Hasna ya koçber bi xebata dikanek biçuk pêdiviyên zarokên xwe dabîn dike

Ji jinên koçberên Efrînê Hesna Mihemed Henan a li wargeha Berxwedan bi dikanek biçuk hewil didin pêdiviyên rojane yên zarokên xwe bi dest bixe got: "Ez di dikanê de dixebitim da ku bikaribim pêwîstiyên zarokê xwe bi cih bînim. Gelek caran em alîkariya milet dikin û pir bi erzanî zebzeyan difroşin. Em jinê Efrîn fêr nebûne bê kar bimînin, ji ber wê sebra xwe bi vî karî dînim."

ŞÊRÎN ELÎ
Şehba - Jinên koçerên Efrînê yên li wargeha Berxwedan dijîn ji bo pêdiviyên zarokên xwe bi cîh bînin her yek li gorî derfetên heyî bi karekê re mijul dibin. Dayika çar zarokan Hesna Mihemed Henan a 35 salî ji gundê Nazayê navçeya Şerayê herêma Efrînê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava ye û niha li wargerha Berxwedan a navçeya Fafînê ya girêdayî kantona Şehbayê dimîne. Hesna ji bo pêdiviyên zarokên xwe bi cîh bîne li kêleka karê malê û xwedîkirina zarokan bi hevjînê xwe re di dikana zebzeyan de dixebite. 
"Di destpêkê de ji ber derfetên kêm me sebzeyan kêm dianî"
Hesna anî ziman ku ew di dikana zebzeyan de dixebite û wiha axivî: "Piştî Efrîn ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin, me berê xwe da kantona Şehbayê, em çend rojan li derveyê wargehê man, piranî malên Şehbayê hatibûn hilweşandin û ji ber vê yekê me berê xwe de wargeha Berxwedan. Piştî em hatin wargehê me pêwîstî bi kar dît da ku em debara xwe ya jiyanî bikin, me dikaneke sebzeyan li bazara wargehê vekir. Di destpêka vekirina me ji dikanê re, ji ber derfetên kêm me zebze kêm dianî. Em di herêma Efrînê de di nav xêr û bereketê de bûn ji ber vê yekê niha em pir zor û zehmetiyan dikşînin. Piştî ez karê malê diqedînim û zarokên xwe dişînim dibistanê, hevjînê min diçe navçeya Fafînê da ku zebzeyan bîne û ez li dikanê dimînim heya ku vedigere. Ji ber ku pir dikan ji derveyî kampê tune ne û tiştên dikanê ji kampê erzantir in, her kes berê xwe dide kampê û pêwîstiyên xwe ji dikanên wê dikire."
"Em gelek caran zebzeyan pir bi erzanî difoşin"
Hesna got ku ji ber ku hevjînê wê baş nizane bixwîne û binivînsîne, herî zêde ew bi dikanê re mijûl dibe û wiha pê de çû: "Em gelek caran bi milet re dibin alîkar û zebzeyan pir bi erzanî difroşin wan. Sebzeyên me herî zêde di demsala havînê de tê firotin. Em weke jinên Efrînê fêrnebûne ku bê kar û xebat di mal de bimînin. Dema ku em hatin kantona Şehbayê pir şînatî lê tunebû lê gelê Efrînê şînatî û kêfxweşî li hemû deverên Şehbayê belav kirin. Em dixwazin dengê me bighîne cîhanê û bi taybetî Dewletên Navnetewî û Netewên Yekbûyî ji ber ku êdî nema em di bin çadiran de tehmûl bikin. Me bêriya axa xwe kiriye û em dixwazin vegerin cih û warê xwe. Wê rojek were û emê bi serfirazî vegerin Efrîna xwe. "