Hemû jinên navçeyê bi çêkirina tenûran debara xwe dikin

Mekiye Ertokan a li Palûkeya Amedê dijî, bi çêkirina tenûran debara mala xwe dike. Bi tenûrên ku difroşe pêdiviyên xwarinê û yên ji bo perwerdeya zarokên xwe pêk tîne. Mekiye dibêje ku hemû jinên li gund dijîn, mîna wê, nanê xwe ji heriyê qezenc dikin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Jinên ku li navçeya Palûkeyê dijîn nanê xwe ji heriyê derdixin. Jin bi çêkirina tenûrên ku li herêmê pir tên bikaranîn, debara xwe dikin. Bi firotina tenûrên ku ji heriyê çêdikin hem karê xwe dikin hem jî ji aliyê aborî ve azad in. Ji ber ku alavên wan ên jiyanê nîn in, jinên ku bi tenûrê pere qezenc dikin, di ve pêvajoyê de gelek ked didin.
"Em bi gotina stranan dest pê karê xwe dikin"
Mekiye yek ji wan jinan e ku bi hevîrkirina heriyê dest bi karê xwe dike. Di vê pêvajoyê de zarokên li malê jî alîkariya wê dikin. Mekiye bi van gotinan, behsa çêkirina tenûrên ku bi rojan didomin dike: “Em heriya ku tînin bi lingêb xwe distrînin, dûre jî em hinekî axê li dora çerxê dixin û li binê tenûrê çêdikin. Piştî van, em bi destên xwe heriyê digirin û li dora tenûrê datînin heya ku bigihîje jorê. Piştî ku tenûr şekil digre, em datînin ber tavê ji bo zûtir ziwa bibe. Piştî ku ziwa bû, em wê derdixin kolanê û difroşin."
"Piştî çend rojan ziwa dibe”
Mekiye dibêje ku tekane çavkaniya debara wan, çêkirina tenûran e û diyar dike ku bi rojan hewce dike tenûrek biqede û zuwa bibe. Mekiye dibejê, “Ji bo em tenûrêk bi vî rengê çebikin gelek rojên me digre. Ez 5 sal in vî karî dikim û bi min re hemû jinên li ve taxê jî vî karî dikin. Ji ber pêdiviyên xwe bi cih bînin em vî karî dikin, ji ber ku wekî din tu rê ji bo debara me tune ye. Hemû zarokên me li malê rûdinin. Li welat ne kar û ne jî hêz heye. Em ji bo birçî nemînin vî karî dikin. Bêguman zehmetiyên karê me hene lê  ji bo zarokên xwe û ji bo xwe em hemû zehmetiyan dikşînin.”
“Ji bo birçî neminin vî karî dikin”
Mekiye diyar kir ku hemî jinên li navçeyê bi vî karî perê qezenc dikin û  bi van gotinan zehmetiya debarê tinê ziman, "Bi pereyê ku min ji vî karî girt, ez li malê hemû zarokên xwe xwedî dikim. Ez pêdiviyên wan ên xwarin û dibistanê peyda dikim. Bi vî rengî em nanê xwe ji axê derdixin. Ger ez vî karî nekim, em ê li malê birçî bimînin. Hemû jinên li vir dijîn ji bo debara xwe vî karî bikin. Ji ber ku li vir ji bilî çêkirina tenûrê tiştek ku em bikin tune ye.  Gava ku em nikaribin tenûrên xwe bifroşin, em bê pere dimînin.”