Esnafên jin di qeyrana aborî de têkoşîna jiyanê didomînin

Esnafên jin ku ji qeyrana aborî zêdetir bi bandor dibin, tevî zehmetiyan jî ji bo ku kargehên xwe negirin têdikoşin. Esnafên jin diyar kirin ku dahata wan têra lêçûnên wan nake loma jî ew neçar in rojane bixebitin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Li Tirkiyeyê ku qeyrana aborî lê tê jiyîn, gel li hemberî bihabûna ceyran û gaza xwezayî bertekên xwe didomîne. Esnafên biçûk ku yek ji sektorên herî zêde ji qeyranê bi bandor dibin, zehmetiyên mezin dikşînin. Esnafên ku ji ber bihayê fatûreyan, dahata wan têra lêçûnên wan nake, li ser pêvajoya di pêşiya me de kûr kûr difikirin. Esnafên jin di nava vê qeyranê de hewl didin li ser piyan bimînin, li hemberî pêvajoya ku bi fikar dişopînin têkoşînek mezin dimeşînin.

Qeyranê hem li firoşkaran hem jî mezêxeran xist

Taybet Sancar yek ji 3 esnafên jin e ku li Xana Hasanpaşa ya Sûrê dikanek wê heye. Taybet Sancar diyar kir ku qeyrana aborî ya li gel zextên civakî gelek zehmetî li pêşiya wan derdixe û got ku ew nikarin bi heman bihayî berhemên ku demeke dirêj e difiroşin bikirin. Taybet Sancar anî ziman ku hemwelatî ji ber buhabûnê, nikarin tiştek bikirin û wiha got: “Em jî di rewşeke pir zehmet de ne. Li ser van qeyranan, fatûreyên elektrîkê jî zehmetiyê bi me didin kişandin. Em deyndar dibin, kredî dikşînin lê nikarin krediyan bidin. Ger wiha berdewam bike em ê di pêşerojê de dikanên xwe bigrin. Her kes dizane ku ev ê bibe.”

“Jin ji bo jiyanê têdikoşin”

Taybet Sancar bal kişand ku jin tevî qeyranê jî bi negirtina kepengan têkoşîna jiyanê didomînin û bi van gotinan bal kişand ser zehmetiyên ku dijîn: “Divê welatiyên li welat fatûreya ceyran û gaza xwezayî nedin û van bihayên zêde boykot bikin. Hin kes nikarin nan bibin malên xwe. Divê ji bo çareseriya vê yekê tiştek were kirin. Em sê jinên esnaf di vê xanê de dixebitin û gelek zehmetiyan dikşînin. Jixwe hûn nêrîna civakê ya li ser esnafên jin dizanin. Tevî zehmetiyan jî jin dixebitin û li ser piyan disekinin. Jin tevî her tiştî têkoşîna jiyanê didomînin. Ev tiştekî pir mezin e.”

“Dahata me têra lêçûnan nake”

Esnaf Burçîn Tutan a ku li Sûrê dikana sabûnê rêvedibe, hemû xeyalên xwe yên ku di temenê xwe yê biçûk de dixwest pêk bîne ji ber krîza aborî, bi paş xist. Burçîn Tutan diyar kir dahata ji karê xwe digre, ne têra mesrefên wê, ne jî li cihê kar dike nake û wiha got: “Ez jineke 20 salî me, difikirîm ku weke esnafek bixebitim û ji bo siberojê dahatek amade bikim lê mixabin ez nikarim. Mûçeya ku ez distînim ne têra dikanê ne jî hewcedariya min dike. Em niha hewl didin çerxa heyî paşve bizivirinim lê mixabin ew çerx nazivire. Xeyalên me hene lê pêkhatina wan pir dûr e. Mirov lixwekirin an çûyîna betlaneyê wekî luksek dibînin lê ne wisa ye.”

“Em rojane dijîn”

Burçîn Tutan rewşa ku tê de ye bi gotina "Ez şeş rojan dixebitim û tenê rojek betlaneyê digrim. Wê rojê ne wext ne jî rewşa min a aborî heye ye ku ez biçim cihekî" kurte kir û bal kişand ser kesên ku di şert û mercên xerabtir de dijîn. Burçîn Tutan da zanîn ku êdî mirov nikarin nan jî bînin malên xwe û wiha got: “Ez weke ciwanek, weke esnaf, siberojek nabînim loma min xeyalên xwe rawestand. Niha em tenê rojane dijîn û debara xwe dikin."

"Ez ne dersên xwe fatûreyên ku her meh tên difikirim"

Merve Yildiz a ku hem dixebite hem jî dixwîne diyar kir ku ew li cihê xebitandina dersên xwe, li ser fatureyên ceyranê yên ku tên mala wê difikire. Merve Yildiz di axaftina xwe de banga îstîfakirinê li hikûmetê kir û wiha got: “Bi sedan ciwanên betal li derve rûniştine. Pêşeroj li ku ye? Ji xwendekaran re tu îmkan nayên dayîn. Mirov dê ji birçîna bimrin. Tu pêşketin çênabe. Tenê çavên miletê boyax dikin. Ez hem dixwînim hem jî dixebitim. Tên û dibêjin 'ji vî re şukur bikin'; ma ez ji bo çi şukur bikim, ez ji birçîbûna me re şukur bikim? Ez naxwazim behsa faturaya ceyranê jî bikim. Mirov pir birçî ne. Her kes ji bo peydakirina kar hewl dide lê nabe. Bi vî awayî nabe yan bila îstifa bike yan jî li gelê xwe xwedî derkeve. Ger nikaribe, ji yên din re bihêle. Pirên ku çêdikin me têr nake.”