Gulistan bi dirûna cil û bergan debara mala xwe dike

Gulistan Xelef bi keda destên xwe dirûtinê dike û dibêje: "Pêwîst e ku her jin aboriya xwe bi xwe bi dest bixe û xwe hewcedarî tu kesê neke."

RENDA MIHEMED 
Qamişlo- Yek ji destkariyên ji demên kevin heta niha wek pîşeyê jinan tê zanîn dirûtin e. Jin bi destên xwe yên kedkar, hinek caran bi makîneyê û hinek caran jî bi ta û derziyê hem cilên zarokan û hem cilên derdorê çedike û bi wî awayî debara mala xwe pê dike. Yek ji wan jinan jina bi navê Gulistan Xelef 38 salî ye ji bajarê Hesekê ye û li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo – Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dirûtinê. Ew li ber destên jinapa xwe û hevala xwe fêrî karê dirûtinê bûye. Gulistan ev demek dirêj e karê dirûtinê dike, der barê kar û xebatên xwe de nêrîna xwe parve kir. 
“Dirûtin ji bo min destpêkê wekî kareke kêfê bû”
Gulistan Xelef diyar kir ku pêwîst e jin di warê aborî de li ser bi xwe bin û got: “Dema ez zarok bûm, min gelekî ji dirûtina cil û bergan hez dikir û car caran min cilên pêlîstokan didirût, ew ji bo min kareke kêfê bû. Wê demê mekîne tunebû ku ez zêdetir fêrî dirûtinê bibim. Piştre dema ku ez zewicîm em hatin bajarê Qamişlo rewşa me ya aborî pir xirab bû, ji ber zehmetiyên jiyanî. Piştî demekê min biryar da ku ez pêdiviyên xwe pêk bînim loma min makîneya dirûtinê ji xwe re kirî û dest bi karê dirûtina cil û bergan kir li gel hevala xwe ya ku karê dirûtinê dikir û di nav de min xwendina xwe berdewam dikir li peymangeha Zimanê Kurdî."
“Ez hemû modêlan li gorî daxwaza jinan didirûm”
Gulistan Xelef got ku dema dest bi dirûtina cilan kiriye gelekî kêfxweş bûye lewre hevala wê her dem ew teşwîqî kar dikir û wiha pê de çû: “Hevala min hêz û cesaret da min ku  ez dest bi dirûtinê bikim. Her wiha gelek jin hatin û min cilên wan çêdikirin, min dît ku hemû kesên ez cilên wan çêdikim ji dirûtina min û buhayê min razî ne ez bş vê yekê pir kêfxweş im. Her wiha ez cil, rûyên balgeh, cil û bergên Kurdî didirûm. Mirovên feqîr jî hene, ez bi riya dirûtinê hem alîkariya gel dikim, hem jî sûdek mezin werdigirim. Ji ber qeyrana aborî, amûrên ji bo dirûtinê gelek buha bûne loma zehmetiyan dijîm, ruxmê zehmetiyan jî ez dev ji dirûtinê bernadim."
“Min hewcedariyên malbata xwe bi keda xwe dabîn kir”
Gulistan Xelef herî dawî diyar kir ku wê hewcedariyên malbata xwe bi keda destên xwe pêk dianî û wiha bi dawî kir: "Min hewcedariyên mala xwe bi ked û xebatê pêk anî. Dirûtin gelekî westandin û kedê dixwaze ne tiştekî hesan e lê dema ku mirov bi armanca xwe ve girêdayî be dê tu astengî li pêşiya xwe nebîne. Hezkirina min ji bo karên dirûtinê hişt ku ez xwe bi pêş bixim. Pêwîst e ku her jin aboriya xwe bi xwe bi dest bixe û xwe hewcedarî tu kesê neke û bêkariyê ji bo xwe qebûl neke, dest bi kar bike. Dema ez dibihîzim jinan li Rojavayê Kurdistanê cihên kar ava kirine û bi hev re kar û xebatê dimeşînin ev yek hêz dide min. Niha ez li malê karê dirûtinê dikim, daxwaza min ew e ku ez û hevalên xwe bi hev re dirûnxaneyek vekin."