‘Jin hewl didin bibin xwedî aboriya xwe ya serbixwe’
Aboriya serbixwe yek ji riyên xwebûna jinan e. Çalakvana civaka sivîl Sûzan Ferec got ku jinek xwedî aboriya xwe be, dikare ew bi xwe rê bide jiyana xwe.

MIHRÎBAN SELAM KAKEYÎ
Helebce – Li başûrê Kurdistanê gelek jin bi riya pêkanîna projeyên xwe hewl didin bibin xwedî aboriya xwe ya serbixwe.
Çalakvana civaka sivîl Sûzan Ferec têkildarî aboriya serbixwe ya jinan wiha got: “Divê jin bibin xwedî aboriya xwe ya serbixwe. Dema jin dibin xwedî aboriya xwe di nava civakê û malbatê de cihek wan çêdibe. Dema em li jinên ku dixebitin dinêrin, dibînin ku jixwebawer in, di nava civakê de zêdetir xwedî gotin in.”
‘Em hewl didin derfetên ji bo xebata jinan biafirînin’
Sûzan Ferec da zanîn ku her çendî niha di civaka Kurd de jin û mêr bi hev re dixebitin jî lê belê hê destûr nayê dayîn hinek jin bixebitin û debara xwe bikin û wiha got: “Niha wisa bûye ku çi jin çi jî mêr divê kar bikin û girîng e jin girîngî bidin karên ku dikin. Her kes xwedî kêrhatî ye û dikare tiştek bike. Weke rêxistin û çalakvan, em hewl didin derfetên ji bo xebata jinan biafirînin. Rêxistin hedef dikin ku jin di malê de neminin, derbikevin derve bixebitin. Rêjeyeke baş a jinan dixebitin. Jinên ku ji derveyî navçeyên weke Pencewîn û Seyîdsadiqê ne, bala me li ser wan e, ji ber ku li gorî daneyên me bi dest xistine li wê herêmê jin gelek girtîne, heta niha jî destûr nayê dayîn bixebitin. Ji ber wê em dixebitin da ku derfetên kar ji bo jinan ava bikin û ew jî bixebitin.”
‘Armanca me ew e ku jin bibin xwedî aboriya xweser’
Sûzan Ferec di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Armanca me ew e ku jin bixebitin. Bi kêfxweşî em dikaribûn li Helebce û derdora wê bi awayekî gelek baş gavan biavêjin û yek ji wan tiştên herî girîng ew e ku jin bibin xwedî aboriya xwe ya serbixwe da ku azadî û serxwebûnê bi dest bixin.”