Esnafên jin ên li bazara jinan: Em keda xwe nadin xwarin

Esnafên jin ên li bazara Taxa Jiyanê dibejin diyar kirin ku ew ê li dijî qeyûmê Şaredariya Rezanê ku dixwaze mêran li bazarê bi cih bikin têbikoşin û keda xwe nedin xwarin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Bazara Jinan a Taxa Jiyanê ya li bagcilara a Amedê li Tirkiyeyê yekem bazara jinan e. Li bazara ku jin lê dixebitin, esnafên jin ên ku di vê dema dawî de tevî krîza aborî hewl didin bijîn jî li dijî esnafên mêr li ber xwe didin. 
Bi biryara Qeyûmê Şaredariya Rezanê ku 400 esnafên mêr li bazarê bi cih kirin re bertekên jinan zêde bûn. Jinan got ku bi hatina mêran re dê cihê wan ê li bazarê ji dest wan were girtin û dê nikaribin karê xwe bikin.
Bazar beriya qeyûman hatibû avakirin
Beriya qeyûm were avetin şaredar û cîgirên Şaredariyê Rezanê piranî jin bûn, ji bo jinên aboriya wan kêm, tevli jiyana civakî û aborî bibin, projeyên pîlot hatibûn amadekirin. Di vê çarçoveyê de, di sala 2013’an de “Bazara jinan a Taxa Jiyan” ku yekem bazara fermî ye li Tirkiyeyê, "li navçeya Bagcilarê vebû. Di sala 2015’an, dema ku jinan ji asta kêm a kar gilî kirin û yek bi yek dest ji karê bazarê berdan, Şaredariya Rezanê piştgirî da wan ku biçin bazarên gerok. Jinên ku rojên Şemiyê li Bazara Taxa Jiyan dezgehên xwe datinîn û pênc rojên hefteyê yên mayî jî li nuqteyên cuda yên navçeya Bagcilar bazara xwe datînin.
 “Ji ber ku kar zêde bûye dixwazin werin cihê me”
Li Bagcilarê nifûsa zêde û guhertina avahiyên li taxê bûye sedem ku eleqeya esnafên mêr ji bo derê re zêde bibe. Yek ji esnafên jin Guler Eker got; “Em di vê sûkê de ketin sala xwe ya 9’emîn. Em bi salan e vî karî dikin. Niha em karê xwe û tiştên ku bikin baş dizanin. Gava ku em nû hatin vir, çavên kesê li cihê me nebû lê ji ber ku niha em karê xwe baş dikin, zilam dixwazin werin û li vir bixebitin. Niha em li vir 200 esnafên jin re dixebitin, Şaredariya Rezanê dixwaze 400 esnafên mêr bîne û hejmara me zêde bike. Piştî ku zilam ketin vê sûkê dê gelek zehmetiyên me çêbibin. Em qebûl nakin ku zilam ji bo van tevli me bibin. Bi hatina mêran re em ê gelek pirsgirêkan bijîn."
“Ew dixwazin em biçin li malê û rûnên”
Guler Eker bal kişand ku dema mêr bikevin sûkê dê karên wan kêm bibe û dahata wan zirarê bibîne û got; "Ev der cihê me ye, li seranserê bajêr esnafên mêr hene. Ev bazara jinan e. Li vir, wekî jin, em kêfxweş in, dixebitin û bi hev re li hev dikin. Piştî ku zilam werin li vir dê karê min kêm bibe, piştî vê nikarim karek bikim û ez ê biçim mala xwe rûnim. Ew jî vê tiştê dixwazin. Piştre çi bibe wekî berê ez ê li destên hevjînê xwe û kurê xwe mêze bikim û pê re  bixwazim. Lê em tiştek wisa naxwazin. Ez fêrî qezenckirina pereyê xwe bûm. Em fêrî destên xwe bûn. Ez naxwazim ji kesek pere bixwazim û bijîm. Ez mesrefa xwe bi xwe  dikim û debara zarokên xwe dikim”.
“Em keda xwe nadin xwarin”
Esnafek din a bi navê Kezîban Demîr, diyar kir ku ew ê li dijî biryarê hatin dayîn li ber xwe bidin. Kezîban Demîr bi lêv kir ku ew ê qebûl nekin ku mêr werin anîn bazara ku jin bi salan e lê dixebitin û got; “Mêr ji me re pirsgirêkan derdixin. Lê em ne wekî berê ne. Em qebûl nakin ku ew vî karî dikin û em ê heya dawiyê li ber xwe bidin. Çima ew pêşengî nadin jinan? Çend sal in heman e tiştan re rû bi rû bibînin.  Em li vir dixebitin û du quriş pere qezenc dikin lê çav berdidin vê jî. Em keda xwe nadin xwarin û em ji vir naçin.”
“Ji vir çûndin nabe em ê li ber xwe bidin”
Yek ji esnafên jin Fatma Kaya, li hemberî biryaran hatine dayîn, bertekên xwe bi van gotinan nîşan da; "Em bi salan e li vir in, berê kêfa esnafên mêr ji vir re  nedihat. Niha ew cihê me dixwazin. Ger ew werin vir, wateya navê bazara jinan namîne. Ger mêr bikevin bazara me dê hemû karûbarên me xira bibin. Me ewqas ked da û xebitîn ew dixwazin tenê bi yek tiştî re hewldanên me tune bikin. Em vê yekê qebûl nakin, em ê heya dawiyê li ber xwe bidin, ji vir çûndin nabe. "