Ji karê ku dikim hêzê digrim

Mereqa hostaya biriqandina wesayîdan (pasta cîla) Selîn Selbaşi da zanîn ku hê di biçukaniyê de mereqa xwe ya ji bo karê pasta cîla çêbûye.

 
OZGUR KAYA
Îzmir - Selîn Selbaşi ya ku hostaya biriqandina wesayîdan (pasta cîla) ye, meraqa wê hê di biçûkahiyê de dest pê dike. Destpêkê wekî hobî dest bi karê xwe dike dûre ji ber ku ev dibe hobiya wê, di dema pêş de dibe xwedî cihê kar. Selîn dibêje; “Hezkirina min ez kişandim vê qadê ku bi xwe vî karî bikim. Her jina ku bixwaze vî karî bike yan jî xwe fêr bike ez dikarim bê heqdest her tim perwerde bidimê. Ên ku cihê wan ê lê mayînê tunebe ez dikarim wan bikim mêvanê mala xwe. Dixwazim di vê qadê de piştgiriya jinan bikim. Ji min re dinivîsin, eleqedar dibin lê belê yan pirsgirêkeke malbatî çêdibe yan jî tiştên cuda çêdibin qet em nehatin gel hev. Ez gelek dixwazim jinan fêr bikim.”  
Tu biçe neynûkên xwe oje bike. Ma di sanayiyê de jin dixebitin?
Ew gotinên ku bûne kronîk hinek ji wan ên jin her roj rastî van gotinan tên. Jin herî zêde dema li cihên herî zêde mêr serdest e di sektora sanayiyê de dixebitin mecbûr dimînin ku gelek dîwaran derbas bike. Selîn di sanayiyê de karê biriqandina an (pasta cila) dike. Gelek caran bi gotinan re rûbirû maye. Lê qet dest ji karê xwe bernedaye. Selîn a ku bi karê xwe navê xwe daye bihîstîn bi serkeftin û berxwedana xwe ji gelek jinan re bûye mînak.
Li Îzmîrê dema min bihîst ku hostayê biriqandina wesayîdan (pasta cîla) jin e ez gelek bi heyecan bûm. Qet min dem winda nekir, xwe gihandê. Selînê bi keça xwe Azra ve ez pêşwazî kirim ez di derî de bi kenê wan her duyan hatim pêşwazîkirin. Destpêkê em ketin sohbetek xweş û dirêj. Li beramberî min jinek ji heqê gelek tiştan derket heye. Tiştên ku jiyaye wê hêj bi hêztir kiribû. Beriya ku em dest bi hevpeyvînê bikin tiştên ku ji min re got ez gelek pê bi bandor bûm. Jinek ku hem ji bo keça xwe bûye dayik hem jî bûye bav li pêşberî min bû.  Çîqasî ku min Selînê nas kir heyraniya min a li hemberî wê hîn zêdetir bû.
Meraqa wesaîdan di biçûkatiyê de dest pê kir
Selîn di sala 1988’an de li Stenbolê ji dayik bûye. Beriya niha di şîrketeke taybet a hewayî de wekî hostes kar kiriye. Lê piştî demekê dest jî wî karî berdide. Ji bo wê karek ku disîplînek zêde jê re pêwîst e û westanek zêde bûye. Selîna ku zêde ji disîplînê hez nake, ji ber vê yekê ji xelkê kelîmeyek weke telîmat bibêje di qirka wê de naçe xwarê jê hez nedikir lê jê re weke tecrubeyekê hat. Piştî wê biryara xwendina zanîngehê da. Li Zanîngeha Suleyman Demîrel a Ispartayê beşa reklam û bazarkirinê dixwîne. Piştre di fîrmayên cuda de nêzî 5 salan karê bazarkirinê dike. Lê belê ew pîşeya ku temam kiriye dest jê berdide. Hezkirina Selînê ya ji bo an hê di zarokatiya wê de dest pê dike. Bi xwe li ê dinêre ji biriqandinê bigre (pasta cila) bi xwe li hemû tiştên wesayîdê dinêre. Azweriya Selînê ya ji bo wesayîdan destpêkê wekî hobî biriqandina wesayîdan (pasta cila) wesayîda xwe bi xwe çêdike. Ev hobiya wê di demên pêş de bû sedem ku cihê karê xwe ji xwe re veke. Dayika wê û hevalên wê piştgiriya wê dikin. Çîroka Selînê ya vekirina cihê kar li sektora sanayiyê ku di destên mêran de ye wiha dest pê kiriye. 
