam Ibêdî wiha bi dawî dike; “Di dema lêgerîna min a ji bo kar de min ji aliyê hin kampanyayan ve pêşwaziyek didît lê bi giştî heta niha ev kar ji bo mêran maf dihat dîtin. Ez li ser rawestgeha seyareyan difikirim, hewl didim tiştekî nû ku li Urdunê hîn tune ye ava bikim divê ku ev proje nêrîna civakê biguherîne.”
Tesnîm EL-Bir jî dibêje; “xwendina jinan tiştek xerîb bû û nedihat qebûlkirin lê niha ew bûye pêdiviyeke bihgehîn, ji bo wê dê bi demê re nêrîna civakê were guhertin û tevahî mijjar normal bibin.