Firoşgeha Nan çêkirinê jinan li hevdû kom dike

Li bajarokê Seyidsadiq du xuşkên bi hev re firinek ya Nanê Şikeva vekirine didin diyarkirin ku beriya firinê vekin wan li mal nanê xwe yê Şikeva çêdikirin û di firotin û niha jî firina wan rastî eleqeyek mezin tê

.  
HEWAR MEHEMED
Silêmanî - Berê li bajarokê Seyîdsadiq hinek jinan ji derve hinek jî di nava mala xwe de nan çêdikin û di firoşin. Niha jî piraniya jinan karê xwe derbazî derveyî malê kirine û ji karê yek kesê bûye karê komî û çend jin ji bo xwe firinek a nan çêkirinê vedikin û bi hev re nan çêdikin. Bi vî awayî hem jî bi hev re demê xwe derbaz dikin û debara mala xwe dikin.
Kargeha firinê ya bi navê Nanê Samo yek ji wan firinane ku nêzî 5 salane ji aliyê dû xuşkên bi navê Sarya Bekir û Suret Bekir ve hatiye vekirin û li gel wan ji 6 jinên dinê jî kar dikin. Li vê firinê ji derveyî nanê şikeva nanê tirî, Hewreman, nanê genim û ce tê çêkirin. Me jî xwe gihand xebatkarên vê firinê ka çawan kar dikin û di derbarê giringiya karê xwe de agahî dan.
“Em bi karê xwe yê ji derveyî malê gelek keyfxweşin”
Yek ji jinên xwediyê vê firoşgehê Sarya Bakir bilêv kir ku beriya ku firoşgehê ji bo xwe vekin wan di mal de kar dikirin, pîştî ku xuşka wê zanîngeh temam kir wan firinek ya nanê şikevan bi hev re vekir û di derbarê karê xwe de ev agahî da: “Vekirina firina nan hem dahatuyek ya xwe heye, hem jî xuşka min ji dikarî kar bike. Em ji karê xwe yê ji derveyî malê gelek keyfxweşin, ji ber mirov hertim di mal de  bêzar dibe. Niha ji derve kar dikîn, lê belê ji ber nêrîna civakê em nikarin weke mêran bi azad karên cuda hilbijêrin. Divê jin hewilbidin kar bikin da ku dahatuya xwe bi xwe dest bixin.”
“Cudahî di nava karê jin û mêran de nîne”
Xaton Mehemed yek ji wan jinên ku ev nêzî du mehane di vê firinê de kar dike di derbarê karê xwe wiha dibêje: “Hertim min ji karkirinê hez kiriye. Ez gelek keyfxweş dibim dema jin bi xwe karê xwe dike û çavê wan namîne li ber destê kesê. Ez di demjimrê 8’ê şev de têm firinê heta demjmêr 2’ê şevê kar dikim li kêleka vê ji rojê ez di nava bexçe de dixebitim. Cudahî di nava karê jin û mêran de nîne.”  
“Hebûna firinek wisa cihê keyfxweşiyê ye”
Heybet Ezîz yek ji wan bikirên ku dimine bendê heta nan amade dibe û dikire wiha tama nanê firinê anî ziman: “Di demê borî me bi xwe nanê xwe çêdikir, lê niha ji ber nexweşî û temenê mezin em bi xwe nikarin nanê xwe çêkin. Bi hebûna firina nanê şikeva em gelek keyfxweşin ji ber nanê gelek xweşik çêdikin.”