Hezkirina xwe ya daran veguherand kargehê

Selahat Bayrama ku wekî hobî dest bi karê boyaxkirina daran kir, bi vekirina atolyeyê veguherand pîşeyek ku ji bo gelek jinan bûye çavkaniya îlhamê. Armanca wê ya sereke mezinkarina vê xebatê ye û dibêje: “Azadiya aborî hesteke gelek xweş e.”

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed –Selahat Bayram karê boyaxkirina daran destpêkê wekî hobî kir. Bi malzemeyên darîn karê boyaxkirinê veguherand pîşeyê û atolye vekir. Bi vekirina atolyeyê azadiya xwe ya aborî qezenc kir. Bi karê ku dike re ji bo jinên derdora xwe bûye mînak. Li ser siparîşan karê xwe dimeşîne, armanca sereke ya Selahatê ew e ku di pîşeya xwe de xwe bi pêş bixe û karê xwe mezin bike.
“Piştgiriya herî mezin malbata min e”
Selahat nêzî du salan e di atolyeya xwe de dixebite, bi darên ku di destên wê de ne û tiştên ku şeklê wê ji hev cuda bû boyaxa bi hezaran reng jê derdixe. Ev karê ku destpêkê bi çûyîna kursê dest pê kiriye, wekî hobî dîtiye û piştre jî veguherand atolyeyê. Der barê karê xwe de wiha dibêje: “Gelek kêfa min ji karê ku ez dikim re tê. Dema ku karê min bi pêş ket û min şiparîş girt min atolye vekir. Min xwest di aliyê aborî de qezencek min hebe. Bi rastî jî di destpêkê de ez didifikirîm atolyeyê vekim. Min got ez ê van li malê çêkim li bazarê bifiroşim. Lê belê piştre min ev atolye vekir. Di vê mijarê de yên ku herî zêde bi min re bûn endamên alîkar malbata min bûn.” 
Hem kar hem hobî
Sebahat wiha behsa hûrguliyên karê xwe dike û dibêje: “Dar ji gel xîzarcî bi awayên cuda dikevin destên min wekî; mal, pêlîtok, tepsî, sindoq û dolap tên ji min re. Li gorî xwestekên muşteriyên ku tên vê derê ez malzemeyan boyax dikim û şekil didim wan û difroşim. Li kêleka wê jî karê werîs û xawliyan malzemeyên jinuvegerandinê jî çêdikim. Ez dixwazim xwe di vê qadê de bi pêş bixim. Ev kar hem wekî hobî ye, hem jî bûye wekî pîşe ji bo min.” 
“Ji gelek jinan re bûm îlham”
Selahat bi bîr dixe ku jinên atolyeya wê dibînin wê dikin mînak û dikevin nava kar û armanca wê ya sereke ew e ku karê dike mezin bike û bi van gotinan kêfxweşiya xwe parve dike: “Dema ku jin tên vê atolyeyê gelek kêfxweş dibin. Dema jin ji bo karê ku hez dikin, cihek vedikin û lê kar dikin, kêfxweş dibin. Gelek hevalên min ên jin piştî ku ez dîtim ji bo wan bûm mînak û wan biryar dan ku firoşgehan vekin. Ji bo kes, azadiya aborî hestek gelek xweş e. Dema min atolye vekir, armanca min a destpêkê piştgiriya ji bo jinan bû, niha bi karê xwe hem ez bi jinan re dibim alîkar hem jî ez pereyê xwe bi xwe qezenc dikim.”