Esnafên jin ên li cihê bazarê ji bo jiyanê li ber xwe didin!
Ji ber sînorên ku di dema pandemiyê de hatine danîn û her dem bihayê her tiştî zêde dibe, bi qasî mezêxeran esnafên bazaran jî dikevin nava zorî û zehmetiyan. Em bi esnafên jin ên li bazarê re li ser rewşa aborî ku jixwe beriya derketina covîd-19 jî baş nebû û zehmetiyên ku dijîn, axivîn.
ZEYNEP PEHLÎVAN
Îzmîr - Min berê bihîstibû ku digotin; “Ji bo tu rewşa aborî fêm bikî divê biçî cihê bazarê pêwîst e bikevî nava gel.” Ji bo ve yekê ji wan rojên ku li Îzmîrê berf dibariya, min xwe avêt bazara taxa Hatayê. Li atmosfera welatê ku rejeya birçîbûn û xizaniyê zêde ye; mixabin, mirov nema dikare ji sûkê kêfxweş vegere mala xwe. Bi taybetî ji ber ku li pey hev bihayê fêkî, sebze, cil û berg û pêdiviyên bingehîn ên xwarin û paqijiyê, zêde dibin, budçeya heyî têr nake ku li malê beroşek xwarina germ çêbikî. Li gorî bihayên li halê, bihayên sûkê tenê di nava salekê de 2.5 qat zêde bûne. Esnafên cihê bazarê ku bi hezar ked û zehmetiyan sekna xwe ya li ber dezgehên xwe didomînin, di van rojên ku nikarin êdî xwarinê ji xwe re çêbikin de pir bêhêvî ne!
“Ên ku li vir qezenc kirin marketên mezin bûn”
Zêdebûna newekheviya dahatê, krîza aboriya ku her roja diçe bandora wê zêde dibe, êşên ji ber nexweşiya pandemiyê, xizanî... Gelên li Tirkiyeyê di nava wan rewşên giran de xistiye nava tengasiyek mezin. Bi kêmbûna hêza kirînê û zêdebûna bihayan re, esnafên bazaran bêyî ku kar bikin, ji neçarî vedigerin malên xwe û rojên pir zor û zehmet derbas dikin. Ceylan Cîhan a ku bi firotina gêzer û hêşînahiyan li bazarê dixebite wiha dibêje:
“Ji dema min xwe fam kiriye heta niha bi dayika xwe re têm bazarê. Heta niha serdemek bi vî awayî qet nay bîra min. Kîloya gêzerê 1.50 TL ye lê tenê dikarim wê bi milyonek bifroşim. Her dem dikarim hêşînahiyan bifroşim mişteriyên xwe. Heke ne ji mişteriyên min bûya, min ew ji mêj ve nas nekira dê halê min çawa bûya! Fêkî hê jî li cihê xwe ne. Bazar mirine û di vê pêvajoyê de marketên mezin bi ser ketin. Em li gundê Încîrlîova Acarlarê dijîn. Ji bo bazarê bi şev saet di 1’ê de bi rê dikevin, li dor saet 4’an digihîjin qada bazarê û em barên xwe li ser dezgehan sererast dikin. Tevî van hewldan û zehmetiyan, mûçeyê ku rojane em pê debara xwe bikin bi dest me dikeve. Sûkên kevn çûne. Sibehê tevgerek heye lê piştî nîvroyê ji ber ku qedexeya temenê 65 salî heye karê me hêdî dibe.”
