45 sal in bi xwedîkirina sewalan debara malbata xwe dike
Heyat Cuma ya ji bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê xwedîkirina sewalan û çêkirina penîr de dibêje ku ev 45 sal in vî karî bi hezkirineke mezin dike û heta hêza wê têrê bike dê ked bide ji bo debara jiyana malbata xwe.
EBÎR MUHEMED
Qamişlo – Heyat Cuma ya bi temenê xwe 65 salî ye ji Gundê Til Merûf e û niha jî nişteciha bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Heyat Cuma nêzî 45 sal in ku bi xwedîkirina ajalan re mijûl dibe, penêr û nivîşk çêdike û difroşe, bi keda destên xwe zarokên xwe mezin kiriye. Hezkirina wê ya ji sewalan re rê nade ku dev ji karê xwe berde rûxmê vî temenê mezin. Heyat Cuma kar û keda 45 salan û serpêhatiya xwe vegot.
Ked û bîranînên rojên berê
Heyat Cuma bi hesret rondikan dibarîne û wiha behsa ked û bîranînên berê dike: “Ez ji gundê Til Merûf im, piştî ku DAIŞ’ê êrîşî gundê me kir, em neçar man berê xwe bidin bajarê Qamişloyê. Gundê me pir xweş bû, min tê de gelek ked da lê mixabin çeteyên DAIŞ’ê gundê me wêran kirin. Ji zarokatiya xwe de ez bi xwedîkirina sewalan re mijûl dibûm, min her dem alîkariya dayika xwe dikir. Di rojên berê de amûr wekî niha tune bûn, hemû tiştên xwezayî û hesan bûn. Bi meşkê me dew çêdikir, ji bo ku bibe nivîşk. Piştî ku zarokên min çêbûn jî me kon veda û pez dibir bêriyê. Temenê min jî mezin bûye, hêza min ewqas têrê nake lewma keça min bi min re alîkar e di xwedîkirina sewalan de.”
‘Berhemên ku ji sewalan tê wergirtin û feydeyên wan’
Heyat Cuma di berdewamiya axaftina xwe de, berhemên sewalan û feydeyên ku ji wan derdikeve wiha rêz kir: “Nêzî 100 keriyên me yên pez hene, çêlekek me heye û di heman demê de mirîşkan jî xwedî dikim. Berhemên wan ên şîr dikim penîr, nivîşk, lorik, mast û gelek xwarinên din ên cuda. Di heman demê de ez wan difiroşim. Jixwe berhem jî miqdarek wê yê taybet ango sabît tune ye, her roj bi teşeyek e. Çêkirina mast pir hêsan tê, destpêkê li ser agir tê danîn heta ku kel pê dikeve, paşê dikim qotiyên bafûn de, dora wan baş girêdidim, haveyn dikim navd û herî dawî jî dikeve beradê de heta ku çend demjimêran xwe baş bigre. Bêguman feydeyên berhemên ji malê yên xwezayî ji tiştên derve bêtir in. Em di nava kirîzeke aborî de jiyan dikin, belê berhemên ku em ji van sewalan derdixin nirxê wan li gorî yên derve erzantir e.”
‘Jin xwedî kedeke mezin in di parastina sewalan de’
Heyat Cuma bal kişand ser keda jinan a pîroz di xwedîkirin û parastina sewalan de. Her wiha teqez kir ku dê heta hêza wê têrî bike vî karê xwe bi hezkirin berdewam bike û wiha bi dawî kir: “Jin di demên borî ve xwedî kedeke mezin bûn di parastina sewalan de. Eger ne ji keda jinan bûya dê di roja îro de tu kesî ev ajal xwedî nekira û wê mirov ji feydeyên xwezayî bêpar bimana. Jin di jiyana xwe de gelek diwestin, kar, xebat û birêvebirina jiyana malbatê hemû li ser milên wan e, dîsa jî ji heqî vî barî derdikevin. Min bi keda destê xwe malbata xwe xwedî kir û ez ne poşman im. Piştî vê temenê mezin jî hezkirina min ji xwedîkirina ajalan re rê nade ku dev ji wan berdim. Ez gelek li wan miqate me bi taybetî ji bo xwarin, vexwarin û dermankirina wan di dema nexweşiyê de. Heta ku hêza min têrê bike ez ê karê xwe bi hezkirin berdewam bikim.”