Ev hem karê jinan hem ê mêran e!
Neslîhan û xwediya cihê karê wê Nukhet li senayiyê di atolyeyek cam de dixebitin. Neslîhan diyar dike ku karê ew dikin jin jî dikarin bikin mêr jî û wiha dibêje: “Şaş dimînin, bila şaş bimînin. Jin dê li her cihê xebatê hebin.” Nukhet jî ji bo karê ku dike dibêje “Zor e lê bi kêf e. Wekî mirovbûnê, wekî mirovmayînê ye.”
Perî Bayav
Îzmîr- “Li senayiyê jin çawa dixebitin! Ev karên mêran in! Tu nikarî bikî!” Ev gotinên zayendperest ên kronîk, çend ji hevokên ku jin di jiyana xwe ya kar de dibihîzin in. Her çiqas jin li cihên dixebitin rastî gotinên cudakariya zayendî tên û ev yek şewq û coşa wan a xebatê dişkîne jî; yên li hemberî vê yekê rawestin û vê têgihîştinê bişkînin dîsa ew in. Yek ji cihên ku cudakarî li hemberî jinan te kirin jî bazara senayiyê ye loma jî jin cih ji xwe re nabînin. Di karên ne hêja de tên xebitandin. Em bi hev re li çîroka Neslîhan û Nukhetê ya li vê qada ku desthilatdariya mêr lê zede ye dixebitin guhdarî bikin.
“Destpêkê min nikaribû cam jî bibirim”
Neslîhan Guleroglu, ji Beşa Resîm Heykel Seramîk (Plastîk Sanat) a Zanîngeha Yedîtepeyê mezûn bûye. Niha li atolyeya cam dixebite. Neslîhan dema ku lîseyê dixwîne, bavê wê ji bo hem pere kar bike hem jî hînî xebatê bibe, di betlaneya havînê de ew şandiye vê atolyeyê. Ji wê rojê û vir ve li ser cam û awêneyan dekorasyonan çêdike. Neslîhan a ku xebatên vîtray dike, li ser boyaxkirina cam û teşedayînê dixebite.
Neslîhan dide zanîn ku ji 10 salan zêdetir e li heman atolyeyê dixebite û wiha didomîne:
“Destpêkê min nikaribû cam jî bibirim. Niha jî hosta ji jêr li min digere dibêje Neslîhan were vir, em ê cameke bi forma li vir bibirin. Min bi demê re xwe bi pêş xist. Dema tu dikarî tiştek biafirînî pir kêfxweş dibî, ji ber wê ez ji karê xwe hez dikim. Ji bo ku ez xwedî karekî me û bi kêfxweşî dikim, qet nawestim.”
Ji bavê xwe hîn bûye
Neslîhan dibêje ku malbata wê bi nêzîkahiyên zayendperest û hevokên“Ew karê mêran e tu nikarî bikî” ew mezin nekirine, dijberê vê bavê wê ew hînê girtina tornavîdayê, kaynak û bi cinawir birandina hesin kiriye. Neslîhan diyar dike ku xwediya cihê karê wê jin e, ji ber wê di xebata li senayiyê de zêde zoriyê nakşîne. Neslîhan li atolyeyê bi awayekî pr rehet dixebite, dema ku tulum li xwe dike û di nava senayiyê de digere qet pirsgirêk najî. Dibêje ku dema diçe montajê, dema wê dibînin şaş dimînin lê vê yekê erênî dibînin û wiha didomîne: “Mînak ez diçim ji bo pêçandina fîlm bi serê xwe dipêçim. Kesên di rê de derbas dibin dibêjin: ‘ev jin vî karî dike?’ Belê jinek dike. Ez helwestên baş dibînim. Jin mêr ferq nake, li vir ger tu qeweta milên xwe bizanibî bi kar bînî dibe.”
Dê jin li her sektorê hebin
Neslîhan dibêje ku ji ber karê dikin wekî karê mêran tê dîtin car caran rastî pirsan tên û wiha didomîne: “Şaş dimînin û dê şaş bimînin lewre mêr çawa bi qeweta dest û milên xwe dikarin bixebitin, tiştek hilberînin, jin jî dikarin heman tiştî bikin. Kêmasiyek me tune ye. Em dikarin karê mêran jî bikin. Mêr jî dikarin karên em dikin bikin. Ji bo kar ferqa jin û mêr tune ye. Dê jin li her sektorê bixebitin.”
Pîşeyê bavê wê bûye
Nukhet Bilenhassemercîoglu jî dibêje ku sih sal e li senayiyê dixebite û dibêje ku ew der wekî mala wê ye lewre pîşeyî bavê wê ye û atolye jî jixwe ya bavê wê bûye. Nukhet dibêje; “Em li vir destûrê nadin kesek neheqiyê bike. Xebatkara min pir hêja ye. Ji ber ku xebatkara wê jin e Nukhet her dem wek dayik û xwişkek ku diparêze hereket dike. Her dem piştgirî daye. Dibêje ku her dem bi baldarî xebitîne tu carî gotin neaniye ser xebatkara xwe û balê dikşîne ku ew ekîb in, wekî helqeyên zincîrê ne, ger ji wan helqeyan yek biqete ew ê kêm bimînin û wiha didomîne:
“Bi dosya û projeyan tên li vir. Em dinêrin mirov pir bi pirsgirêk in, pir bi frekansên cuda diaxivin. Gelek caran em karên dixwazin nakin. Gelek mirovên qure hatine, me projeyên wan daniye ber wan, me ji wan re gotiye niha karê me zêde ye em nikarin kare hûn dixwazin ji we re bikin. Em wan naşkînin lê ez nahêlim neheqî li xebatkara min bibe. Xebatkara min taca serê min e.” Nukhet bi van gotinan nîşan dide ku ev kar hem ê jinan hem jî yê mêran e.
Hûn bedela wê didin!
Nükhet, balê dikşîne ku xebata li senayiyê zehmet e û gotinên xwe wiha didomîne: “Ev der ne salona estetîkê ye ne jî podyum e. Ev der cihekî wisa ye ku em çakûç, tornavîda û hemû materyalên ku werin hişê we bi kar tînin. Ez difikirim ku pir zû adapte bûme. Em ruhê xwe, aqilê xwe dixebitînin ji bo pir xweşik bibe kedê didin. Karê li senayiyê hinek cuda ye. Hûn bedel didin. Hûn niha min dibînin, dibe ku ez wekî jinek xuya nekim. Em postalan li xwe dikin, şalên kot li xwe dikin lê em bi vî halê xwe bextewar in. Em lepikan dixin destên xwe. Elmas, pense, tornavîda û matakaban bi kar tînin. Ger em bibêjin zor nîn e dê derew be. Karê me wekî neqş e. Zor ê li pir bi kêf û bi zewq e. Nukhet herî dawî ji bo jinan pêşniyar dike ku ji karê xwe hez bikin, bi piştgiriya ji hev re hêzê bigrin û vê riya xwe bidomînin.