Gozên bexçeyên Hewremanê ji ber hişkesaliyê xira bûne

Ji ber germahî û hişkesaliyê, isal gozên baxçeyên Hewremanê xira bûne. Li gorî endezyarên çandiniyê sedema xirabûna gozan ji kêmavî û germahiya zêde ye. Goz hemû şewitîne hem jî kêm bûne îsal.

MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Hewreman- Jinan her tim pêşengî ji bo karên çandiniyê kirine. Di demsala payîzê de dema weşandina darên gozan tê jin diçin gozan diweşînin, kom dikin û paqij dikin. Her sal berhemek baş ji gozên Hewremanê tê girtin lê belê ji ber hişkesalî û germahiya zêde goz xira dibin û berhemdariya wan jî îsal kêm bûye gelek ji gozan dişewitin an jî nava wan kurmî dibe.
“Ji ber germahiyê serê guliyên darên gozan şewitîn”
Hesîbe Mehemed bi xwe ji herêma Hewremanê ye û xwediya darên gozan e diyar dike ku ji ber barîna kêm, îsal berhemdariya gozên wana ne baş bûye, hemû xira bûne û wiha got: “Eve du sal in ji ber kêmavî û hişkesaliyê berhemdariya gozên me nebaş in. Niha gozên Îranê ji gozên Hewremanê baştir in, gozên îsal ji ber xirabûnê pere nakin ji ber wê jî em ji bo xwe kom dikin. Dema ku gozên me ciwan bûn bihayê wan baş bû. Goz û berhemên Hewremanê fêrî avê bûne. Îsal ji ber hişkesalî û germahiya zêde û sermayê berhemdarî kêm bû. Berê Hewreman honik bû, rewşa hewaya wê gelek xweş bû. Lê belê niha ji ber germbûna rewşa hewayê serê guliyên darên gozan şewitîn û ew goz jî ji ber germahiyê dişewitin û nava wan reş dibe, nayên firotin.”