“Ji ber kêmbûna baranê îsal kereng nebaş in”

Sirwe Mustafa Reşîd ya ku tevra xwe ji bo komkirina giyayê biharê kerengê amade kiriye dibêje; “Kerengên îsal ji ber barana kêm biçûk, hişk û bê tam in.”

HEWAR MIHEMED
Silêmanî - Jinên Başûrê Kurdistanê bi hatina werza biharê re berê xwe didin çiya, hem li çiya hewayek xweş û bi tendirust distînin, hem jî ji bo xwe giyayên bi tendirust ên wekî kereng, karî, soryaz ji bo xwarinê kom dikin. Îsal ji ber barana kêm êdî çiya li gorî salên din ewqas ne şîn e û giya jî kêm çêbûne. Ji wan jinan jina bi navê Sirwe Mustafa Reşîd ku nişteciha herêma Helepçeye û dayika 6 zarokan e her sal diçe herêmên Dolemer û Bomek ên girêdayî Helepçeyê û li wê derê hem hewayek paqij digre hem jî ji bo xwe giyayên biharê yên weke kereng, soryaz û karî kom dike dide diyarkirin ku îsal ji ber barana kêm nekariye giyayên biharê kom bike.
“Barana kêm bandora xwe li ser giya kiriye”
Sirweya ku her sal bi hatina werza biharê re diçe hem hewayek paqij distîne hem jî kerengan kom dike wiha behsa bêbaraniya îsal dike û dibêje: “Îsal baran gelek kêm barî, navçeyên gundan ên ku şîn in isal bê av mane û ewqas şîn nebûne. Barana kêm bandora xwe li ser giyayên çiya jî kiriye. Ji ber wê yekê kerengên îsal hişk û bê tam in. Ji ber wê ji pîr bûne û bi hêsanî nayên rakirin lê belê ger baran zêde be û berfa salê bibariya kereng wê ter û bi tam bûna û bi hêsantir wê derbiketana.”
“Her dem têm serdana gundê xwe”
Sîrwe dide diyarkirin ku ji ber qerebalix û qirêjbûna hewayê ji bajar bêzar bûye û got: “Dema dibe werza biharê em tên van deran da ku hewayek paqij bistînin. Di salên 70’yan de gundên me ji aliyê rejîma Baasê ve hatine rûxandin û hemû koçî bajarê Helepçeya Şehîd bûn. Piştî gundê me Ebabile ava kirin, ez her tim têm serdana gundê xwe.”
“Herî zêde giyayên weke catir, gêlix, rêhvas, kereng û karî tên berhevkirin”
Sirweya ku bi salan e dema dibe werza biharê tê giya kom dike dibêje giyayê herî zêde li vê deverê tê komkirin catir, gêlix, rêhvas, kereng û karî ye û wiha didomîne: “Her sal ez têm van deran hem hewayek baş distînim hem jî giya kom dikim. Îsal ji ber kê baranê giya tam çênebûne xelkê van deveran herî zêde tên van deran giyayên wekî catir, gêlix, rêhvas, kereng û karî kom dikin. Her yek kerengê li gorî xwe çêdikin hinek jin hene kerengê wekî tirşikê çêdikin. Ez bi xwe kerengên ku min kom kirine dixim qûşxaneyê dikelînim tînim digivêşim zer dikim û hêkeke mirîşkên malan lê dixim, tama wê gelek xweş dibe.”