Qedexeya temenê seriya 65 salî bandor li karê me kir
Ayşe Aslan a ku ev demeke dirêj e li cihê bazarê bi firotina zeytûnan debara xwe dike, diyar kir ku kar jixwe beriya pandemiyê jî nebaş bû sekinîbû lê di vê pêvajoya dawî de hatiye xala xilasbûne û esnafên cihê bazarê ji ber vê rewşê bêhêvî ne. Aslan wiha behsa rewşa heyî dike:
“Di rojên dawiya hefteyê de bazar tune ne, li şûna wan tenê marketên mezin vekirîne. Vê pergalê pir neyînî bandorê li me kir. Dikarim bêjim ku qezenc li gorî berê nîvî bûyê. Ji nîvî zêdetir ên ku dihatin bazaran temenê wan li seriya 65 salî bû. Ji ber ku ciwan dixebitîn, malbatên wan dihatin dan û standin dikirin lê niha hemû pêwîstiyên xwe li marketên mezin pêk tînin. Ev rewş ji bo esnafên bazaran xirab e. Bihayên li vir, li gel her tiştî ji marketên mezin çêtir e. Ez hewl didim bihayên berhemên xwe neguherînim lê dema ji bo berhemên din diçim tomerîfiroşiyê, dibînim ku bihayên her tiştî çiqas zêde bûye. Ger ez niha dev ji vî karê berdim nizanim ez ê çi karî bikim. Dema ji ber pandemiyê karê me tunebû, min nikaribû prîmên xwe yên Bag-Kurê bidim. "
“Pirsgirêka debarê gihîştiye heta qirikê”
Nergis Nazli ya ku debara mala xwe li bazarê bi firotina gulan dike, ji bo ku li ber dezgeha xwe bisekine ji zarokên xwe yekê li cem dayika xwe, yekê jî li ba cîranên xwe dihêle. Nergis Nazli dibejê ku ew ji bo debara mala xwe tevî hevjînê xwe dixebite bi pirsgirika debarê re têdikoşe û wiha didomîne:
"Ji bo ez werim li vir 7'ê sibehê radibim. 2 zarokên min hene, ez neçar im wan her roj li ba dayika xwe yan jî cîrana xwe bihêlim. Di vê sermayê de, em ji saet 9'ê sibehê ve li pey nanê xwe ne. Jixwe nexweşiya covîd-19 bi giştî Tirkiyeyê dîl girtiye. Bi awayekî em li hemberî jiyanê şer dikin. Hevjînê min karê avgêriyê dike, malek bi pereyê kesek tenê nayê birêvebirin. Ya rastî min karê kuaforiyê dikir lê ji ber pandemiyê niha karê gulfiroşiyê dikim. Malbata min hemû nanê xwe ji gulfiroşiyê qezenc dikin. Ger karekî min ê baş hebûya, li kargeheke bi sîgorte bixebitîma dê baştir bûya û min ê di vê sermayê de êş nekişanda."
"Ger wiha bidome em ê birçî bimînin û bimirin"
Hazal Akdag yek ji wan esnafan e ku debara xwe li bazarê bi firotina kestaneyên sûkê dike. Hazala ku li Aydinê dijî ji bo debara xwe yekem car e hatiye bazara Hatayê ya Îzmîrê, dibejê ku ji ber hikûmet alîkariyê nake, pandemiya heyî wan tune dike û wiha didomîne;
"Min heta niha dezgeha xwe li bazara Aydinê vedikir. Cara yekem e ez têm li vir lê xwezî nehatibama. min 70 kîlo kestane li gel xwe anî, heta vê saetê hê 50 kîlo maye. Min dixwest ez hemûyan bifiroşim lê nikarim ji bo mirovan tiştek bibejim. Ji ber ku dizanim di berîka tu kesê de pere tune ye. Ez bi wesayîdên giştî têm. Ji bo barê min hilgire gelek pere didim hemal. Herî dawî 3-5 TL pere ji bo nan ji min re dimîne. Em ji bo malê xwe bifroşin li nava çavên mirovan dinêrin. Ger wiha berdewam bike em ê ji birçî bimînin û bimrin. Aborî ji bo jinan hinek din zehmettir e. Jinek ku 7 mehî ducanî bû, hat li vir hewl da ku tiştek bifiroşe. Temenê me ciwan e; lê mercên jiyanê yên zor û zehmet ciwanan jî extiyar dike.”