Gel ji ber birçîbûnê bi riya medyaya civakî hewl dide dengê xwe bide bihîstin
Li Tirkiyeyê ya tê zanîn ku di deh rojên dawiyê de ji ber xizaniyê 7 zarokan jiyana xwe ji dest dan, jin li ser malperên parvekirina civakî neçarbûna xwe diqîrin û ‘alîkariyê’ dixwazin.
SARYA DENÎZ
Stenbol – Li Tirkiyeyê ev demeke pir dirêj e, însan li hemberî xizaniyê şerekî dimeşînin. Bi qeyrana aborî ya demên dawiyê re, ev rewş hîn kûrtir bû. Gelek kes ji ber ku nikaribûn kirêya xwe ya malê bidin ji malan hatin avêtin û xwe sipartine konan. Kesên ku dema dinya tarî dibe bermahiyên bazaran kom dikin, kesên ku ji ber birîna cereyanê zarokên xwe winda kirin, kesên ku li ser malperên tora civakî diqîrin û hewl didin dengê xwe bidin bihîstin û gelekên din... Li kolanan qeyrana hêrsê, ji 7 salî heta 70’ê salî diqîrin dibêjin ‘li malê xwarin nîne’, xwekuştin û qerebalixên li kêleka her konteynirên zibale yên bajarên mezin...
Li welatê ku sînorê xizaniyê na lê sînorê birçîbûnê bi milyonan tê vegotin, dema ku li ser motorên lêgerînê ‘alîkarî’ tê nivîsandin tiştên ku derdikevin gelek manedar in. Lîsteya ku bi şêweya ‘Ez dikarim ji kê/kî alîkarî bixwazim? Alîkariya ji kesên dewlemend, alîkariya pere ya bêbergîdank, kesên ku ji bo xêra Xwedê alîkariyê didin, hejmara telefona futbolerên ku alîkariya pere dikin zêde dibe.
"7 zarok mirin"
Kesên ku gotin ‘zam kêm kêm hat’, bêyî hesab bidin kesên ku ji ser sofreya xwe ya bêkêmasî radibin û ji bo gel dibêjin ‘ger pêwîst bike hûn ê simîtan bixwin’, kesên ku rûpelên xwe bi pirsa ‘mirov çawa dikare nanê hişk binirxîne’ dadigrin li aliyekî; êdî ji her kolanê, ji her malê qîrîna ‘em birçî ne’ bilind dibe. Li ser torên ragihandinê belav bû ku di nav 10 rojan de 7 zarokan jiyana xwe ji dest daye. Li Stenbolê, di encama agirê ku li mala Fatma Hammud a derketibû de, zarokên wê şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. Li Amed’ê fatûreya cereyana mala Yunus Emre yê dusalî ku nexweşiya wî ya bronşîtê hebû, bû sedema giyana wî û gelek bûyerên ku nehatin dîtin û bihîstin hene.
"Ew nikarin xwarina pitikan bistînin"
Tora Xizaniya Kûr di mehên derbasbûyî de raporeke bi sernivîsa ‘Li Tirkiyeyê xizaniya zarokan’ weşand. Encamên balkêş ên ku bi kurtasî rewşa welat nîşan didan, hebûn. Li gorî rapora ku di encama serdan û dîtina 103 malan de hatiye amadekirin, ji sedî 74’ê malbatan di warê sitendina xwarina pitikan de zehmetiyan dijîn, li gel vê ji sedî 21’ê wan jî qet nikarin bistînin. Malbat neçar dimînin şorbeyên amade, ava şêrîn, lepeya birincê bidin zarokên xwe. Ne gengaz e ku mirov behsa bi awayekî tendurist xwarin û vexwarina zarokan bike.
