Ji bexçeyên Hevselê dema berhevkirina sebzeyan hat

Berhevkirina sebzeyên ku li baxçeyên Hevselê tên çandin dest pê kir. Dîmenên bexçeyê Hevselê ku wekî kartpostalê xuya dikin, bi keda destên jinan xweştir dibe. Li gel sebzeyan ji bexçeyan bêhna rihan nane, pûng û bexdenûsê difûre. Piştî ku tên jêkirin, li kolan û bazarên Amedê tên firotin.

 
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed -  Demsala berhevkirina sebze û giyayên ku biharê li baxçeyên Hevselê yên navdar hatine şandin dest pê kir. Li baxçeyên li qeraxê Çemê Dîcleyê gelek berhemên nebatî hene. Rihan, nane, bexdenûs û marûl tên çandin. Jinên ku ji bo berhevkirina berheman di saetên serê sibê de tên nava bexçe, heta êvarê dixebitin, sebzeyan ji bo firotinê amade dikin. Emîne Ozdemîr, 25 sal in li baxçeyên xwe yên li Hevselê dixebite. Emîne Ozdemîr, anî ziman ku ew biharê piştî çandiniyê her roj bexçe av didin, ji bilî zivistanê di her demsalê de bi baxçevaniyê re mijûl dibe. Emîne di saetên serê sibê de bi hevjîn û xizmên xwe re ji bo sebzeyên gihîştî berhev bike tê nava bexçeyê xwe.
Dema berhevkirina nebat û sebzeyan 
Emîne dibejê ku ew tevahiya rojê sebzeyên li baxçe digihîjin berhev dikin û wiha got: “Piştî ku em wan diçînin, hema her roj em tên av didin. Piştî avdanê, sebzeyên me di van mehan de digihîjin. Niha, di baxçê de ji bilî hemû şînahiyan, firingî û îsot hene. Em serê sibehê rihan û naneyê dibirin û dikin deste.”
"Em bi firotina sebzeyan debara xwe dikin" 
Emîne diyar kir ku ew bi salan tenê bi baxçevaniyê re mijûl dibin û ji bilî karê xwe di karekî din de naxebitin û wiha got: “Tenê çavkaniyek me ya jiyanê heye, ew jî baxçe ye. Bi salan e em heman karî dikin. Ez bi hevjînê xwe re, hem avdaniyê dikin, hem jî çinînê û dirûtinê bi hev re dikin. Em sebzeyên ku berhev dikin an difiroşin an jî rasterast ji sûkê tên û ji me dikirin. Em nanê xwe bi van berheman derdixin. Bi vî rengî em li zarokên xwe û xwe dinêrin. Dema zivistan tê, karê me diqede. Ji xeynî vê, em hemû mehan li vir in."
"Zarokên xwe jî hînî kar dikim”
Emîne diyar dike ku tevî zehmetiyan jî ew ji karê xwe hez dike û dibejê beriya wê dayika wê tenê di vî baxçeyî de dixebitî. Emîne destnîşan kir ku ew ji dema ku çavên xwe vekiriye tenê vî karî dike, Emîne wiha got: “Gelek zehmetiyên vî karî hene lê ez tevî zehmetiyan jî vî karî dikim. Ez ji dayika xwe fêr bûm û niha zarokên min ji min fêr dibin. Ji bo me pir hêja ye ku em vê xebatê di vê pêvajoyê de bikin. Çi dibe bila bibe, em baxçeyê xwe vala nahêlin. Niha, piştî dirûntiê, em ê di mehên zivistanê de bi dahata hilberînên li baxçe debara xwe bikin.”