Eleqeya min ji karên wiha re hebû
“Taxa ku ez lê mezin bûme ji vê yekê re cihek musaîd e. Qet tirseke me nîn e. Hemû xwişk û birayên me bûn. Dem ne demek ewqas xirab bû, ez wekî zarokek kur mezin bûm. Dema ez mezin jî bûm bi min re weke karekterekê ma. Belkû karekterê min bi xwe wisa bû nizanim. Lê eleqeya min her dem ji wan karên ku wekî yên mêran tên zanîn re hebû. Mînak di dema xwe de min wisa xweş fotbol dilîst. Lê li hemberî wesayîdan eleqeyek hîn cudatir bi min re hebû. Ez ne zarokek ku tenê bi wesayîdan dilîze bûm, eleqeya min ji bebikan re jî hebû. Azweriya min a ji bo wesayîdan wisa kir ku ez kişandim vê qadê. Dema min dikan vekir dayika min di aliyê madî de gelek alîkariya min kir. Di wê demê de ya ku herî zêde piştgirî da min dayika min bû. Bavê min jî digot gelo wê bikare! Dema min ê belgeya  dikanê çêkira min ji bavê xwe pere xwest. Got tê çi bi belgeyê bikî? Niha em dikevin pêvajoya bayi yan. Xeyalên me yên di vê qadê de hêdî hedî pêk tên. Malbata min bi min şanaz in.”
Li cihê kar hem patron hem jî karker e
Selîna xwedî garaja erebêye, di cihê kar de hem rêveber e hem jî karker e. Di garajê de pêwîstî bi kesê duyem nake. Ev salek e bi tena serê xwe dixebite. Her çiqasî biweste jî ew westandina wê wisa dike ku kêfxweştir karê xwe bike. Selîn dibêje ku bi giştî bertekên erênî digre û wiha dibêje: 
“Ez destpêkê wesayîdê paqij dikim lewre gelek girîng e, piştre ez tînim rewşa wisa ku bikarim wesayîdê bibiriqînim (pasta cila) lê were kirin. Ger pêwîst bike ez karê zimpa jî dikim. Lê ez karê zimpa gelek tercîh nakim. Tenê dema boyaxa wesayîdê xira dibe ez bi kar tînim. Piştî wê ji 3-4 qat pasteyên me hene. Karê herî dawî ku ez dikim pêçandina bi seramîkê ye. Ew boyaxa ku min restore kiriye ez didim zuhakirin, pêçandina bi seramîkê jî dema boyax zuha dibe ji wê qatek bilindtir e. Kalîteyên wê hene. Mişterî kijan qelîteyê bixwaze em wê bi kar tînin û bi vê seramîkê em wesayîda wê xilas dikin. Halê herî dawî yê wesayîdan wisa dibe ku mirov dibêje ji Showroomê derketiye bi rûyê ken û memnûniyeta wan em wesayîdên wan ji garajê  teslîmî muşteriyan dikin.”
Ji karê te bawer nakin
Selîn di vê sektorê de ji aliyê rekqîbên xwe ve bi hêsanî nehatiye qebûlkirin. Rastî gotinên tacîzkar û nexweş hatiye. Dibêje min van hemû avêtiye aliyekê, rojekê li dikanê birayê min hebû muşterî hat ji birayê min pirsa biha kir lê ji ber ku birayê wê qet ji van karan fam nake bersiv nedaye û wiha didomîne: 
“Mêrek hat, yekser birayê min muxatab girt ez li wê derê ji nedîtî ve hatim ditin. Derdê xwe ji birayê min re got; ‘Li vê derê wesayîda min ji ber tavê şewitiye, li filan derê wê filan derdê wê heye’ behs dike. Li wê derê min jî guhên xwe dayê ji ber ku min muxatab nedigirt. Ez neaxivîm. Birayê min lê guhdarî kir û got ez ji van karan fam nakim xwişka mine xwediya vî karî. Got ha patron ew e hema di wê derê de kurt birî û çû. Ji ber ku tu jin î bawer nakin tu vî karî dikî. Ew ên ji derve tên ku ez qet wan nas nakim werin ji min agahiyan bigirin eleqeya min bi wana nîn e. Ji ber ku ew kesên karê min dişopînin hene ez vi karî dikim. Reklama min wesayîdên ku ji garaja min derdikevin in.”
