Jin bi dewreyên pîşeyî aboriya xwe bi dest dixin

Jinên Koye bi riya dewreyên pîşeyî hewl didin hem xwe pêşbixin û hem jî dahata jiyana xwe pêkbînin. Jinên beşdarî dewreya pîşeyî bûne dibêjin: “Fêrbûna pîşeyên nû ji bo jinan hevkariye.”

ŞIYA KOYE

Koye- Rêxistina Çeter ya geşepêdanê, bi hevkariya Navenda Kar ya fêrbûna birîn û dirûnê dewreyek ya pîşeyî ji bo jinên bajarokê Koye ya girêdayî bajarê Hewlêrê vekir. Ev dewreya perwerdê wê mehek berdevam bike. 20 jin beşdarî dewreya perwerdeya dirûnê bûne.  Jinên Koye bi riya dewreyên perwerdeyên pîşeyî hewl didin xwe pêşbixin, fêrî pîşeyê nû bibin, aboriya xwe ya serbixwe bi dest bixin û dahat jiyana xwe pêkbînin.  Jinên beşdarî dewreya perwerdeya dirûnê bûne, der barê giringiya dewreyê û avabûna derfetê kar ji bo jinan ji ajansa mere re axivîn.

‘Divê jin di aliyên cûda de xwe pêşbixin’

Sazgar ku xwendekara Zanîngeha Koye ye beşdarî dewreya perwerdeya dirûnê bûye diyarkir ku divê jin xwe fêrî pîşeyên nû bikin û wiha got: “Ji ber jiyan girane, divê em gelek pîşeyan bizanin û fêr bibin. Li mala me makîneya dayîka min heye, ji ber wê ez dixwazim cil û bergan bidirûm. Daxwaza min ji bo jinên ciwan ewe ku di mal de nemînin û beşdarî dewreyên perwerdêyan bibin. Dewreyên perwerde ên weke kompîter, ziman, dirûn û h.w.d hene,  ji ber wê derfetê fêrbûnê ji bo jinan zêdeye, divê em bi daxwaza xwe fêrî pîşeyekê bibin û di pêşerojê de kar bikin.”

‘Armanca me pêşxistina hêza jinê ye’

Endama Navenda Kar Şîraz Seîdî der barê dewreyên pîşeyî de wiha got: “Me ji bo jinên Koye dewreyek ya perwerdeya birîn û dirûnê vekir, gelek dewreyên me ên din hene. Dewreya perwerdeya dirûnê ku ez serpereştiyariya wê dikim, me bê beramber vekiriye, daku em derfetên baştir ava bikin û jin bibin xwedî kar û pîşeya xwe. Di werza zivîstanê de me heman dewreya perwerdê vekir piraniya jinên beşxwediyê cîhê karê xwe.”

‘Divê heskirina wan ji wê pîşeyê re hebe‘

Aşna Kewe ku beşdarî dewreya perwerdê bûye û mamostaye der barê dewreya perwerdê de wiha got: “Divê dewreyê de em 25 jin beşdar bûne û ji sala 2015’an ve ez bi riya dewreyên perwerdeyê dirûnê fêrî jinan dikim. Destpêkê divê heskirina wan ji wê pîşeyê re hebe, ger ez dû saetan karê malê bikim piştre bi lez dest bi dirûnê dikim. Ji ber ez gelek jê hez dikim û destpêkê ger kesek bixwaze wê bike, ez vê ji hemû xwendevanan re dibêjim.”

‘Hemû kar girin e lê hewildan pêwîste’

Dilniya Qadîr ku beşdarî dewreyê bûye der barê beşdariya xwe ya ji bo dewreyê wiha got: “Ji bo destpêkirina her karekê divê daxwaza fêrbûnê hebe, ez jî jê hez dikim û hatim û dixwazin di pêşerojê de bikarim kar bikin û bibim xwedî karê xwe. Li gel min roja yekem gelek giran bû. Lê belê mamosta ewqas xweş şêwazê birîn û qiyaskirinê fêrdikir. Ev jî wisa kir ku kar ji bo min hêsan bibe û heskirina min zêdetir jêre hebe.”