Esmer jinek dilsozê zarokên Helepçe ye

Li Helepçe kî behsa karê hestiyar û axaftinên xweş kêrhatiyan bike yekser navê Esmer tînin ziman weke jinek zirek û kêrhatî bi nav dikin. Wek ew bi xwe jî dibêje: “Ez gelek ji zarokan hez dikim, ez dixwazim hemû demê xwe li gel zarokan derbaz bikim.”

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Silêmanî - Dilsoziya jinê ya di aliyê tendirustiyê de li beramberî zarokan ji dîrokê ve tê zanîn. Dema jinek dibe dayik berpirsyariya hemû zorî û nexweşiyên jiyanê digire ser milê xwe û alîkariya derdorê xwe jî dikin, ew kesên ku serdana wan dikin di aliyê derunî û fizîkî de çareser dikin. Esmer jî yek ji wan jinên persdar û xwedî berpirsyariye li nexweşxaneya Helepçe ji sala 2012’an ve kar dike û gelek ji wan zarokên ji dayik bûye jêre çareserî peyda kiriye bi kêrhatî û dilsoziya xwe ya li himberî zarokên nû ji dayikbûne tê nasîn.
“Karê me tendirustiya zarokane”
Rojane gelek zarokên nû ji dayik bûne û nexweşin diçin ber destê Esmera Persdar. Ew jî bi dilek xweş bi zimanek şîrîn pêşwazî li wan dike û dilê dayikên zarokan xweş dike û zarokên wan ji gelek nexweşiyan di parêze. 
Esmer ji sala 1983’an ve di qada tendirustiyê de kar dike û tenê pênc salan ji karê xwe yê persdarî dur ketiye. Di sala 2012’an de li nexweşxaneya navçeya Helepçe cardin dest bi kar kiriye û diyar dike ku ew gelek ji zarokan hez dike û wiha behsa karê xwe kir: “Dema ku zarokek tê nexweşxanê li ber destê me,  ger nexweş be an jî taya wê hebe  em derzî lê nadin. Dema zarok bi xwe bi livine em nikarin derzê liê bidin ji ber ne başe em dayikê agahdar dikin da ku ranê zarokê bigre da ku em bi  karin derzî bi kar bînin.  Wê demê rewşa zarokan baş dibe.”
“Ez ji karê xwe gelek hez dikim”
Esmer a Persdar ji derveyî karê xwe yê rojane li nexweşxanê, kar û barê mala xwe jî dike ji ber heskirina xwe ya kar berbangê di rabe karê xwe dike û berê xwe dide nexweşxanê û heskirina xwe ya ji bo karê xwe yê persdariyê wiha tine ziman: “Ez gelek ji zarokan hez dikim û ji karê xwe jî hez dikim, ez hezdikim rojane ji demjimêrên xweyên ku kar dikim zêdetir bi zarokan re eleqeder bibim û bi xebitim.  li vê derê piranî em zarokan derzî dikin ew derziyên ku em ji bo zarokan bi kar tinin li gora meh û temenê wan zarokan ji nexweşiyên enfilasyîn, histerî û sorig û gelek nexweşiyên din di parêze.”