Endezyara balefiran Ranû Caf

Yekem jina Kurd a beşê endezyariya Firokeyan xwendiye û dibe pêşneng ji bo hemû jinên din da ku bikarin di karên weke karê mêran tê ditin de cihê xwe bigrin.

ŞENYAR BAYÎZ 
Silêmanî - Ranû yekek ji wan jinane ku ji bo karkirinê sînor derbaz kiriye û weke yekem jina Kurd dest bi xwendina Endezyariya firokeyan kiriye. Ranû Şaho Caf beşê Endezyariya firokeyan ya Business information management temam kiriye û dû beşên cuda yên zanîngehê temam kiriye. Ranû Caf a di heman demê de karê dizaynkirina cil û bergan jî dike dibêje; “Dema mîrov bi heskirin kar bike dikare dû karan jî bi hevdû re bike.”
Ezmuna xwendinê û karê rengin yê destê Ranû  
Ranû dibêje: “Hertim heskirina min ji bo firokan hebû. Dema min bihîst ku beşek wiha heye, min xwest ez bixwînim û di vî beşî de bibim xwedî dîplom e.  Di heman demê de min li zanîngehê beşek din dixwend. Belê zehmetiya dû beş bi hevre xwendinê hebû. Ji ber wê mîn pilansaziya xwe ya rojane çêkiribû ku da bikarim herdû beşan bi here bi awayek serkeftî bi xwînim. Pîştgiriya malabata min wisan kir ku da ez bikarim bi awayeek serkeftî herdû beşan bi hevdûre temam bikim.  Ji ber vê ji bo alikariya wan min di got wan mafê we heye ku hun jî bi min re bibin xwedî dîplome.
“Piştî min çend jinên din dest bi xwendina heman beşê  kirin e”
Di nava civakê de kar hemû hetine dabeş kirin. Hinek kar hene tenê wek karê jinan tê zanîn. Ranû jî weke yekem jine karekê dike ku ew kar jî weke karê mêran tê dîtin û gelek caran jî rastî gotina ‘Eve ne karê jinane, çawa jinek dikare karê wisa bike’ hatiye, di derbarê van gotinan de Ranû dibêje: “Bi guhnedana van gotinan min kariye serkeftinê bi dest bixim.  Piştî min jî çend jinên din li heman akademiyê dest bi xwendina heman beşê  kirin e. Ez gelek keyfxweşim ku ji ber jinan sînor şikandine û dest bi karên wiha yên weke karê mêran tê zanîn kirin e.
Ranû bal dikişîne li ser bêşê xwendiye û wiha dom kir: “Piştî temam kirina Beşê Endezyariya fîrokeyan, êdî tu bi xwesteka xweyî di kijan beşê firokê de kar bikî. Ne şerte ku tû beşên wê yên cuda jî bixwînî.”
Min bi destê xwe cil xemilndine da ku cûda be   
Ranû di heman demê de karê dizayna qeftanan dike û dibêje:  “Di heman demê de ez cilên qeftan û ebayan dizayn dikim û ez nexşên cuda li ser qeftan û ebayan bi şêwazên erebî di nexşînim.  Xelk berê tenê di demê mewlîd û remezanan de dihatin dikirin. Lê belê niha daxwaza wan zêde bûne û ji bo rojane li xwe bikin tên qeftan û ebayen dikirin.”
Ranû di derbarê dirutina cilan de jî dibêje: “Li Kurdistan, Surye, Kuwêt û Bexda xeyatên min hene, tenê ez dizayna wan çêdikim û ew ji bo min amade dikin. Fikrê nexşên wan jî ez didim û dişinim ji wan re ew rangan li hevtînin.”
Ranû destpêkê karê nexşan li ser cilên Kurdî kiriye û di vê derbarê de dibêje: “Destpêkê min karê xemilandina cilan li ser cilên Kurdî çêkir.  Niha jî herî zêde ez kar li ser kirasên kurdî dikim. Di demê pêş de ez dixwazim di cihek biçuk de karê xwe hîn mezintir bikim.
Ranû herî dawî dibêje: “ Daxwaza min ji malbatan ew ku pîştgiriya zarokên xwe bikin û bi wan re bibin alîkar. Jin wêneyek ciwane di jiyanê de, jin nebe jiyan nabe û pêwîste em hemû pîştgiriya hevdû bikin û ji bo serkeftinê weke  jin em têbikoşin.”