"Keça min pir dicemide, alîkariyê bidin"
Komên alîkariyê yên di malperên tora civakî de hatine avakirin ên hema hema her kes di nav rojê de lê dinêre; di rastiyê de tiştên ku tên jiyîn bi wêneyek cuda nîşanî me didin. Ev kom ji aliyê ‘kesên alîkarxwaz’ ve hatiye avakirin. Ji bo alîkariyê tê xwestin ku hûn rewşa xwe îsbat bikin. Encax bi vê awayê mirov dikare beşdarî vê komê bibe û mafê alîkariyê bigre. Parvekirinên ku li vê derê çêdibin, tenê mîna kurtasiya bi êş a xizaniya kûr ku li Tirkiyeyê tên jiyîn destnîşan dike. Li bin parvekirina ‘Di destên min de ji 11 salî heya 15 salî tîşortên mildirêj û yên havînê û şal hene. Ez ê ji bo kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye bişînim’ bi giştî 47 şîrove hene. Hin ji van şîroveyan pir balê dikşînin.
“Sê keçên min hene. Ez di kirê de me. Mala me bi sobe ye. Pir pêwîstiya min bi eşofman heye. Ez sobe pêdixim lê bi şev pir sarma çêdibe. Jê re biçûk tê. Navtenga wê diêşe. Pir dicemide. Ez dikarim bigrim.”
“Ez ji bo keça xwe talib im. Ez niha kar nakim. Rojên pir teng dijîm. Nîzamekî nû ava dikim. Ger hûn bixwazin, bi her awayê hûn dikarin bigerin û li rewşa mala min binêrin.”
"Ez di nava tengezariyê de me, bêçare me"
Şîroveyên ku ji bo parvekirina komê ya “Ji bo alîkariyê tenê bajar/navçeyên xwe bêjin’, nîşan didin ku bi taybetî jin bi xizaniyeke çawa re rû bi rû ne.” Jineke bi gotina “Ez ji hevserê xwe veqetiyam e. Du zarokên min hene. Ez di nav rewşeke xirab de me. Ji ber ku nikarim pereyê fatûreyên xwe bidim hemûyan qut kirin. Ji bo xwarinê pereyê min tune ye. Ez di rewşeke pir xirab de me, li Enqereyê dijîm” rewşa ku tê jiyîn radixe ber çavan. Jinek din jî bi gotina “Silav ez li Esenyurta Stenbolê dijîm. Mala me ji 6 kesan pêk tê, kurê min ji zikmakî ve tedawî dibîne. Ger hûn bi min re bibin alîkar ez ê kêfxweş bibim. Hevserê min bi mûçeya asgarî kar dike. Ez nikarim bişixulim. Ji ber ku SSK heye ez nikarim ji tu saziyan alîkariyê bigrim. Ez di nav rewşeke zor û zehmet de me, bêçare me” daxwaza alîkariyê dike.
Ev gotinên du jinên ku ji bo pitikên xwe alîkariyê dixwazin wiha balê dikşîne: “Ez li Îzmîrê dijîm. Pir pêwîstiya min jî heye. Ji bo keça xwe paç û xwarina pitikan û zad dixwazim. Ji niha ve Xwedê ji we razî be”, “Mersîn Tarsûs, di nav rewşeke xirab de me. Nû pitikê min çêbû. Ez nikarim paç û xwarina pitikan bistînim, du mehên dawiyê min nikaribû kiraya xwe bidim. Xwediyê malê, me ji mal derdixe. Çi dibe, weke dayikek ez pir xemgîn dibim, dengê min bibihîsin.”
"Têkoşîna mayîna li jiyanê"
Li Tirkiyeyê ku bi şewbê re îstîhdama jinan qederek paşve çû, xebitîna bê qeyd û bê ewlehî mîna zagonan lê hat, jin bi mûçeyên asgarî jî nikarin bişixulin, jin û zarok birçî ne. Jinên ku bi awayekî neçar hewl didin çareseriyê bibînin hewl didin li hemberî vê bêçaretiyê riyek peyda bikin û li dijî xizaniyê têkoşîna mayîna li jiyanê didomînin.