Ji bo bazara kelûpelên kevin daxwaz zêde bûn
Qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê zêde dibe, gel û esnaf jî neçarî kelûpelên kevin dimînin. Kesên ku tên bazara kelûpelên kevin diyar dikin ku ew êdî nikarin debara xwe bikin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Bi zêdebûna qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê re, kes nikare tiştek bikire. Sînorê birçîbûnê jî roj bi roj zêde dibe. Hema bibêje her roj ji zem tê ser pêdiviyên jiyanî yên bingehîn, welatî ji ber bihabûna berheman neçar dimînin ên kevin ango cil û hwd. ên hatine bikaranîn bikirin. Bi qeyranê re li bazaran hejmara bazarvanên ku tiştên kevin difiroşin jî zêde bû.
Gelek kes diçin bazara ku tiştên kevin lê tên firotin
Li Amedê bazara kelûpelên kevin her roja Yekşemê li taxa Şehitlîka Amedê tê vekirin. Li bazara ku cil û berg, kelûpelên elektronîk, metbex û malê yên destên duyemîn tên firotin, kar di seatên serê sibê de dest pê dike. Esnafên ku di saet 05.00’an de tên bazarê û tezgehên xwe vedikin, hemû pêdiviyên kevin difiroşin. Esnafên bazarê diyar kirin di salên dawî de bi zêdebûna qeyranê re hem hejmara mişteriyan û hem jî hejmara esnaf zêde bûye, nîvê nirxê bihayê derve difiroşin. Esnafên ji diyar kirin ku ji bo bikaribin nan bikirin dixebitin.
'Em dixwazin bêyî hewceyê kesekî bibin bijîn’
Yek ji esnafên li bazarê dixebitê Sultan Yeşîl anî ziman bi salan li bazara ku cil û bergên kevin lê tên firotin dixebite. Sultan Yeşîl da zanîn ku zivistanê li bazarê havînê jî wek karkera demsalî li zeviyan dixebite, wiha dibêje: “Ez serê sibehê zû ji xew şiyar dibim, tiştên xwe kom dikim, têm qada bazarê û li cihêk tezgeha xwe vedikim. Ez li vir cilên kevn difiroşim. Em bi tiştên ku li vir difiroşin re debara xwe dikin. Em ji bo em hewceyê kesekî din nebin dixebitin.”
'Ev der cihê mirovên feqîr e'
Sultan Yeşîl diyar kir ku hefteyê rojek tê cihê bazarê, wiha dibêje: “Bazara li vir her sal diçe cihên cuda. Salên ewil bazara me li Sûrê bû, piştre li Koşuyoluyê û herî dawî jî li Batikentê bazar ava kir. Lê belê ji ber ku şêniyên wan taxan diyar kirin ku aciz dibin dibin, destûr nehat dayîn ku em li wan deran bifiroşin. Niha jî em li Şehîdlîkê karê xwe dikin. Em serê sibê bi jinan re tên. Em tên vir agirê xwe pêdixin û firotina xwe dikin. Ev der cihê mirovên feqîr e. Mirov tên vir û pêdiviya wan bi çi hebe dikrin. Ev der ji firotgehên derve yên li deverên din erzantir e. Ji ber vê yekê mirov zêdetir tên vir. Qeyran heye mirov ji vê qeyranê bi bandor dibin, em jî bi bandor dibin.”
'Ez bi pereyê ku qezenc dikim nan dibim mala xwe'
Esnaf Halîse Kaya diyar kir ku ji ber qeyranê nêzî 6 meh in li bazarê dixebite û wiha axivî: “Ez êvarê amadekariyan dikim û têm li vir. Ez cilên kevn û nû difiroşim. Ji ber ku ez nikarim debara xwe bikim ji bo xebatê têm vir. Ma mirovên pereyê wan tunebe çi bikin, nikarin tiştekî bikirin. Ez jî ji bo dabînkirina debara xwe, hatim vir. Li vir carna kar dibe, carna jî nabe. Em ji bo tasek mast û nanek serê sibê zû tên û dixêbitin. Zivistanê pir kar nabe lê havîn û biharê kar pir zêde ye. Li gorî cihên din berhem li vir erzantir in. Kes li vir berhemên biha nafiroşe. Dema hinek biha be, mirov bertek nîşan didin û dibêjin, li vir ne dikan e. Qeyranê bandorê li mişteriyên li vir jî kir. Gel berê jî pir dihat lê niha zêdetir tên.”
‘Qeyranê mirovan belengaz kir’
Ferîde Altin a ku wek mişterî hat bazarê jî bal kişand ku ji bo pêdiviyên xwe erzantir bikire, bazara kelûpelên kevin tercîh dike û bi van gotinan bal kişand ku qeyrana aborî çawa bandor li ser jiyana mirovan dike: “Li her derê qeyran heye. Êdî mirov nikarin tu tiştekî bikirin. Tu nikarî li derve perçeyek cil bikirî. Yên dewlemend nayên li vir, helbet cil û bergên nû dikirin lê em nikarin li vir jî perçeyek bikirin. Mirovên ku rewşa wan nebaş e, tên li vir û kelûpel dikirin. Li vir her tişt kevn e. Yên pereyên wan hene nayên li vir. Ma mirov çi bikin? Di nava qeyranê de qeyran heye, gel êdî belengaz bûye. Êdî qet nizane çi bike û çi bikire.