Jin li dijî polîtîkayên ambargoyê têdikoşin

Jinên wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji sala 2019’an ve rêgirî û ambargo li ser tê meşandin, bi keda xwe, hilberîna xwe polîtîkayên ambargoyê vala derdixin.

BERJÎN KARA

Mexmûr – Ji sala 2019’an ve ambargoyek pir tund ji aliyê PDK’ê ve li ser Wargeha penaberan a Mexmurê tê meşandin. PDK bi hevkariya dewleta Tirk bi hemu şêweyan êrîşan li ser wargehê pêk tîne, di çûyîn û hatina derveyî wargehê de astengiyan derdixe. Astengiyê ji qadên perwerde û tendurustiyê re çêdike.

Ji ber ambargoyê di warê xwendina zarokan de astengî çêdibin

Bi ambargoya ku sê sal in li ser wargehê tê meşandin xwendina zarokên wargehê tê astengkirin û destûr nade zarokên wargehê di zanîngehên wan de bixwînin. Ji ber rêgiriya ku tê meşandin welatiyên wargehê kar û xebatên xwe nikarin bimeşînin û pêwîstiyên xwe yên ji bo jiyanê pêk bînin. Di gelek aliyan de zorî û zehmetiyan dikşînin, debara jiyana xwe li ser wan riyan didan meşandin lê ji ber rêgiriya PDK’ê, di pêwîstiyên debara jiyana xwe de zehmetiyan dikşînin.

Tevî hemû astengiyan hewl didin jiyana xwe bi berhemdarî bidomînin

Di hemu aliyên jiyanê de astengiya ji wargeha penaberan re derdixin. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk, li gel wê pêkanînên qirêj ên PDK’ê, bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û dewletên din wargeha penaberan jî bi her awayî li ber xwe didin û tevî hemu astengiyan jî hewl didin jiyana xwe berdewam bikin. Ji bo vê jî bi karê xwedîkirina sewalan û çandiniyê re mijûl dibin bi taybet jinên wargehê. Tevî hemu zor û zehmetiyan jî jinên wargehê bi kedek mezin karê xwe berdewam dikin. Yek ji wan jinên ku bi karê xwedîkirina sewalan dike jî jina ciwan a bi navê Jiyan Tok e. Jiyan, bi qasî sê salan e bi xwesuya xwe Qumrî Tok re karê xwedîkirina sewalan dike û di heman demê de jî bi baxçe re jî mijul dibe. Debara jiyana wê û zarokên wê li ser xwedîkirina sewalan e û bi hezkirin li sewalên xwe dinêre.

Ji sala 2019’an ve ambargo li ser wargehê heye

Jiyan Tok wiha qala zorî û zehmetiyên ambargo û rêgiriye kir: “Ji 2019’an heya niha ambargo li ser me heye, jiyana me gelek zehmet e kar nîn e tiştek nîn e. Ji rêgiriya ku heya niha didome pê ve tiştek tune ye, balafir her roj li ser serê me difirin û li me didin, li zarokên me didin zarokên me ji dengê wan bi bandor dibin. Li şûna ku biçin dibistanê bixwînin, li asîman dinêrin ka wê kengê balafir bigere. Rê girtine zarokên me nikarin biçin ji derve bixwînin, li vir dibistanên xwe qedandine lê destûr nadin biçin bixwînin.”

‘Tenê têra zarokên xwe penîr û mast çêdikim’

Jiyan, diyar kir ku ji bo jiyana zarokên xwe bidin berdewamkirin dest bi karê xwedîkirina sewalan û çandiniyê kiriye û wiha got: “Ev sê sal in sewalan xwedî dikim, gelek zehmet e lê em neçar in zarokên xwe xwedî bikin. Em bi sewalan xwe xwedî dikin, şîrê wan didoşin, dikin penîr, dikin mast û xwe pê xwedî dikin rê nîn e lê em neçar in zarokên xwe xwedî bikin. Bi rastî alif biha ye, bihayê ceh û genim giran e. Baxçeyê me heye em ji sewalên xwe re giya diçînin û didinê, em ka dikirin û didinê. Dema ku rê heyî hevjînê me diçû kar, birayên me diçû kar, xwişkên me diçû kar lê niha gelek zehmet e ger rê hebûya wê biçûya kar me yê sewalên xwe zêde kiribûya. Me penîrê xwe difirot, me şîrê xwe di firot lê niha gelek zehmeta me pere jî nîn e û heya vê astê em gelek zehmetî dikşînin. Sewalên min gelek kêm in tenê têra zarokên xwe şîr, penîr û mast çêdikim.”

‘Wekî zarokên xwe ji karikên xwe hez dikim’

Jiyan Kara ya ku weke zarokên xwe ji sewalên xwe hez dike di dawiya axaftina xwe de wiha qala sewalên xwe kir û got: “Ev sê sal in min hinek bizin kirîne û xwedî dikim. Ez gelek ji bizinên xwe hez dikim, bêyî wan nikarim îdare bikim. Sipêdê saet di şeşan de radibim xwarina wan didim, karikên wan berdidim û ji ber ku nû karikên wan çêbûne me nedoşa heya mezin dibin. Dema ku sewalan dibînim ez gelek ji wan hez dikim. Wekî zarokên xwe ji wan hez dikim ferqa wan û zarokên min nîn e.”

Her wiha Qumrî Tok jî qala xwedîkirina sewalên xwe kir û got: “Ez 6’ê sibehê radibim xwarina wan didim wan ceh be, ka be giya be, beldamî be didim ber bizinên xwe û heya saet dibe heft. Piştre karikên wan berdidim û careke din wan û karikan ji hev cuda dikim, piştî wê jî bizinan berdidim nava baxçe heya nîvroyê. Piştre nan be, ceh be yan jî ka be didim ber wan heya şevê, dîsa karikên wan bi qasî du saetan didim ber wan û piştî wê ji hev cuda dikim.”