Gurenam Celîl ji zarokatiyê ve karên çandiniyê dike

Li gundan berhemên çandiniyê bi destên jinan tê kirin û debara jiyanê pêk tîne. Gurenam Celîl ku ji zarokatiyê ve bi çandiniyê re mijûl e, niha ji ber hişkesaliyê û hilberîna zêde a ji derve berhemên wan zererê dibînin.

ŞIYA KOYEKoye- Jinên gund di çandiniyê de ji bo pêşxistina aboriyê roleke girîng dilîzin. Jin bi destên xwe çandiniyê dikin. Tevî rewşa giran jî piştevaniya malbata xwe dikin. Ew ji derveyî xwedîkirina mal û zarokan, gelek karên din ên cuda dikin. 

Gurenam Celîl jinek bi hêz e bi karê çandiniyê ve mijûl e û ji bo karê xwe bi hevjînê xwe re her roj ji bajar diçe gund lê belê ji ber hişkesaliya îsal, tunebûna alîkariya hikumetê û hilberîna zêde ya berheman ji derve gelek ziyan gihîştiye berhemên çandiniya navxweyî, li başûrê Kurdistanê.

Ew gundê ku Gurenam Celîl lê çandiniyê dike, gundê bi navê‘Qûlqûle’ girêdayî bajarokê Aştî ye û 25 kîlometre ji bajarê Koye yê başûrê Kurdistanê dûr e. Di dema rejîma baasê de gelek caran hatiye hedefgirtin û gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. Heta sala 1988’an piştî enfalê  gelek kesan berê xwe dan gund lê belê piştî serhildana 1991’ê dubare gundên xwe ava kirin. Niha nêzî 30 mal lê hene, berê piraniya wan karên çandiniyê dikirin lê belê niha ji ber kêmaviyê tenê beşek ji wan karên çandiniyê dikin û beşek jî karmend in. Berhemên çandiniyê yên weke ‘genim, pîvaz, fasulye, lubye û bamiye’ hene her wiha bi lawirvaniyê û xwedîkirina masiyan mijûl in.

 

‘Ji ber hawirdekirina berheman zêde ye berhemên me dimînin’

Gurenam Celîl der barê karê xwe de wiha got: “Ez ji zarokatiyê ve karê çandiniyê dikim, dema ez zewicîm ji ber ku kes ji me tayîn nebûn û mûçe tunebû, bi hevjînê xwe re me karê çandiniyê berdewam kir. Her çendî niha mala me li bajar e, em her sibeh tên gund û êvarê vedigerin. Ez bi karê xwe gelek kêfxweş im ji ber çandinî karek helal e, beriya enfalê heta pola duyem a seretayî min xwend, gundê me wêran bû em hatin bajar min xwendina xwe berdewam nekir. Karê me pîvaz, firingî, fasulye, dexl û dan e. Me îsal genim neçand, fasûlyeyên me jî hişk bûn. Ji ber bê baraniyê av nîn e. Tenê pîvaz baş bû. Lê belê ew jî nirxê wê nîn e, ji ber hawirdekirina zêde ye û pîvazên Îranê jî zêde ne. Ger sînor werin girtin, dema em berhemên xwe diçînin, cotkar ewqas zirarê nabînin. Evqas pîvazên me çandî tiştek nake, da ku em bifroşin. Di nava axê de ji ber germahiyê dirizin.”

‘Ger hikumet alîkarî neke sala were em nikarin genim biçînin’

Gurenam Celîl da zanîn ku ew zeviyê digrin û derman dikin û got: “Ji derveyî hemû xercên îsal nêzî 9 milyonan me li vî zeviyê xerc kir ji bo çandina genim, tiştek jê derneket. Ger hikumet alîkariyê neke, ji bo sala were genim dabeş neke, kes nikare genim biçîne. Ez bi xwe nikarim genim bikirim, bi vî awayî jî gund yekser vala dibe û çandinî namîne. Ji ber wê daxwaza me ji hikumetê ew e ku hinek van zextan li ser me kêm bike, ji ber ku em nikarin genim biçînin.”

‘Îsal me gelek ziyan dît’

Bersiva pirsa çima pîvazên gundê we ewqas bi nav û deng in û pîvazên herî baş in? Gurenam Celîl wiha got: “Ji ber xak baş e û xelk jî dizanin, ji kevin ve xelkê vî gundî pîvaz diçînin. Av hebû lê belê ew jî gelek kêm bûye, destpêkê me hemûyan pîvaz diçand û niha tenê em 5-7 mal pîvazan diçînin. Me îsal di berhemên pîvazan de ji ber bêavbûnê û bihayê kêm  gelek zirar kir.”

Gurenam Celîl destnîşan kir ku jinên gund gelek kedkar in û wiha got: “Jinên gund gelek kedkar in westiyayî ne, bi hemû awayî alîkariya hemû karan dikin. Mala min li Koyê ye, ez û hevjînê xwe her roj tên gund, em zarokên xwe naynin. Êvarê dema em vedigerin em gelek diwestin, dema em berhemên xwe dibînin hemû westandina xwe ji bîr dikin. Destpêkê kar li gund gelek xweş bû, niha hemû kes ji bo xwe kar dikin. Heqê kesê li kesê nîn e. Destpêkê me bi hev re pîvaz diçand û paqij dikir, me nok didirût, me alîkariya hev dikir wisa kar gelek xweş bû. Lê belê niha ew nemaye, li gund nêzî 40 malan heye lê belê tenê çend mal karên çandiniyê û lawirvaniyê dikin. Piranî karmend in kar nakin.”