Ji kolana Cemedê ber bi serxwebûna aborî ve

Xwaringeha Şîman Raûf ku li yek ji kolanên herî qerebalix ên Silêmaniye yê, xwedî bingeheke mezin a xerîdaran e û bi amadekirina xwarinên Kurdî debara xwe dike.

DÊRÎN REHÎM

Silêmanî – Li bajarê Silêmaniye yê başûrê Kurdistanê, bazara kar şahidiya hejmareke zêde ya jinên ku bi karên destan debara xwe dikin. Jina bi navê Şîman jî yek ji wan e. Wê li Kolana Salim (ku wekî Kolana Cemedê jî tê zanîn) li Silêmaniyê erebeyeke xwarinê ya biçûk daniye.

Şîman Raûf dayîka 3 zarokan e û bi xwe ji bajarê Silêmaniyê ye. Ew ji bilî karê xwe, ji bo kesên din jî bûye çavkaniyek piştgiriyê. Ew di nav malbat û hevalên xwe de bi jêhatîbûna xwe ya di amadekirina xwarinên Kurdî de navdar e. Ew êdî çêkirina xwarinê bi mala xwe ve sînordar nake, lê belê ew niha li kargeha xwe ya li Kolana Salim dixebite. Kolana Salim ji bo geştiyarên ku dixwazin serdana xwaringeha wê bikin û xwarin û vexwarinên wê biceribînin, bûye cihekî ku divê bê dîtin.

Dema ku kameraya ajansa me li kolanên Silêmaniyê bû, Şîman ji nêz ve hate şopandin û bi wê re hevpeyvîneke kurt hat kirin. Wê ji nûçegihana me re wiha got:“Ez her roj ji saet 7’ê sibê heta 12’ê nîvro bi hevjîn û zarokên xwe re dixebitim. Em xwarinên xweş ên Kurdî yên wekî kutilk, selete, tirşîn, birincê qehweyî û birincê dirêj amade dikin. Her wiha ji bilî van xwarinan, sebzeyên hûrkirî yên çargoşe, pirav (şorbe) û cureyên din jî ji bo kesên ku serdana xwaringehê dikin, amade dikin. Ji bilî vê, em ji bo hin cihan jî xwarinan ji malan re amade dikin.”

‘Bila jin li gorî şiyanên xwe bixebitin da ku bibin xwedî xweserî’

Wê da zanîn ku ew bi hêvî ye jin ji aliyê aborî ve xweser û serbixwe bin, mîna ku ew bixwe wiha ye. Şîman wiha got: “Ez pir kêfxweş im ku min kariye derfetên kar ji bo hejmarek ciwanan peyda bikim û wan bi serbilindî û bawerî karsaziyên xwe dest pê kirine. Ez hêvî dikim ku jin, mîna me, bibin xwedî xweserî û li gorî şiyanên xwe bixebitin.”

‘Ez dixwazim bi riya karê xwe bedewiya karê jinan bidim diyarkirin’

Şîman da zanîn ku gelek kes ji dûr û nêzîk tên xwaringeha wê da ku bi wê re bixwin û wiha bidawî kir: “Ev gaveke erênî ye ku baweriya min bi xwe zêdetir dike. Piştgiriya malbat û xelkê ji min re sedereke sereke ye ji bo serkeftina min di rêvebirina xwaringeha min de. Her çend ez hê jî rojane ji hin kesan rexneyên tund dibhîsim jî, ez xebata xwe didomînim. Ez ji jinan dixwazim ku xwe bispêrin xwe û ji bo bidestxistina armancên xwe bixebitin, ji ber ku tiştek ne mumkin nîne.”