Froşgeha cil û bergên zarokan

Hun dikarin cil û bergên xweşik û rindik ê zarokan, jin û ciwanan di froşgeha Rukenê de bibînin.

EVÎN XIDIR
Hesekê – Jinên gelek cureyên cil û bergan bi destê xwe çêdikin li bazarê jî cihê xwe girtine û bi xwe digihînin dîdarên wan. Yek ji jinên li bazara taxa Miftî ya Hesekê dikana cil û bergan vekirî Ruken Xidir a 32 salî ye. Ji cilên zarokan ên renga reng heta yê jin û ciwanan hun dikarin di firoşgeha Rukenê de bibînin û li gorî xwe hilbijêrin.
“Li ser daxwaziyan cilan tînim firoşgehê”
Ruken a bi keda ku di firoşgehê de dide debara mala xwe dike xebatên xwe yên nava bazarê wiha anî ziman: “Serê sibê zu radibim, karê xwe yê malê û pêdiviyên zarokên xwe bi cîh tînim paşê jî berê xwe didim nava bazarê û têm derê firoşgeha xwe vedikim. Ji 9’ê sibê heya 12’ê nîvrojê, ji 5’ê êvarê jî heya 11’ê şevê derê firoşgeha min ji dîdaran re vekiriye. Ji xwe kêm maye emê cilên heyî biguherin. Em li gorî demsalan cilan nû dikin êdî dema cilên havînê kêm maye emê cilên zivistanê daxin. Li gorî daxwazî û pêdiviyan digerim cilan peyîda dikim. 
Daxwaziyên dîdaran ji bo min giringin, ez jî li gorî wê diçim û debara min jî li ser wê ye.”
“Bi dahata ji vî karî digirim li zarokên xwe dinêrim”
Ruken da zanîn ku debara mala wê hemû li  ser wê ye û wiha dom kir: “Dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî herêmên me kirin, hevjînê min jî di nava xebatên leşkerî yên parastinê de cîh girt û parêzvaniya axa xwe kir. Di dema êrîşan de birîndarbû, her du lingê wî çune û niha nikare bixebite. Li gel wê birîndariyê jî dev ji xebatên parastinê bernedaye û di nava Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ê de cîh digire. Niha peyîwira wî ketiya Dêrezorê û li wê peyîwira xwe dike. Ji ber wê jî xwedîkirina malê û zarokan hemû li ser mine. 5 zarokên min hene. Ez jî bi karê firoşgehê hewildidim pêdiviyên zarokan dabîn bikim. Despêkê min ji neçarî dest bi vî karî kir, ji ber pêdiviya xwe û zarokên xwe neçarbûm karekê bikim. Niha jî di karê xwe de şareza bûme û bi rehetî kar dikim. Ji bo wê jî daxwaziyê ji hemû jinan dikim bigerin û li gorî hêza xwe kar bikin. Divê ti jin betalî û bêkariyê ji xwe re nepejirîne. Pêdiviya wan bi kar nebe jî hewcehiya mirovan bi mijulahî û karkirinê heye, ji ber mirov wisan xwe baş hîsdike û dizane karek kiriye.”