Ji ber zêdebûna germahiya îsal piraniya tirî şewitî

Bi dawîbûna mehên havînê re, gundiyên ku diçin nava rezan, ji ber tiriyê ku îsal bi zêdebûna germahiyê re şewitiye bi gazin in. Gundî tiriyê ku dikarin kom bikin diqelçinîn dikelînin dims, kesme û meşlûran pê çêdikin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed– Bi hatina meha Îlonê re, li gundan dema çûyîna ser rêzan dest pê kir. Welatiyên ku diçin rêzê gundê Sextê yê Amedê tiriyê xwe kom dikin, diqelçînin ava ku jê derdikevê dikelînin û hezar û gelek şirînahiyên zivistanê pê çêdikin. Welatiyên ku bi rojan kedê didin, dims, kesme û meşlûr çêdikin. Pîşekarên şirînahiyan diyar kirin ku tirî li gorî par kêm bûye, ji ber germahiya zêde piraniya tirî şewitiye. 
Bi saetan li ber sîtilan disekinin
Yuksel Bahadur a li gund li bexçeyê xwe li ser agir dimsê dikelîne diyar dike ku tiriyê wê îsal kom kiriye tenê dikare pê dimsê çêbike û wiha got: “Em15 roj piştî bidawîbûna havînê diçin nava rez. Piştî ku em tiriyê xwe kom dikin, wan diperçixînin û ava wan di sîtilan de dikelînin. Em rojek li ber sîtilan diseknin. Agir geş dikin heya dims çedibe, li bendê disekinin. Piştî dims çedibe em wê dixin şûşeyên mezin û kengê bixwazin dikarin vexwin."
Jin ji serî û heta dawiya kar dixebitin
Yuksel Bahadur a ku dema karê xwe vedibêje derdora sîtilên dimsê paqij dike, axaftina xwe bi van gotinan didomîne: “Pêşî em li rez dinêrin, dûre jî em tirî kom dikin. Dimsa ku em çedikim hem bi xwe dixwin û hem jî didin kesên ku derfetên wan tune ne. Dims ji bo mirov û tenduristiyê pir baş e. Di vê pêvajoyê de, jin ji destpêkê heta dawiyê hemû karan dikin. Agirê sîtilan jî em bi xwe pêdixin. Em pir diwestin lê ji karê xwe hez dikin.”
Ji bo çekirina meşlûr zêdetir dixebitin
Gundiyek din a bi navê Remziye Altun jî diyar dike ku tiriyê ku kom dikin, dike meşlûr, çêkirina meşlûr wiha vedibêje: “Em li vir hem dimsê hem jî meşlûr çêdikin. Ji bo meşlûr, em gûzên ku me berê şil kirine derbasî ta dikin. Dûre, piştî ku me ava tirî bi ar di nava sîtalan de tevlihev kir, em gûzê dikin nava şîtilan û derdixin. Em meşlûran li derve dihêlin ji bo ku hişk bibin. Piştî ku sar dibe, ji bo em zivîstanê bixwin wan di nava kûpan de datînin metbaxên xwe.”
Piraniya tirî şewitî
Remziye Altun, diyar dike ku ew bi salan e bi keda xwe hewcedariyên xwe yên zivistanê pêk tînin û destnîşan dike ku ew tercîh nakin ji derve bikirin. Remziye Altun, diyar kir ku zarokên wê jî wekî wê bi dims û meşlûr mezin bûne û bi van gotinan balê dikşîne ser fikarên xwe û wiha bi dawî dike; “Ji ber zêdebûna germahiyê û barana kêm, sal bi sal berhemdariya tirî kêm dibe. Tiriyê ku me par çinîn ji îsal pir çêtir bûn. Ji ber ku îsal baran kêm barî, piraniya tirî şewitîn. Em nizanin sala bê dê çi dibe. Lê berhemdarî roj bi roj kêm dibe.”