Gelo em dikarin bibêjin heta dawiyê em ê her tiştî bikin!

Selîn Cankul, dibêje ku di pêvajoya pandemiyê de wê li malê bi dream catcherê hem debara xwe kiriye, hem jî ji aliyê derûnî ve rehet bûye ji ber wê, ji jinan re pêşniyar dike ku di vê pêvajoyê de divê destpêkê ji bo xwe baş hîs bikin meşxûliyetan ji xwe re çêkin.

 
OZGUR KAYA 
Îzmîr- Di vê pêvajoya pandemiyê de mexdûriyeta jinan her roja diçe zêdetir dibe. Di nava jinan de beşa ku herî zêde zorî û zehmetiyê dikşîne, jinên malan in lewre ew bi mehane yan jî pereyê xebatê yên hevjînên xwe debara xwe dikin. Nexweşiya pandemiyê ku ev bi mehan e didome li ser jiyana jinan a xebatê û malê bandorên gelek giran çêdike. Bi pandemiyê re ji ber krîza aborî ya di van rojan de kûrtir bûye, jin hewl didin li malên xwe derfetên kar ji xwe re biafirînin. Selîn jî yek ji wan jinan e ka em binêrin ew çawa vê pêvajoyê derbas dike:
Çîroka dream catcher
Dream catcher (ruya kapani) kemîna xewnê; amûreke dekoratîf e, çermsorên Amerîkaya Bakur, bawer dikin ku ev  amûr, mirov ji xewnereşkan biparêze, xerabiyan digre û tune dike. Dream Catcher bi kasnagek ji şaxên dara biyê, wekî ta yan jî tevnepîrkê tê honandin. Ev amûr yek ji emûrên mîstîk e di jiyana me de cihê xwe digre. Ev amûrên dekoratîf ên bi destan tên çêkirin, di roja me de hê jî hem ji ber mîstîsîzma xwe, hem jî ji ber xweşikbûna xwe, ji bo amûreke bi xeml a malê tê tercîhkirin. Li gorî baweriya çermsoran, çembera ji dara biyê hatiye çêkirin, jiyanê sembolîze dike, ramanên xirab dûr dixe, bi xwe re ramanên baş û erênî tîne. Selîn 39 salî ye, dayika du zarokan e. Bi dream catcher ku wekî hobî dest pê kiriye, pere kar dike. Selîn wekî din jî karên destan dike, di pêvajoya pandemiyê de dest bi vî karê hanê jî kiriye. 
Karên destan spontane bi pêş dikevin
Selîn, ji bo rojbûna hevala xwe dream catcher jê re ji bo diyariyê dikire dûre difikire ku ew jî dikare vî karî bike. Selîn dibêje ku hunera wê ya destan heye û wiha didomîne:
“Armanca min çi bû? Di esasê xwe de ji destpêka vê pavajoyê ve ez fikirîm ku çawa li malê dema xwe biborînim. Min pêdiviya meşxûliyeta bi hinek tiştan re hîs kir. Reng û teşe her dem bandorê li ser min çêdikin. Min dest bi çêkirina dream catcher kir. Piştî ku min dît pere dike, min zêdetir bi kêfxweşî çêkir.”
Selîn li ser çêkirina karê dream catcher disekine, dibêje ku berê der barê vî karî de tu tiştek nizanibûye, piştî ku dest bi çêkirinê kiriye lêkolîn kiriye. Selîn dide zanîn ku çermsor ji bo xwe ji xewnên xirab biparêzin dream catcher bi ber serê cihên xwe yên razanê ve dadiliqînin. Bi taybetî bi ber serê bebikên ku nû hatine cîhanê ve dadiliqînin da ku xewnereşk û xewnên xirab nebînin. Bawer dikin ku ji qulika nava wê, xewnereşkên xirab derbas dibin û li gorî teşeyê wê wan di nava xwe de heps dike. Selîn diyar dike ku dema ew dream catcher çêdike hestên wê demê bandora xwe didin reng û motîfan. Ew girêdayî modelek tenê namîne, carna çend modelan tîne ba hev, hewl dide tişteke cuda çêbike lewre dema ku her dem heman model be ew aciz dibe. Karên destan ên Selînê spontane bi pêş dikevin. 
Hem ji aliyê aborî hem jî psîkolojîk de rehet bûye
Selîn bi çêkirina dream cachter destpêkê ji aliyê psîkolojîk ve rehet bûye û pere kar kiriye. Selîn bang li jinan dike, pêşniyar dike ku ji xwe re qad û meşxûliyeteke ku xwe rehet hîs bikin ava bikin û wiha balê dikşîne:  
“Bila ji xwe re karek bikin. Destpêkê divê bibêjin ne ji bo qezenca madî, ji bo xwe baş hîs bikim dikim. Ji aliyê aborî ve jî bêguman girîng e. Jineke ku xwe baş hîs bike, ji malbat, zarok, hevjîn û mala xwe re baştir dikare piştgiriyê bike. Yek jî divê tu kes nebêje ez nikarim vê bikim, ev qada min nîn e ji heq dernakevim. Divê mirov biceribîne. Min perwerdeya van nedît, berê min karên cuda yên destan kiribûn. Min her dem dinihêrî, vîdeoyan temaşe dikir, hîn dibûm. Divê em nebêjin em nikarin bikin, em bibêjin heta dawiyê em ê bikaribin bikin, serkeftî bin. Jinek dikare zarokek jî xwedî bike, li mala xwe jî kar bike, li derve jî ji aliyê civakî ve çalak be, ya girîng xwestin e.”