Ji fêkiyeke demsalî ber bi karsaziyeke biçûk ve
Li gundê "El-Ewna" ê Asyûtê, jinan bi riya yekîneyeke hilberîna hinaran û çêkirina berhemên cuda û bi xebatê, rê vekirin ku jin beşdarî karên aboriyê bibin û astengiyên di karên demsalî de derbas bikin.
ÎMAN SEMÎR ELÎ
Misir – Li gundê El-Ewna yê li parêzgeha Asyûta Misrê, hinar ku berê berhemeke çandiniyê ya demsalî bû, bi riya yekîneyeke hilberînê ya berheman curbecur hildiberîne, ji bo jinan bûye çavkaniyek dahat û derfetên kar. Vê yekê asoyên nû ji bo beşdariya aborî û başkirina şert û mercên jiyanê vekir.
Îlham Ehmed a ku li yekîneya hilberînê dixebite, dibêje ku armanc bi projeyê ew e bi veguherandina curbecur berheman ji ava hinarê berheman çêbikin. Perçeyên hinarê, rûnê ji qaşikê hinarê û berhemên din ên çandiniyê, kozmetîkên ji qaşikê wê hatine çêkirin, fêkî û sebzeyên hişkkirî, nirxa hinarên ku li herêmê navdar in, zêde dike.
‘Planame ew e ku em tevahî demên salê kar bikin’
Li gorî ravekirinê, karê di nav yekîneyê de bi rêzkirina hinarên baş û avêtina yên ne guncaw destpê dike, paşê tên şûştin, qetkirin û li gorî berhema tê xwestin tên veqetandin. Ji bo hilberîna hinarên ku hatine rêzkirin, tov di kîsikan de tên pakêtkirin da ku fermanên şîrketê bi cîh bînin lê hilberîna melasa hinarê di qazanan de tê pêçandin û kelandin, dûre jî tê pakêtkirin.
Yekîneya hilberînê di demsala hinaran de derfetên kar ji bo jinan ava dike û beşdariya wan di çalakiyên aborî de zêde dike, nemaze dema ku derfetên kar ên sînorkirî ji bo jinan li gund tên hesibandin.
Çalakiyên vê yekîneyê bi demsala hinaran ve sînordar nîn in; karmend armanc dikin ku hilberînê di tevahiya salê de bi hişkirin û tirşkirina fêkî û sebzeyên li herêmê, wek tirî, hêjîr, mango, porteqal û mûz, bidomînin.
Alavên nûjen gaveke girîng e
Îlham Ehmed destnîşan dike ku curbecurkirina berhem û çalakiyan yek ji rêbazên kêmkirina girêdana bi yek ji sezona çandiniyê û dabînkirina derfetên domdar ji bo karkerên jin e, li şûna ku bi sezona çinîna hinarê ve sînordar bimînin.
Her wiha destnîşan dike ku qonaxên destpêkê yên pêvajoyê ji ber bikaranîna alavên destî û pêwîstiya derbaskirina demjimêrên dirêj li ber agir ji bo kelandina hinarê zehmet in, şert û merc di demên germahiya bilind de dijwartir dibin.
Danasîna alavên nûjen gaveke girîng e ber bi başirkirina şert û mercên xebatê ve ji bo jinan. Girîngiya pêşxistina projeyên hilberîna piçûk ji zêdekirina hilberîn û qezencê wêdetir diçe da ku zehmetiyên keda fîzîkî jî kêm bike û hawirdoreke xebatê ya guncavtir ji bo karkerên jin peyda bike.
Demên xebatê hestên xweş dide xebatkaran
Li gorî Elham Ehmed, yek ji faktorên ku ezmûna yekîneya hilberînê cuda dike, hebûna pergaleke xebatê ya hêsan e ku li gorî rewş û şiyanên jinan hatiye çêkirin. Demjimêrên xebatê bi du awayan tên dabeşkirin. A yekem ji saet heştê sibehê heta yekê piştî nîvroyê dixebite û ya duyem ji saet duduyê piştî nîvroyê heta pêncê piştî nîvroyê dixebite; di vê demê de, vebijarka hilbijartina şifta guncavtir an jî xebata di her du deman de heye.
Roja xebatê dibe cihê kêf û şahiyê
Îlham Ehmed her wiha destnîşan kir ku jîngeha kar li ser bingeha hevkariyê û piştgiriya hevbeş di navbera jinan de ye û got ku xebata tîmê hesteke rehetiyê dide wan û roja kar dibe cihekî ji bo ragihandin û kêfê her wiha ji bo temamkirina karên berhemdar.
Tevî cûrbecûriya berheman, pêvajoya bazarkirinê hê jî bi zehmetiyan re rû bi rû ye. Yek ji van ew e ku zanîna hinek gundiyan li ser bikaranîna melasa hinarê û girîngiya wê ya di çêkirina xwarinê de li gorî xerîdarên li bajaran sînordar e.
Îlham Ehmed rave dike ku melasa hinarê di amadekirina gelek xwarinan de, wekî salad û di goştê biraştî de tê bikaranîn û ji hêla xwaringeh, otêl û supermarketan ve tê xwestin. Ji ber vê yekê, karsaz ji bilî bazarên herêmî, balê dikşînin ser firotina berhemên xwe ji bo van saziyan.