Jin bi keda destê xwe aboriyê geş û xurt dike

Xweza û jin peyvên nêzî hevin, bi keda destê jinê roj bi roj xweza geş û şîntir dibe. Herî zêde yê xwedî li xwezayê derdikeve û pêre eleqedar dibe jin e, lewra têkiliyên jin û xwazayê pir bi qîmet in.

 
DILUCAN BOZÎ
Kobanê - Li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava bi demsala bûharê re jinan dest bi çandiniya bexçeyan kirine. Di meha Adarê de êdî gelê herêmê dest bi çandiniyê dikin, şêniyên navçeya Qinê ya dikeve Rojavayê Kobanê piraniya wan bi çandiniyê re mijûl dibin û debara jiyana xwe li ser çandiniyê dikin. Ji bo çandiniya berhemên weke kemun, nîsk, nok, yanesun, beqle, kizbera û colik erdê paqij dikin. Li rex van çandeniyên sereke hin malbat li kêleka erdê xwe bexçeyan diçînin û zebzeyên xwe ji wê derdixin. Îsal li gor kêmbûna baranê jî dîsa jî gel hewl didin baxçeyên mezin çekin, da hemû pêwîstiyên xwe di hundir herêmê de bi cih bikin. Niha jin di nav zeviyan de dene û demên xwe bi çandina û mijûlbûna bi axê re derbas dikin.  
Rewşa çandinê li Herêma Firatê 
Herêma Firatê bi çandinî û xwedîkirina sewalan tê nasîn, loma kesên bi  xebata çandiniyê re mijûl dibin bi berbanga rojê re radibin û berê xwe didin nav çol û erdan. Di meha Adarê de dema çandina şitlan e, despêkê ax tê rakirin û rastkirin paşê şitil tên çandin. Di meha Çile de gel dest bi çandina tov dikin, piştî demekê ev tov şîn dibin xizmeta wan tê kirin heye dibin şitil û xwe digrin. Gelek kes ji bo firotinê baxçeyên mezin diçînin û hin kes jî ji bo malê diçînin. Lê piraniya şêniyên navçeya Qinê ji bo firotanê bexçeyan diçînin. Jin bi hevdu re bi rengekî komînal xizmeta bexçeyan dikin û di hemû xebatan de xwedî li hevdu derdikevin. Jina bi navê Meysa Elî ew jî bi çandina re mijûl dibe û wiha ji mere behsa vê xebatê dike. 
"Bi xwazayê re jiyan xweş dibe"
Bi hatina buharê re jin amadekariyên çandiniya bexçeyan dikin, herî zêde jin bi xwazayê re mijûl dibin û kedeke bê hempa didin. Meysa bal kişand ser rewşa çandiniyê û ev tişt got: "Rojên me hemû jinan bi çandiniyê re derbas dibe taybet di vê mehê de, ji ber niha dema çandina bexçeye û her kes di nava erdê xwe deye. Gundên derdora Kobanê her sal bexçeyan diçînin û piranî jin vê xebatê dikin. Xizmeta bexçeyan pêwîst e mirov jê fêm bike, dema jin derbasî nav bexçeyan dibe bereket dikeve nava wî bexçeyî de. Têkiliyên jin û xwazayê bi hevdu re bi qîmet in, dema roj xweş be hemû jin şitlan diçînin û dema sar be jî em di hundir malê de karê xwe dikin. Hin kes bexçeyên xwe li ber motorên avê diçînin û hin kes jî li mal diçînin. Bi qasî du mehan em di tevgerê dene, heya şitlên me şîndibin em dibin bazarê difroşin. Aboriya bi destê jinan xurt e û geş e."