Min her tim xwestiye nasname û tarzê xwe biparêzim
Selîn diyar dike ku yên dibêjin here mal oje li neynûkên xwe bide, di vî karî de çi karê te heye hebûn. Lê belê wan jî êdî pejirandine. Di destpêkê de ji wê re gelek zehmet bû. Dide destnîşankirin ku gelek caran bi şerê psîkolojîk re rû bi rû maye. Selîn behsa zoriyên di vê rêyê de dike û bal dikşîne ku jinên di karên wiha de cihê xwe digrin bi demê re dişibin mêran û dibêje: “Belkî min avantajên Îzmîrê bi kar anîbe. Dema li bajarek cuda bûma ez ê ne ewqas rehet bûma. Min her tim nasnameya xwe û tarzê xwe parastiye. Di aliyê karekter de hinek weke mêran im. Ez di wê ferqê de me. Lê dema ku min xwestiye ez şortê xwe li xwe bikim min li xwe kiriye, min porê xwe çêkiriye, min makyaja xwe kiriye, kolya xwe xistiye stûyê xwe. Lê gotin hatine wê qolyeyê jî û gotine wê ew qolye bikeve ber makîneyê. Qet ew qolye neket ber makîneyê. Bes carekê porê min ket ber makîneya kompresorê. Min qet dest ji jinîtiya xwe û jiyana xwe ya taybet berneda. Ez bi hêza xwe dixebitim. Ez wisa xwedî lê derketim. Wisa jî dixwazim berdewam bikim.”
Xwe ji bo pêvajoya bayiyan amade dike
Dikana Selînê di dema erdhejê de gelek zirarê dîtiye. Bi taybeî di dema pandemiyê de ew tirsandiye.  Bi taybetî ji bi her cureyî mîkrobê negihîjin keça wê, heta pêşiya xwe bibîne biryar daye ku dikanê  bigre. Bal dikşîne ser ku ji bo di demên pêş de karê wan serkeftîtir derbas bibe divê beriya her tiştî tendirustiya xwe biparêze. Xwest ku pêvajoya pandemiyê veguherine firsetê. Dikane Selînê ev 3 salên xwe temem kiriye êdî ev der jê re biçûk tê. Bi cihekî mezintir dixwaze careke din dest bi karê xwe bike. Di heman demê de Selîn dixwaze bikeve pêvajoya bayiyan amadekariyên wê dikin. Niha bi awayekî aktîf li Manîsa û Akhîsarê hevdîtinan bi cihekê re dike.
Gelek dixwaze jinekê di vî warî de perwerde bike
Selînê di dawiyê de bal kişand ser ew perwerdeyên ku wê dane û wiha domand: “Di sê çar rojan de yê ku digot min qet destên xwe nedaye makîneyê makîne girt destên xwe. Ji ber di her karî de xalek bi efsûn heye. Min ji wan re her tim xala giran got. Ew jî her tim bi awayekî serkeftî ji gel me derketin. Ji ber nehatina jinan ez aciz dibim. Her tim ew jinên ku bixwazin vî karî bikin ez ê heta dawiyê bê heqdest wana perwerde bikim, ên cihên wan ên lêmayînê tunebe jî ez ê wan bikim mêvanên mala xwe. Lê belê yan bi malbata wan re pirsgirêkek heye yan jî tiştên cuda derdikevin. Qet em nehatin gel hev. Lê ez gelek dixwazim jinekê perwerde bikim.”
Selîn di heman demê de li Tirkiyeyê di pîsta pêşbirkê ya bi navê Ulku Yariş Pistî weke amator şansê beşdarbûna wê bi dest xistiye. Ev jî gelek li xweşa wê çûye. Selîn niha plan dike ku di aliyê pêşbirkê de xwe profesyoneltir bike. Dibêje li ser vê yekê wê di nêz de xebatek wê hebe.